Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin

  • rojane
  • 09:47 3 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Faîlên Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ên di pîrozbahiyên roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin kuştin heya roja îro nehatine dîtin. Malbata Karaoglan, diyar kir ku qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin û got: “Piştî zarokên me bi dehan zaroka hatin kuştin.”

Di 4’ê Nîsan 2009’an de ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehhezaran kes berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfeta Rihayê, lê rastî astengiyên leşker û polîsan hatin. Li ser vê yekê bûyer derketin û di ser bûyaran re 9 sal derbas bûn. Mirovên ku ji wesayîtên xwe derketin û xwestin di nava zevî û giran de biçin gund, polîsan êrîşî wan kirin û di êrîşan 60 kes birîndar bûn, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan jî jiyana xwe ji dest dan. Derbarê kuştina wan de Dozgerê Komarê yê Bêrecûkê lêpirsîna da dest pê kirin, lê heya roja îro di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.
 
Malbata Mahsum Karaoglan ê bi Mustafa Dag re hat kuştin a li navçeya Erxeniya Amedê dijî, berî 9 salan hawar kiribû ku “Bila êdî Mahsumên din neyên kuştin.”
 
‘QATILÊN MAHSUM QETILKIRINA MIROVAN BERDEWAM DIKIN’
 
Mahsum dî temenê xwe yê zaroktîyê rastî tundiya dewletê tê. Ji ber rastî êrîşan tê, neçar dimîne bi malbata xwe re berê xwe bidin navçeya Buca ya Îzmîrê. Piştî bi salan cardin vedigerin Amedê û Mahsum Beşa Bîrkariyê ya Fakulteya Fen-Edebiyat a Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike. Mahsum hêdî hêdî bi aktîf beşdarî xebatên ciwanan dibe. 
 
Dayîka Mahsum Sultan Karaoglan, diyar kir ku piştî Mahsum zanîngehê qezenc dike, êdî hemû jiyana xwe dide têkoşînê û wiha axivî: “Evqas sal derbas bûn hîna jî qatilên kurê min bê cezane. Ez tenê dixwazim qatilên kurê min bên girtin, darizandin û ceza kirin. Qatilên Mahsum hîna erka xwe pêk tînin û weke ku tiştek nebûye jiyana xwe berdewam dikin. Cardin ciwanên mîna Mahsum qetil dikin. Piştî wan dikujin jî ji wan re dibêjin ‘terorîst.’ Ew bixwe terorîstin. Navê xwe li hinekên din dikini. Êdî dixwazin ev kuştin bi dawî bibin.”
 
‘BI DEHAN MEHSUM QETIL KIRIN’
 
Bav  Abdurrahman Karaoglan jî, diyar kir ku kurê wî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan xwest biçe Amarayê û wiha bilêv kir: “Ên ku kurê min kuştin hîna li ser erka xwe ne. Piştî kurê min bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Bi qetilkirinê kurd xelas nabin. Bi sane bi dehan Mahsum qetilkirin. Ciwanên me di bodruman û kolan de qetil kirin. Desthilatdariya niha tenê navê xwe guhert. Di serdema Demîrel, Mesut Yilmaz û Çîller de jî bi sedan kurd qetil kirin. Tayyîp Erdogan li gorî daxwaz xwe kurdan qebûl dike. Erdogan îro, li kurdên ji derveyî Îmraliyê digere. Lê êdî kurdekê wisan jî nabîne.”
 
‘ÊN KU 50’Î HEVALÊN MAHSUM GIRTIN, QETILÊN WÎ NEDÎTIN’
 
Hevalê Mahsum Cîhan Olmez ê Zanîngeha Dîcleyê jî, anî ziman ku piştî Mahsum hat zanîngehê û şûn de dinava tevgera xwendevana de rola pêşengtiyê girt ser xwe. 
 
Olmez, dest nîşan kir ku gava Mahsum hat zanîngehê pirsgirêka xwendekarên li wargehê diman hebû û wiha axivî: “Ji bo em van pirsgirêkan derbas bikin me çalakiyên boykotê pêk anîn. Mahsum di van çalakiyan pêşeng bû. Gava li Amarayê birîndar bû, ger ambulans dereng neçûya dê Mahsum jiyana xwe ji dest nedaba. Piştî şehadeta Mahsum li şûna faîlên wî bigirin, hevalên wî binçav kirin.  Bi hinceta şermezar kirina kuştina Mahsum, 50’î hevalên wî binav kirin û girtin. Di dosyeya derbarê kuştina wî hat vekirin de faîle tenê jî nedîtin. Mîna hemû kurdên bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dayîn, dosyeya Mahsum ser hat girtin û bêyî ku ceza bidin kesekê qedandin. Her çiqasê faîl nehatibin cezarkirin jî, lê di wijdana gel de desthilatdariya AKP’ê û yên ev kirin sûcdarîn. Hîna jî li dijî ne cezarkirinê em bi bertekin.”

Sernavên din

04/04/2018
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû