Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye

  • rojane
  • 17:21 3 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn ku ji ber nasnameya Gerinendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê rastî ceza hat, têkildarî cezayê lê hatiye birîn civîna çapemeniyê pêk anî. Keskîn wiha got: "Îro terora tundiyê ya herî mezin dewlet bi xwe ne. Ez bawer dikim ku ev rêbaza tolhildanê ye." Parazvanê mafên mirovan Akin Birdal jî diyar kir ku li ser darazê vesayet heye. 

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji ber ku Prz û parazvana mafên mirovan Eren Keskin a têkildarî Gerinendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê rastî ceza hat, li avahiya Komeleyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta "Em li gel Eren Keskin in" vekirin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parazvanê mafên mirovan Akin Birdal, Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Seroke Çapemeniya DİSK Basın Îşê Faruk Eren, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, nivîskar û rojnameger Tugrul Eryilmaz, Umît Kivanç, Murat Çelikkan, lîstikvan Nur Surer, hunermend Eylem Aktaş, Rêveberê ÎHD'ê Dayikên Şemiyê endamên LBGTÎ Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya Dijberî Tundiya di bin çavan de, Nûnerê TİHV, xebatkarên Ozgurlukçu demokrasî yên TMSF'ê dest danî ser rojnameya wan û gelek kesên din amadebûn. 
 
Di civînê de parêzera Eren Keskîn Ozcan Kiliç, der barê doza Keskin de agahî da. Keskin, anî ziman ku daraz dixwazin ji Keskîn re bêjin "Bireve biçe dervê welat" û wiha got: "Lê ez bawer dikim ku bivirên xwe li tahtê xistin. Helwesta dewletê heye." 
 
MIN XWE DEYNDAR DÎT'
 
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî diyar kir ku ew parazvana mafên mirovan e û wiha got: "Min red kir ku tev li xebata siyasetê bibim. Min her dem mafên mirovan parast. Min her dem tekoşîna mafê azadiya ramanê parast. Berê ji ber min peyva Kurdistan got bi dehan caran doz li min hat vekirin. Min peywira Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê qebûl kir. Ji ber ku ez her dem li dijî Musa Anter ê 77 salî ku bi guleya dewletê ya veşarî hat kuştin deyndar hîz dikim. Ez xwe li hemberî Burhan Karadenîz ê hêj zarok bû bi guleya hêzên dewletê birîndar bû û çû Ewropa û li Ewropa întihar kir deyndar hiz dikim. Li hemberî Ferhat Tepe yê hêz zarok bû hat kuştin deyndar hîz dikim. Ji ber ku ez xwe li hemberî van mirovan deyndar hîz dikim min ev erk da ser milê xwe. Ev rojnameya wan e. Jiber ku ez azadiya weşanê ya vê rojnameyê diparêzim min bi dildari navê xwe li kunye vê rojnameyê nivîsand. Dema min dest bi vê erkê kir, dewletê pêvajoya bi navê 'Pêvajoya aştiyê" da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de der barê vê rojnameyê de qet doz nehat vekirin. Kengî "pêvajoya aştiyê" bi dawî bû doz li ser dozê li min hatin vekirin. 
 
Keskîn, anî ziman ku dayika wê ya 85 salî ku li wê dinere heye û wiha got: "Demekê heta 143 doz li min hatin vekirin. Di hin dozan de cezayê muebetê dixwazin. Qedeya derketina dervê welat dane ser min. Ji ber nivisê ku min nenivîsandiye 12 sal ceza ji min dixwazin. 456 hezar TL cezayê pereyan li min hatiye birîn. 105 hezar TL cezayê pereyan hatiye erêkirin. Ez hewl didim bi piştgiriyan vî cezayî razînim. Dema 456 hezar TL  bê erêkirin ez dê çawa razînim ez vê yekê jî nizanim. 
 
EZ NE MECBÛRIM LI GORÎ PÊNASEYA DEWLETÊ TEV BIGERIM
 
Keskîn, anî ziman ku Tirkiye hemû peymanên ku îmze avêtiye bin wan îhlal dike û wiha got: "Tenê ji ber ku ez gerînendeyê weşanê me ceza li min tê birîn. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî ye. Dewleta Komara Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye. welatên Yekîtiya Ewropa hene. Em ji wan dipirsin çima li hemberî vê yekê bêdeng in. Ez ne mecbûr im li gorî pênaseyên dewletê tev bigerim. Yê terora tundiyê pêş dixin îro dewlet bi xwe ne. Ez vî cezayê ku li min hatiye birîn wekî rêbaza tolê dibînim." 
 
Keskin, herî dawî anî ziman ku ev ceza dê nikare vîna wê têk bibe û dê li dijî van cezayan heta dawî têbikoşe. 
 
BÎRDAL: DIXWAZIN BÊ PARASTIN BIHÊLIN
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê û parazvanê mafê mirovan Akin Birdal  jî cezayê ku li Eren Keskin hatiye birîn rexne kir û wiha got: "Ji bo ez deynê xwe yê li hemberî mirovan bidin ez hatime vir. Ez ji sala 1980'an heta niha Keskîn nas dikim. 30 salin hevrêya me ya parazvana mafên mirovan e. Em hatin girtin em rastî gefên kuştinê hatin. Em dîsa rastî gefên kuştinê tên. Em rastî gefên Tugayên Tolhildana Tur hatin. Keskîn zarokên rastî tacîz û tecawizê hatin bi tenê nehişt û mafên wan parast. Keskin tu kes bi tenê nehişt. Kesên ziman, nasname û baweriya wan hat binpêkirin bi tenê nehişt. 
 
Êrîşên li ser Eren Keskîn li dijî demokrasi û mafên mirovan in. Em bêdeng nebûn em dê bêdeng nebin." 
 

Sernavên din

04/04/2018
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû