Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre

  • rojane
  • 09:13 1 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Aborînas Îzzettîn Onder, diyar kir ku li Tirkiye krîza aborî heye û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze krîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser krîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize. 

Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Bazirganiya îtalatê zêde dibe û îmalat kêm dibe. Her ku diçe deynê Tirkiye ye welatê derve zêde dibe. Ceyran, Benzîn, goşt û gelek tiştên din zem dibe. Lê dîsa Serokêk AKP'ê Tayyip Erdogan, diparêze ku pirsgirêka wan a aborî tune ye. Aborînas Prof. Dr. Îzzettin Onder, diyar kir ku gelek daneyên ku Tirkiye ketiye nava krîza aborî heye, lê îktîdara AKP'ê bi siyasetê ser vê yekê vedişêre. 
 
Onder, anî ziman ku 1 Dolar bûye 4 TL û 1 Euro bûye 5 TL û rêjeya faîzê her ku diçe zêde dibe. Onder, anî ziman ku dema dowîz li hemberî TL zêde bibe hilberîn kêm dibe û êdî kirîna mal jî kêm dibe û wiha got: "Qîmeta malê Tirkiye li hemberî malê derve kêm dibe. Her ku dowîz zêde dibe qîmeta malê Tirkiye namîne. Dema firma hilberinê dikin dikevin bin deynan. Ji ber ku dikevin bin deynan êdî xebatên xwe radiwestînin. Ev yek bi xwe re faizek zêde tîne. Mixabin ev yek bi xwe re di qada kedê de neheqî û kedxwariyekê jî tîne." 
 
‘RÊBER ÎMF YE' 
 
Onder anî ziman ku îktîdara AKP’ê di polîtîkayên aboriyê de IMF ji xwe re kiriye rêber û wiha got: “Her çend Tirkiye ÎMF ji bo xwe rêber nîşan bide jî berpirsiyarê vê yekê dîsa îktîdara AKP'ê ye. Tirkiye ne mecbûr e li gorî polîtîkayên aborî yên IMF tev bigere. IMF ji bo xwe qada aboriyê ya sermayeyen li derve maye û nikaribe li derve razemeniyê bike ya bi kara zêde  ava kiriye. Felsefeya bernameya 2000'an ev e. Hem dixwaze pereyên ji derve hatin qîmeta xwe winda neke û hem jî dixwaze faîza wê jî zêde be. Ev rewş her çend bi awayekî şeklî Tirkiye dewlemend xuya bike jî di cewher û naveroka wê de Tirkiye di qada aborî de di qrîzê de ye. Ev rewş nişan dide ku di qada aborî de dihile. Di qada aborî de hilandinek cîddî heye. Nîşana vê yekê ya herî şênber betalî ye. Ji ber vê yekê nikarin rê li pêş enflasyonê bigirin. Ji ber vê yekê pereyan ji derve deyn dikin. Ji ber vê yekê qîmeta TL li hemberî dowîzan kêm dibe. Deynê derve zêde dibe. Ji ber vê yekê xwezî AKP'ê polîtîkayên  IMF’ê red kiribûna. "
 
Onder, anî ziman ku wekî nexweşiyek hêdî hêdî pêş bikeve ye û wiha got: "Welat bi nexweşiyek wisa di demek kurt de têk naçe. Hêdî hêdî têk diçe. Lê welat ferk nake çawa têk diçe. Bi çavkaniyên derve xwe li ser piyan dihêle. Her ku diçe dibe deyndarê welatên derve. 
 
ÊDÎ DOLAR KÊM NABE
 
Onder, anî ziman ku piştî vê saetê û şûnde Dolar êdî kêm nabe û wiha lê zêde kir: “Şertê sereke  divê êdî hikûmet her tiştî rast bi raya giştî re parve bike. Dolar bû  4 TL. Tirkiye li gorî aboriya cîhanê neçar e asta dolar li hemberî TL bilind bike. An dê faîzê zêde bike an dê dolar zêde bike. Ji ber ku nikare faizê zêde bike vê carê dolar zêde dike. Dolar êdî danakeve bin sînrê 3.75 yan" 
 
BI SIYASETÊ SER KRÎZÊ DIGIRE
 
Onder, anî ziman ku  îktîdara AKP'ê hewl dide ku ser qrîza aborî bi riya siyasetê bigire û ji raya gişti veşêre û wiha bi dawî kir: "Ji bo ser vê yekê bigire operasyonên siyasî û leşkerî pêk tîne. Hilbijartina pêşwext û srudên neteweyî dixe meriyetê. AKP bê navber projeyan pêş dixe. Îktîdara AKP'ê dixwaze qrîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser qrîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize. Êdî canavar rûyê xwe nîşanî me da. 
 
Cîgire Serokwezîr Mehmet Şimşek di Zîrveya Aborî ya Uludagê de bal kişand ser pirsgirêka aborî. Li Tirkiye êdî rê li pêş enflasyonê nayê girtin. Di sala 2000'an de bi bernameyê enflasyon asê kirin. Lê derbas nekirin. Ez bawer nakim ku ev yek fam kiribin. Beriya ku ber bi hilbijartina Serokatiyê ve biçin ez bawer nakim ku enflasyonê asteng bikin. Ji ber ku êdî canavar rûyê xwe yê rastî nîşan daye û Ji sedî 10 zêde bû. Niha aboriya me bê berhem e. Li vir hatinek pir bê hevsengî heye. 
 
MA / Muhammet Dogru
 

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin