Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin

  • rojane
  • 11:38 2 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇAYAN - Piştî Murat Karayilan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu jî derbarê Îmraliyê de agahiyên nû parve kirin. Karasu, diyar kir ku piştî navenda bajêr a Efrînê hat dagirkirin, TV û radyaya Ocalan jê girtin.

Piştî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu jî, agahiyên balkêş ên derbarê Girtîgeha Îmralî û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Li gorî nûçeya ANF’ê, Karasu di gotara nivîsandî de balê dikişîne ser rewşa Ocalan û pêşketinên li Îmraliyê. 
 
‘TV Û RADYOYA CARDIN JI OCALAN GIRTIN’
 
Karasu, diyar kir ku TV’iya Ocalan dişopand û raydoya guhdar dikir cardin jê standin û wiha got: “Li ser Ocalan êrîş zêde bûne. Piştî navenda bajêr a Efrînê hat dagirkirin, li gorî hin agahiyên gehiştin ber destên me, ji ber ku ji sekin û helwesta Rêber Apo rehetsiz bûne, TV û radyoya wî cardin jê girtine. Êdî şert û mercên jiyana wî bi zortir bûye. Ev yek lewazbûna faşîzman AKP-MHP’ê didin nîşandan û êdî ber bi şkestinê vene.”  
 
Karasu di destpêka gotara xwe de bal kişand ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Vê rojbûnê çarenûsa Kurdan guheriye. Rêber Apo bûye ewladekî ku hêjayî gel, civak û erdnîgariya lê dijî. Şert û mercên çandî û civakî kesayetiya wî afirand. Ev nirxên bingehîn di nava têkoşîna siyasî ya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn de veguherî kesayeteke xurt û Rêber Apo bû rêberê azadiyê yê gelê Kurd û gelan."
 
RÊBAZ Û ÎRADEYA ŞOREŞA KURDISTANÊ WÊ GELÊ KURD BI SER BIXÎNE
 
Mustafa Karasu bi bîr xist ku niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û wiha dewam kir: "Ev şer li mijara rewş û statuya Kurdan aliqî ye. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji qirkirin, mêtingerî û dijminatiya li Kurdan dike, li her devara ku gelê Kurd têdikoşe û destketiyan bi dest ve tîne, êrîş dike. Em di demeke welê de ne ku divê gelê Kurd rêbaza bi destxistina azadiyê û rêbaza xwe ya têkoşînê bi rengê herî xurt nîşan bide. Ji ber ku di encama Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de wê statuya Kurdan a li her cihî diyar bibe. Lewma rêbaz û îradeya serketina di nava şert û mercên herî zehmet de, ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye divê li her cihî bi xurtî bê nîşandan. Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan re ji her alî ve xurt bûne. Eger ev yek bi rêbaz û îradeya têkoşînê ya şoreşa Kurdistanê bi kar bîne, wê teqez bi mezinî bi ser bikeve. Rêbaz û îradeya serdema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, ev bû. PKK'ê ji ber vê yekê heta niha timî qezenç kir. Ev îrade û rêbaz wê ji niha û pê ve jî bi ser bikeve."
 
PIŞTÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ TELEVÎZYON Û RADYO JÊ STANDIN
 
Karasu anî ziman, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî îrade û rêbazeke wiha ye, tecrîda giran li ser tê ferzkirin û got, "Ev rêbaz û îrade ji bo ku di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de nebe ronahî ji têkoşîna gelan re, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin. Tekane sedema vê tecrîda giran ev e. Dijminên Kurdan, mêtinger û yên destekê didin wan ji ber ku bi vî rengî difikirin, zext û zordariya li zindana Îmraliyê zêde kirine. Piştî ku navenda bajarê Efrînê hate dagirkirin, li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, ji ber ku ji helwest û sekna Rêber Apo aciz bûn, televîzyon û radyoya ku tenê çend qenal dikişan jê standine. Şert û mercên jiyanê lê girantir kirine. Hewldaneke bi vî rengî nîşan dide bê faşîzma AKP-MHP çiqasî qels e û li ber şikestinê ye."
 
YEKANE RÊYA LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BERXWEDAN E
 
Karasu destnîşan kir ku ji rastiya rêbertî zanin ku li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê yekane rê berxwedan e û wiha dewam kir: "Eşkere ye ku di van şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de Rêbertî jî li pêşberî êrîşên qirkirinê helwesteke din nîşan nedaye, nîşan nade. Em ji Rêberê xwe ti agahiyan negirin jî, em zanin ku rastî ev e. Hevrê û milîtanên Rêbertî haya wan ji erk û berpirsyariyên xwe yên vê demê hene. Rêber Apo jî zane ku hevrê û milîtanên wî wê çawa tevbigerin, lewma sekna xwe ya li hemberî zextan naguherîne û eşkere ye ku li dijî polîtîkayên vê desthilatdariyê helwestê nîşan dide.
 
Di rojbûna Rêbertî de ya ku dikeve ser milê me hemû milîtanan û gelê Kurd, têkoşîna bi îradeya Rêber Apo ye ku bi dehan salan îspat bûye. Pîrozkirina rojbûnê û dilsoziya bi Rêbertî bi vî rengî dibe.”
 
DI 2013’AN DE TV DABÛN OCALAN
 
Di 12’ê Çileya 2013’an de TV’î danîbûn odeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Wezareta Karê Dadê gotibû Ocalan di TV’î de dikare Kanalên TRT-1, TRT-6, CNN Turk, Kanal 7, Samanyolu, Show TV, Kanal D, ATV, Star, Ülke TV, Kanal 24 ve NTV temaşe bike.

Sernavên din

04/04/2018
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû