Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe

  • rojane
  • 09:18 1 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, istismarkirina zarokan a di saziyên perwerdehiyê de rû dide nirxand û bal kişand ser kêmasiya perwerdehiya nasnameya zayendî. Derûnas Fahriye Cengîz jî got: “Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.” 

Di rapora binpêkirina mafên zarokan de ku Parlementerê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di 30’yê Kanûna 2017’an de daxuyand; di navbera salên 2011-2018’an de mafê jiyanê yê 3 hezar û 947 zarokan hatiye binpêkirin û di sala dawî de jî 243 zarok bi istismara zayendî re rû bi rû mane. 
 
‘DIVÊ NASNAMEYA ZAYENDÎ BÊ HÎNKIRIN’
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, nemaze jî bal kişand ser wargehên di dest cemaetan  yên nayên venêhartin de û got, li cihên perwerdehiyên bi vî rengî, di bin navê ehlaqîvaniyeke zêde zayendîbûn û nasnameya zayendî baş veneguriye perwerdehiyê. Mûşlû, destnîşan kir ku ji ber di ferdan de perwerdehiya zayendî û nasnameya zayendî baş pêk nehatiye, îstismarkirina zarokan zêde bûye. Mûşlû, bi lêv kir ku divê di bûyerên bi vî rengî de îstismarkar bi awayekî aşkere bên teşhîrkirin. Mûşlû got: “Di bûyerên îstismarkirinê de zarok nizane dê xwe çawa biparêze. Perwerdehiya di vî warî de tune ye. Lewma divê civaka me di warê parastina taciz û tecawuzê de  bi awayekî hesas û bîrbir tev bigere. Her wiha divê di mufredata Perwerdehiya Netewî de jî di warê zayendîbûna zarokan û nasnameya zayendî de zarok bên perwerdekirin. Ji bor ê li ber îstismarkirina zarokan bê girtin, di vê hîn temenên biçûk de perwerdehiyên ku zarok nasnameya xwe ya zayendî nas bike bên dayîn”. 
 
‘CIHÊ KU ŞER LÊ HEBE ÎSTISMAR JÎ HEYE’ 
 
Derûnas Fahriye Cengîz jî bi bîr xist ku her çend di demên dawî de îstismarkirina zarokan zêde bûbe jî, li hemberî vê hesasiyeteke baş nayê nîşandan. Cengîz got: “Berê jî bûyerên îstismarkirina zarokan diqewimîn. Lê belê ji ber berteke civakê hebû, pir ne aşkere bû. Dema mirov di çarçoveyeke civakiyî de li zarok jî dinere, em di nav gel tiştekî wisa zêde dibihîsin ‘Mirov kengî wisa ji rê derketin an jî bêehlaq bûn.’ Ne bawer im ev bûyerên îstismarkirina zarokan nû bin. Nêzîkatiyeke wekî ku di civakê de ev bûyer tune bûne û nû rû dane heye. Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.” 
 
‘ÎSTISMAR ZÊDE DIBE’ 
 
Cengîz, destnîşan kir ku sedema sereke ya zêdebûna îstismarkirina zarokan, pêkanîna qada rewa ye. Cengîz got, di jiyanê de êdî zarok nayên dîtin. Cengîz bal kişand ser nûçeyên îstismarê yên di çapemeniyê de rû didin û got: “Sedema ku îstismarkirina zarokan evqasî zêde dibe yek jê jî, sepandinên der barê zarokan ên demên dawî ne. Di warê zewicandina temenên biçûk de gelek qanûn hatin guherandin. A rastî ev qanûn di zêdebûna îstismrakirina zarokan de faktoreke girîng in û nîşan didin ku ka rewş çi qas xeternak e.” 
 
‘SER TÊ NIXUMANDIN’ 
 
Cengîz, bi bîr xist ku di du salên dawî de gelek saziyêên ku di warê rêlibergirtina îstismarkirina zarokan de tev digeriyan hatin girtin û got: “Ji ber vê di qada îstismarkirina zarokan de valahiyeke mezin heye. Ev qad herî zêde xistin înîsyatîfa saziyên cemaweriyê. Yek ji wan dewletên ewil a ku Danezana Mafên Zarokan a Gerdûnî îmze kir em in, lê belê ji dêvla îstismarkirinên zarokan ên di saziyan de rû didin bên cezakirin, ser wan tên nixumandin.” 
 
Cengîz, bi lêv kir ku mufredata perwerdehiyê bandorê li îstismarkirina zarokan dike û got, divê li saziyên Perwerdehiya Netewî de li gor derûniya pêşvexistina zarokan perwerdehî bên dayîn. 
 
MA / Nurhan Kuzu 

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin