Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?

  • rojane
  • 12:11 4 Nîsan 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên Erep ên ji Minbiçê ku ji ber zilma DAIŞ’ê koçî Îzmîrê kirin, bûyerên bi serê wan de hatin vegotin. Jinan, derbarê planên Tirkiyeyê yên ketina Mînbiçê de jî axivîn û gotin: “Ên ku niha dixwazin bikevin Mînbîçê, gava DAIŞ’ê em dîlgirtin û tecawîzê jinan kirin li ku derê bûn?”

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de DAIŞ’ê bajarê Minbîçê jî dagir kiribû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ên zilam li gel dikirin, di 1’ê Hezarana 2016’an de operasyon pêk anîn û di encama operasyona 73 rojan de bajar ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina bajêr gelê Minbîçê vegeriyan bajarê xwe, hin malbatên koçu Îzmîrê kirin hîna venegeriyan bajarê xwe. 
 
Jinên Erep ên Mînbîçê ku bi hêviya vegerin ser axa xwe, bûyerên DAIŞ’ê bi serê wan de anîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. E.M. a bi malbata xwe re berî 4 salan ji gundê Hadir ê Helepê koçî Îzimîrê kirin, diyar kir ku piştî balafirên şer ên Rûs gundê wan bombebaran kirin, necar man ku gundê xwe terk bikin. E.M. anî ziman ku DAIŞ’ê bi ser gundê wan de girtin û wiha axivî: “Weke duh tê bîra min. Çete çawan ketin gundên me çarika reş li  jinan kirin. DAIŞ’ê ji jinan re digotin ‘Divê dest, rû û piyên we xuya nekin. Hûn jinin. Divê hûn dinava reşandebin. Nexweş hûn heremin. Em rûyê kîjan jinê vekirî bibînin emê wê qetil bikin.’ Cixare vexwarin qedexebû. Yên vedixwazin jî îdam dikirin. Serê wan jêdikirin. Tirsa DAIŞ’ê hebû. Bi taybetî zarokên me yên keç ji wan pir ditirsiyan.”
 
‘GUNDÊN DAIŞ KETINÊ BI DEHAN CENAZE BIN AX KIRIN’ 
 
E.M. anî ziman ku li gorî DAIŞ’ê jin kolebûn û wiha got: “Zilamekê li gundê me, ji DAIŞ’ê hez girt û bi zarokek keç re xwest bizewice. Keça biçûk revenda û bi xwe re zewicand.  Li gundên ku DAIŞ ketiyê bi sedan cenaze bin ax kirin. Em heya salekê rastî zilma DAIŞ’ê hatin. Em qet ji malê derne diketin.  Li gund DAIŞ’ê di hewşa mizgeftê de serê jin, zarok û ciwanan jê dikirin. Ji tirsan em bi şev ne dirazan. Çeteyên DAIŞ’ê tecawîzê zarokên keç dikirin. Me didît, lê ji tirsa me ne di wêrî em dengê xwe derxin.”  
 
‘HER ROJ ME DIKUJIN’
 
E.M. da zanîn ku DAIŞ’ê tim ji wan  re digot “Em misilmanin” û wiha  bilêv kir: “Lê wan tim mirovên misilman dikuştin. Di ola Îslamê de kuştin, darvekirin, jêkirin, tacîz  û tecawîz kirin tuneye. DAIŞ ne misilmanin. Gava DAIŞ tê gotin zilm, girtin, kuştin, talan û dagirkerî tê bîra me. Ên hatin kuştin di carekê de mirin, lê em her roj dimirin.”
 
‘DEMGÊN KESÊN KUŞTIN JI GUHÊN ME DERNAKEVE’
 
E.O. jî diyar kir ku êdî xewa wê nayê û wiha axivî: “Dengên qarênî û qîrîniya kesên DAIŞ’ê dikuştin ji guhên min dernakevin. Ez nikarim vê yekê qebûl bikim. Ez naxwazim li Tirkiyeyê jî bimînim.”
 
JI NECARÎ ZAROKÊN KEÇ DIZEWICANDIN 
 
K.E. jî da zanîn ku ji Mînbîçê koçî Îzmîrê kir û wiha axivî: “Berî DAIŞ bi ser gundê me de bigire hemû ziman, ol, çand û nasneme bi hevre azad dijiyan. Em salekê dibin zilam DAIŞ’ê de man. Li Mînbîçê 15 rojan carekê ji bo çavên xwe diçûm  nexweşxanê. Lê piştî DAIŞ ket gundê me, em neçar man derbikevin. Hin ciwanên Minbiçê ji bo DAIŞ tecawîzê dayîk û xwişkên wan nekin, li gorî wan tevdigeriyan. DAIŞ’ê dibin navê zekatê de, ji gundiyan xerc kom dikirin. Tezeq ew ne misilmanin. Wê demê xwişkek min a 14 salî hebû. Ji bo DAIŞ ji me negire, em necar man ku bi kurê apê xwere bidin zewicandin.”  
 
ÊN DIXWAZIN BIKEVIN MÎNBÎÇÊ WÊ DEMÊ LI KU BÛN?’
 
K.E. diyar kir ku bi tu awayî DAIŞ nayê qebûl kirin û wiha bilêv kir: “Kesên nehatibana nimêja serê sibê îdam dikirin. Ez tu carî nikarim DAIŞ’ê qebûl bikim. Gava ew dihat hemû kes direviyan û diketin malên xwe. Gava çavên xwe digirim, nikarim bi xewre biçim. Çavên mirovan hatin qetilkirin tên berçavên min. Teqez emê rojekê vegerîn ser axa xwe. Gava DAIŞ’ê zilm li me dikir, em dil girtin û tecawizê jinan kirin hemû kes bêdeng bû. Ên dixwazin niha bikevin Mînbîçê gelo wê demê li ku bûn?”
 
 

Sernavên din

07/04/2018
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê