Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî

  • rojane
  • 12:01 27 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah, komploya navneteweyî ya li dijî xwe weke “Operasyona herî girîng a NATO-Gladioyê” pênase kir û wiha got: “Ji bo bicihanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gavekî girîng bû.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin ev zêdetirî 22 meh in tu agahî nayên girtin. Bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan re 24 sal derbas bûn. Starta komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Ocalan dom kir. Gelek endamên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ku di sala 1949’an de ji hêla DYA’yê ve hate avakirin û hêzên hegemonîk di nava vê komployê de cih girtin. Tirkiye li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Abdullah Ocalan ê li Şamê dima re gavan biavêje, zext li hikûmeta Sûriyeyê kir. 
 
Di 30’ê îlona 1998’an de bi serokatiya Serokkomar Suleyman Demîrel civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hate kirin û operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Demîrel, di 1’ê cotmehê de gefa êrişeke leşkerî li Sûriyeyê xwar. Tevî ku di rojevê de nebû jî, welatên NATO’yê di 3’yê cotmeha 1998’an de li Îskenderûn a nêzî sînorê Sûriyeyê tetbîqeta leşkerî da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşkerên DYA’yê li Îskenderûnê hatin bicihkirin. Ev geşedan weke amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hatin nirxandin. Abdullah Ocalan ku ev geşedan ferq kirin, di 9’ê Cotmeha 1998’an de biryar da ku ji Sûriyeyê derkeve. 
 
OCALAN VEDIBÊJE
 
Abdullah Ocalan di 15’ê cotmehê de tev li MED TV’yê bû û wiha got: “Beriya her tiştekî dixwazim bibêjim ku di şexsê me de li gelên Rojhilata Navîn komployeke berfireh hate ferzkirin lê belê ev komplo tam bi ser neket. Bo gelê me, tevahiya welatên misilman û mirovahiya pêşverû derbasî be... Du cih hatibûn hilbijartin lê her du cih jî ne ji wan cihan bûn ku em biçin wê derê. Lewma jî plana wan bi ser neket. Ez dikarim vê yekê pir bi eşkere bibêjim; heke ew saet li gorî daxwaza wan pêş biketana dê Rojhilata Navîn bûbûya herêmeke nû ya şer.” 
 
Piştî ku xefika komployê ya ji bo derxistina ji Sûriyeyê, hêzên navborî bi koda “Lezgîn” li Interpolê bo girtina Ocalan biryara girtinê derxistin. Ocalan, ji bo vê hewldanê di 10’ê cotmehê de wiha got: “Ji Behra Spî heta tevahiya sînorên Sûriyeyê, moşek li her deverê bi cih kirine. Deh hezar leşker li Zaxoyê hatine bicihkirin. Li gel vê, xayînên PDK’ê li Garê dest bi êrişê kirine. Tevdîreke wiha girtin. Ev tevek belge ne. Di qada navneteweyî de Bultena Sor derxistine. Qaşo em biçin kîjan welatî dê me li wir bigirin. Baş e lê em ê biçin kîjan devera cîhanê? Ji bo ku ji van xelas bibî divê mirov biçe ser hîvê yan jî biçe fezayê. Şêweyekî komployê yê wisaye ku jê xelasbûn tune ye.” 
 
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
 
Di pêvajoyên piştre de Ocalan têkildarî 9’ê Cotmeha 1998’an de nirxandinên girîng kirin. Ocalan, di pirtûka xwe ya “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de pêvajoya behsa xeberê weke “Komploya Mezin a Gladioyê” pênase kir. Ocalan, ev mijar di beşa “Derketina ji Sûriyeyê” de nirxand û wiha got: “Derketina min a ji Sûriyeyê ku destpêka komployê bû, girêdayî operasyona NATO-Gladioyê bû. Heta ku mirov bala xwe nede ser dabeşiya di nava artêşa tirk de û Gladioyê, em nikarin vê operasyonê baş binirxînin. Di tevahiya dîrokê de komplo her tim encama pevçûna di navbera xetan de pêş ketine. Hêzên hegemonîk ên weke Almanya, Ingilistan û DYA’yê ji derve piştgirî dan van komployan. Di bingeha hemû komployan de bandora şerê hegemonyayê yê li dijî Rojhilata Navîn, Antaloliya û Mezopotamyayê heye.”
 
‘MIN NEDIKARIYA XELASIYA XWE ESAS BIGIRTA’
 
Rêberê PKK’ê pêvajoya derketina ji Sûriyeyê wiha vegot: “Vaye beriya derketina min a ji Sûriyeyê di navbera van her du aliyan de hevrikî dest pê kiribû. Hevrikî di navbera aliyên ku dixwestin bi me re diyalogê pêş bixin û yên li dijî vê de bû. Di vê hevrikiyê de bi piştevaniya Îsraîl û DYA’yê, aliyê NATO-Gladioyê anku derdorên li gel şer û tunekirinê bi ser ketin. Beriya derketina ji Sûriyeyê, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser peyam dan ku divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Lê min derketina ji Sûriyeyê guncav nedît. Ez ketim nava fikarê ku derbekî giran li rewşa me ya li Sûriyeyê bikeve. Hem ji hêla stratejîk û hem jî ji hêla îdeolojîk ve min ev yek rast nedidît. Dê şer li gorî xwezaya xwe bimeşiya û di qederê de çi hebûya dê ew pêk bihata. Ez ne li ser xeta qederperest bûm. Helwestekî rast nebû ku me xeta îdeolojîk, polîtîk û leşkerî ya 30 salan danîbûya rexekî rotaya xwe biguheranda. Ev yek, li dijî qederê, helwestekî biwate nedibû. Diviya bû mirov durist bûya û min nedikariya xelasiya xwe esas bigirta.” 
 
ROLA ÎSRAÎL Û DYA’YÊ
 
Ocalan, anî ziman ku di derketina wî ya ji Sûriyeyê piştgiriyeke mutleq a DYA, Ingilistan û Îsraîlê hebû û ev nirxandin kir: “Wê demê anku heta ku ez hatim girtin, teqez ne Îsraîl û ne jî DYA li gel aştiyê û çareseriyeke siyasî nebûn. Her çend ku zêde dijwar nebe jî, israr dikirin ku şer bidome û pirsgirêka kurd neyê çareserkirin. Ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn û bi taybet jî xistina Iraqê pêdiviya wan pir bi vê yekê heye. Tenê bi vê rêyê dikariyan Tirkiyeyê pasîfîze bikin û planên xwe pêk bînin. Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan û Bulent Ecevît ji ber ku guh nedan van planan û ji bo pirsgirêka kurd nêzîkatiyeke Anatolî, neteweperwer, aştiyane û siyasî nîşan dan, hatin xistin. Xistina wan bi mirinê bi dawî bibe yan na, ji bo alîgirên şer ev yek ewqas girîng nebû. Jixwe di nava şer de bûn. Dê heta dawiyê şer bidomiya, her astengiya derdiket pêşiya wan ji holê rakiribûna û bigihiştina armancên xwe. Tesfiyekirina rastiya kurd a bi rêya leşkerî anku qirkirin jî di nav de bû. Heta ku hêzên hegemon piştgirî nedabûya vê xeta klasîk a Îttîhat Terakkîperest, tu şensê wan ê serkeftinê nebû.” 
 
RÊYÊN ÇIYÊ Û EWROPAYÊ
 
Ocalan, destnîşan kir ku ji endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê heta sala 1998’an, di bingeha hemû bûyerên siyasî û civakî yên girîng de xeta “NATO-Gladioyî” heye û anî ziman ku heta ku ev hêz neyê dîtin jî tu bûyerên girîng, pevçûn û sûîqest nema dikarin rast bên nirxandin. Ocalan, dibêje ku li dijî daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê yên gelan “Şerê NATO’perest” hatiye destpêkirin û xeleka dawî ya vî şerî jî derketina wî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an a ji Sûriyeyê ye. 
 
Rêberê PKK’ê diyar dike ku ji bo derketina wî ya ji Sûriyeyê du rê hebûn û wiha didomîne: “Ji van a ewil çiyê û ya duyemîn jî Ewropa bû. Pirsgirêka rayedarên sûriyeyî ew bû ku ez pir bilez û bez derketim. Lê xuyabû ku çûyîna min a Ewropayê gelek bi xweşiya wan nediçû. Di vê mijarê de alternatîfek pêş nexistin û ev yek jî qisûriyeke wan a cidî ye. Di esasê xwe de çûyîna Atînayê di nava hesabê de tune bû. Ev firsendek bû. Min baweriya xwe bi cidiyeta dostên li wir anî û min xwe ji vê firsendê paşve neda. Di vê mijarê de pirsa divê were kirin ev e; gelo di senaryoya derketina min a Atînayê de jî beşa Gladioyê ku li Yewnanistanê jî pir xurt e rol lîst an na? Ez nikarim bersiveke teqez bidim. Divê ev mijar were lêkolînkirin. Di radestkirina min a Tirkiyeyê de, di peymana DYA’yê ya bi rêveberiya tirk re de dibe ku di mijara pirsgirêkên bi Yewnanistanê re de lihevkirineke li ser rêgezan hatibe kirin. Qet nebe dibe ku di vê çarçoveyê de soz hatibin dayîn. Îxtîmaleke mezine ku bi taybet di mijara çareserkirina pirsgirêka Ege û Qibrisê de inyeta xwe eşkere kiribin. Divê baş bê dîtin ku Tirkiye di vê mijarê de bêyî ku sînorekî nas bike tawîzkar tevdigere.” 
 
ÇÛYÎNA ATÎNAYÊ
 
Abdullah Ocalan, da zanîn ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li Sûriyeyê bi balafirê bi rê ket û li Atînayê ji hêla endamê Rêxistina Îstîxbarata Yewnanistanê yê berê Savvas Kalenderidis ve hatiye pêşwazîkirin. Ocalan, wiha dibêje: “Wî bi xwe ez birim odeyeke li heman balafirgehê cem generalê hêzên hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakis (Serokê EYP’ê Haralambos Stavrokakis). Stavrakakis, pir tund nêz bû û got ku bi demkî jî be nikarim bikevim Yewnanistanê. Dostên ku me li hev kiribû li holê xuya nedikirin. Heta êvarê em bi hev ve mijûl bûn. Bi awayekî tesadufî têkiliya me ya Moskovê Nûman Uçar kete navberê. Me bi balafireke taybet a yewnan berê xwe da Moskovê. Bi saya alîkariya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jirinowski me karî bikevin Moskovê ku Rûsya wê demê di nava kaosa aborî de bû. Vê carê jî Şefê Îstîxbarata Hundirîn ê Rûs derket pêşiya me. Ew jî di nava heman helwestê de bû û pir tund nêz dibû. Di wan şertan de me nedikariya li Rûsyayê bimînin. Qaşo 33 rojan li wir veşarî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn, siyasiyên bi eslê xwe cihû bûn. Min wisa bawer dikir ku kesên durist bûn. Bi rastî jî dixwestin min veşêrin. Lê min nedikariya vê rêbazê rast bibînim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê A. Şaron û hem jî Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê M. Abllbrgiht hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê Rûsyayê Pirimakov bû. Tevek jî bi eslê xwe cihû bûn. Her wiha Serokwezîrê Tirkiyeyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû.” 
 
ÇIMA JI ROMA’YÊ DERKET?
 
Ocalan, helwesta Rûsyayê weke “Bêrûmet” pênase kir û got ku bi bedela “Projeya Mavî Akim” û krediya IMF’ê ya bi milyar dolaran ji Moskovê hatiye derxistin. Ocalan, serpêhatiya xwe ya 66 rojan a li Romayê jî wiha vedibêje: “Helwesta serokwezîrê demê Massimo D’Alema helwesteke durist bû lê têr nedikir. Nekarîbû temînata siyasî ya tam bide. Rewşa me hewaleyî darazê kir. Ez ji vê rewşê aciz bûbûm. Li ber digeriyam ku di firsenda ewil de ji Îtalyayê derkevim. D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû ku çiqas bixwazim dikarim li Îtalyayê bimînim. Lê belê ev helwest, bo min weke helwestekî zêde cidî nehat. Heke ez xelet nebim di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban çêbû. Gotin ku dixwazin bibin cihekî ku nedigotin bê ka kî dere. Ji ber ku fermiyet û temînata wê derê tunebû min qebûl nekir. Cara duyemîn a çûyîna min a Rûsyayê xeletî bû. Lê di vê şaşiyê de helwesta necidî ya Nûman Uçar roleke mezin lîst. Min baweriya xwe bi helwesta kesekê ku hêj min fêm nekiriye rastiya wê çiye anî û ketim rê. Heke min rastiya wê bizaniya teqez ji Romayê dernediketim. Bi balafira taybet a D’Alema ji sehaya NATO’yê derketim. Îcar jî Şefê Îstîxbarata Navxweyî yê Rûsyayê ez qaneh kirim ku dê biçim Ermenistanê û wisa birin balafirgehê. Bawerim li gorî senaryoya hatiye amadekirin, dê li balafirgehê bigotina çûyîna Ermenistanê betal bûye û heke bixwazim dikarim ji bo hefteyekê biçim Tacikistanê û dê di nava vê hefteyê de rêyeke alternatîf peyda bikin. Anku weke ku hatibim xapandin bi balafireke kargoyê derbasî paytexta Tacîkistanê Duşanbeyê kirin. Bêyî ku derkevin derve, hefteyekê di odeyekê de hatim sekinandin. Em dîsa vegeriyan Moskovê. Em neçar man ku dîsa serî li dostên xwe yên yewnan bidin. Piştî du rojan, di rojeke pir bi macera û sar a Moskovê de me dîsa berê xwe da Atînayê.” 
 
RÊWÎTIYA EFRÎQAYÊ
 
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku di berdewamiya vê pêvajoyê de rêwîtiya Efrîqayê heye û wiha didomîne: “Qaşo dê biçûna Efrîqaya Başûr, hem dê têkiliyên dîplomatîk ên xurt bihatina pêşxistin hem jî dê min pasaporteke fermî ya derbasdar bigirta. Sextekariya dewleta yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû. Di esasê xwe de demokrasiya gelê yewnan di dîrokê de her tim ji hêla vî sextekarî ve hatiye xapandin û rê li ber trajediyên mezin vekiribû. Diviya bû ez li gorî vê rastiyê nêz bûbûma. Gelemperî mîna dilsaxiya zarokekî nêzî hevaltiyan dibûm û vê jî bandor li helwesta min kir. Di derketina ji Yewnanistanê de dema em ber bi her du balafirgehan ve diçûn, ajokarên her du wesayîtan ez pir hişyar kirim û gelek hewl dan ku ez neçim. Ji bo ku bibêjin komployeke mezin di meriyetê de ye, ya ji desê wan dihat kirin û durist tevgeriyan. Îxtîmaleke mezin e ku ew jî karmendên îstîxbaratê yên payeya wan kêmtir bûn. Yê ewil wesayît li balafirê da û xwest çûyîna min asteng bike. Yê duyemîn jî wesayît li ser rêya ku diviya bû em bi veşarî biçûna, li nêzî balafirgehê weke ku wesayît xera bûye nêzî 7 caran da sekinandin. Me baweriya xwe ewqas bi wan sozan anîbû ku min qet ferq nekir. Berevajî vê, min demek beriya demekî dixwest bibînim bê ka di qederê de çi heye. Balafira ku ez tê de bûm, wesayîteke ku Gladioyê di operasyonên veşarî de bi kar di anî bû. 
 
VEGER DIHAT WATEYA ‘MIRINA SPÎ’
 
Lê beriya wê sefera me ya Mînksê hebû. Beriya ku em biçin Naîrobiyê, ji ewil dê li ser Mînksê derbasî Hollandayê bûbûma. Dîsa bi balafireke taybet, zêdetirî du saetan di wê sir û seqema Mînksê de li bendê mam. Lê balafira li bendê bûn nehat. Polîsên balafirgehê yên Rûsyaya Spî bi deqîqeyan balafir kontrol kirin. Weke îxtîmalek belkî jî weke firsendeke dawî dê biribûna Balafirgeha Mînskê. Ya din jî mabû ser wijdana rêveberiya Rûsyaya Spî. Ya balkêş ew bû ku di wê navberê de Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirk Îsmet Sezgîn hatibû serdana Mînskê. Piştî ku balafira em li bendê nehatî, weke ku ev firsend ji dest çûbe. Veger, dihat wateya ‘mirina spî.’ Dema balafira Gladioyê li ser Behra Spî difiriya, bi şîroveya xwe ya din min ev dişiband sefera trênê ya cihûyên ên ber bi qirkirinê ve dihatin veguhestin. Di şexsê min de, rejîmeke qirkirinê li gelekî dihat ferzkirin û ketibû qonaxa herî krîtîk. Min rûyê veşarî û rast ê NATO’yê di dema van rêwîtiyan de nas kir. Dema ji Mînskê vedigeriyam, ji bo ku balafir danekeve welatekê Ewropayê ji bo 24 saetan alarm dabûn. Wisa xuya dike ku ji bilî Balafirgeha Mînskê tu dever nemabûn û tekane dewleta wê demê dijraber Rûsyaya Spî bû. 
 
SÊ RÊYÊN DANÎN PÊŞIYA OCALAN
 
Di dojeha li Nairobiyê sê rê danîn pêşiya min. A yekemîn, mirineke ji ber bêîteatiya fermanê ya demdirêj bû ku dê qaşo di encama pevçûnê de bihatima kuştin. Ya duyemîn; dê bi her gotinên CIA’yê bikim û teslîm bibim. Ya sêyemîn jî radestkirina min a yekîneyên tîmên taybet ên tirk bû ku ev plan ji zû de amade kiribûn. Dema em li Nairobiyê li cem min Dîlan hebû û bifikar bû. Heke nêrînên xwe tam parve bikira û bikariya rêxistinên civaka sivîl bixista nava liv û tevgerê, dibûya ku komplo heta astekî vala bihata derxistin heta bi tevahî têk biçûya. Pêşniyar dikir ku em bi yek demancayê xwe biparêzin û min ev yek rast nedît. Ev yek hem bo me û hem jî bo min dihat wateya întîharê. Iniyeta min a întîharê jî nebû. Heta kêliya dawiyê jî pir israr kir ku ez çekê bigirim cem xwe. Heke li ser min çek hebûya û min hewl bida bi kar bînim, teqez dê dawiya wê bûbûya mirin. Di demên piştre di lêpirsîne de ji min re hat gotin ku heke çek bihata bikaranîn, fermana kuştinê hatibû dayîn. Gotin ku derketina min a ji sefaretxaneyê jî dihat wateya mirinê. Gotin ku te helwesta herî biqaline nîşan daye. Em nizanin bê ka çiqas rast gotin. 
 
JI BO KU DERNEKEVIM MIN LI BER XWE DA
 
Di panzdeh rojên li Naîrobiyê de helwesta Serkonsolos Kostulos divê were fêmkirin. Gelo hatibû bikaranîn? Yan pir beriya wê weke parçeyeke planê hatibû amadekirin? Min bi xwe ev fêm nekir. Beriya ku bêm teslîmkirin qet nehat wê mala ku îkametgeha wî ew der bû. Dihat xwestin ku ji sefaretxaneyê bi darê zorê bêm derxistin lewma hinek tund li dijî zebaniyê Naîrobiyê derketibû. Lê dibe ku ev helwesta wî helwesteke sextekar be. Vêcarê jî qaşo ji bo çûyîna Hollandayê ji Pangalos destûr wergirtibû. Min ji vê gelek bawer nekiribû. Ji ber ku yekîneyên tîmên taybet ên yewnan heke derketibûma dê bi darê zorê êriş bikirana û di kemînê de bûn. Polîsê Kenyayê jî amadekariyên xwe ji bo heman tiştî kiribûn. Belê, çûyîna Komara Efrîqeya Başûr jî weke çîrokeke xapandinê li cihê xwe mabû. Pêşniyarên weke xwespartina dêrê û NY’yê her tim cihê gumanê bûn. Ji bo ku dernekevim min li ber xwe da.”
 
‘OPERASYONA HERÎ GIRÎNG’ A NATO’YÊ
 
Ocalan, diyar dike ku ji bilî DYA’yê tu hêz nikarin pêvajoya komployê ya ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kirî û heta 15’ê Sibata 1999’an domiyayî birêve bibe û wiha got: “Tekane rola hêzên şerê taybet a tirk ew bû ku min bi balafirê bibin Îmraliyê ku wê jî bi awayekî bikontrol bikin. Teqez pêvajoyeke wisa bû ku di dîroka NATO’yê de operasyona herî girîng bû. Ev yek ewqas eşkereye ku li her devera em diçûnê tu kesî nedikariya helwestekî cuda nîşan bide. Yên ku nîşan didan jî yekser dihatin bêbandorkirin. Rûsyaya mezin jî bi awayekî hatibû bêbandorkirin. Helwesta yewnanan jixwe ji bo vegotina her tiştî bes dikir. Tevdîrên ewlehiyê yên li dora mala li Romayê ez lê dimam ev rewş baş nîşan dida. Ji bo rewşa girtinê tevdîrên pir awarte girtibûn. Nedihiştin gavekî biavêjin derve. Tîmên ewlekariya taybet heta ber deriyê odeya min dihatin û 24 saetan kontrol dikirin. Hikûmeta D’Alema, hikûmeteke çepgir a demokrat bû. D’Alema xwedî tecrûbe nebû û nekarî bi tena serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Ingilistanê jê re got ku divê biryara xwe ya esasî ew bi xwe bide û piştevanî nedayê. Helwesta Brukselê zelal nebû. Di dawiya dawî de em hewaleyî darazê kirin. Mimkin nîne ku mirov di vê helwestê de bandora Glaidoyê bibîne. Jixwe yek ji welatên herî zêde Gladio lê xurt jî Îtalya bû. Berlusconi tevahiya hêza xwe xistibû nava liv û tevgerê. Ew bi xwe mirovê Gladioyê bû. Min dizanî ku Îtalya nikare min ragire lewma neçar mam ku ji wir derkevim. Li hemberî vê jî Tirkiye ji bo DYA û Îsraîlê kiribûn welatê herî biewle. Pêvajoya ku tê îdiakirin kûrewî bûbû, di esasê xwe de ji bilî çîroka pêşkeşkirina Tirkiyeyê ya nava fînans kapîtalîzma kûrewî zêdetir tiştekî din nebû.” 
 
GAVA GIRÎNG A PROJEYA MEZIN A ROJHILATA NAVÎN
 
Rêberê PKK’ê komploya navneteweyî weke “Ji bo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gava herî girîng” ninrxand û ev nirxandin kir: “Gotina Ecevît a ‘Min bi tu awayî fêm nekir bê ka Ocalan çima radestî me hat kirin?” gotineke vala nîne. Şerê Yekemîn ê Cîhanê çawa ku bi kuştina Velîahdê Avûstûryaya ji hêla nîjadperestekî sirp ve dest pê kiribe, ji hêlekî ve ‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê’ jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Ji bo ku mirov pêvajoya piştî operasyonê fêm bike, divê mirov tiştên beriya oprasyonê û di dema operasyonê de baş fêm bike. Serokê DYA’yê Clinton ji bo ku ji Sûriyeyê bêm derxistin bi Serok Hafiz Esed re li Şamê û Swîsreyê du civînên zêdetirî 4 saetan dirêj kiribûn. Hafiz Esad di wan hevdîtinan de bi girîngiya min hesiya. Wî jî guncav dît ku vê pêvajoyê bi demê re vehêle. Ji bo demekî be jî, tu caran daxwazeke ku ji Sûriyeyê derkevim nekir. Li dijî Tirkiyeyê ez weke hêmayeke girîng didîtim û dixwest jê sûd bigire. Min jî Sûriye neçar kir ku helwestekî stratejîk pêş bixe. Lê belê hêza min û rewşa min ji bo serkeftina vê derfet nedidan. Heke ez li Îranê bûma, dibe ku tifaqeke stratejîk bihata pêşxistin. Di wê mijarê de baweriya min jî bi Îranê nedihat. Gumanên min ji helwestên wan ên kevneşop hebûn. Clinton û pêşêngên kurd ên Iraqê ku di nava têkiliyan de bûn, mayîna min a li Sûriyeyê li dijî armancên xwe yên stratejîk didîtin. Ji ber ku hem Kurdistan û hem jî kurd roj bi roj ji kontrolê derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê gelek aciz bû. Asta pêşketinên li Kurdistanê, derketina ji kontrolê ya Kurdistanê, bo wan rewşeke ku were qebûlkkirin nebû. Kontrolkirina Kurdistanê ji bo planên li ser Iraqê pir girîng bû. Li min ferz dikirin ku teqez ji wir derkevim û dawî li nasnameya kurdattiyê û xeta azadiyê bînim.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
SIBE: Hêzên li piştperdeya komployê 
 

Sernavên din

26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne