ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin

img

STENBOL - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Adarê vê carê ji bo piştgiriyê bide Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê daxuyanî da. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan, diyar ku dê kevneşopiya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapemeniya azad berdewam bikin. Boltan, anî ziman ku dê di her şert û mercan de rastî û heqîqetê bidomînin. 

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ku her meh rapora mehane li Amedê aşkere dike, vê carê ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, rapora Adarê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê aşkere kir. Li salonê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bedengkirin" vekirin. Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nûnerên çapemeniyê û gelek rojnameger tev li daxuyaniyêbûn. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan daxuyanî da. 
 
ÇAPEMENIYA CUDA NAXWAZIN
 
Boltan, diyar kir ku meha adarê ji bo çapemeniyê û rojnamegeran bû meha zext, ceza û binçavkirinan û wiha got: "Bû meha yek dengiyê. Êdî li Tirkiye deng û çapemeniya muxalif nayê xwestin. Çapemeniya yek tîp û yek teng tê xwestin. Çapemeniya muxalif her gav dikare dengê wê bê qutkirin. Yên nikarin bikirin bi riya qeyûmê desteser dikin. Firotina Koma Medya ya Dogan rê li pêş şikandinek mezin ya çapemeniyê vekir. Ji niha û şûnde Rêveberiya Qesrê dê bêtir hewl bide tenê çapemeniya ku cih dide yek dengî derxe pêş. Piştî înternet xistin bin kontrola RTUK'ê û Koma Dogan firotin, niha jî bi riya Qeyûmê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun desteser kirin. Ev aşkere nîşan dide ku Qesr dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe."  
 
'AKP DIXWAZE MEDYA KONTROL BIKE' 
 
Boltan, da zanîn ku di hefteyek dawî de îktidara AKP'ê weşanên întertenê bi destûra RTUK'ê ve girê  da û wiha got: "Bi vê yekê îktîdara AKP'ê dixwaze bi hêsanîtir medya kontrol bike. Li aliyê din Koma Medya ya Dogan ku bi hemû hêza xwe xizmeta îktîdarê dikir jî ji ber ku di qada aborî de serbixwe bû firotin û xistin destê patronan. Hem di qada aborî de û hem jî di qada polîtîkaya weşanê de xistin bin desthilatdariya xwe. Bi vê yekê jî nehat ser şev nîvê şêvê (27 Adar 2018) polîsan bi ser Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku tekane nûneriya çapemeniya azad e girtin. Dîsa bi ser Çapxaneya Gun a Ozgurlukçu Demokrasî lê tê çapkirin de girtin û dest danîn ser. Hemwext bi ser rojname û çapxaneyê de girtin û li aliyê din Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasım Zengîn jî di navde 27 xebatkarên çapemeniyê binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Hişmendiya ku dixwazin bi ve yekê Çapemeniya Azad bêdeng bikin, xuya ye ku tiştek ji têkoşîn û kevneşopiya me ya 30 salan fam nekirine."  
 
'ÇAPEMENIYA AZAD DÊ HER DEM ŞOPDARÊ HEQÎQETÊ BE'
 
Boltan, da zanîn ku çapemeniya azad her dem di şopa heqîqetê de dimeşe û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê bedelên giran dan. Avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Li kolanan rojnameger hatin infazkirin. Bi hizaran sal cezayê girtîgehê dan xebatkarên çapemeniyê. Lê qet û qet dest ji têkoşîna şopa heqîqetê bernedan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku desteser kirin jî berdewama mîrateya vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê kevneşopiya Çapemeniya Azad dê di her şert û mercan de astengiyan derbas bike û şop û rêya heqîqetê berdewam bike."  
 
BANG 
 
Boltan, îktîdar hişyar kir û wiha got: "Em bang li îktîdarê dikin ku dest ji van rêbazên ku dixwazin medya alternatif û muxalif bêdeng bikin berdin. Em îktîdarê hişyar dikin û dibêjin ev rê û rêbaz Tirkiye dixe nava rêya ku Tirkiye dibe rojên tarî. Îktîdar bi girtina rojnamegeran, bi tayînkirina qeyûman, bi desteserkirina rojname û çapxaneyê nikare hebûna xwe berdewam bike. Bi van polîtîkayan welat dike baxê bê strî û bê gul. Yên ku baxê Tirkiye bê gul û strî dihêlin, bila zanibin ku di sedsala 21'an de dê nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin.  Di asta em hatinê de, hikûmetê hemû medya muxalif û dengê muxalif kirine hedefa xwe. Bi van pêkanînên hikûmetê xuya dibe ku tu medya muxalif û alternatif tehamul nake û qebûl nake. Xuya dike ku dê destûr nede kesî. Ji bo vê yekê serî li hemû rê û rêbazên zorê dide.  Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad em bang li hemû rojnamegerên wêrek û saziyên çapemeniyê yên muxalif dikin ku şêwirmendiyê xurt bikin.  Li dijî polîtîkayên zext, tundî, çewsandin û siyaseta bêdengkirinê em bi hevre şewirmendiyê xurt bikin û mafê gel ê xwedî agahiyê biparezin.  Di tu serdema dîrokê de rastî teslîmî derewan nebûye. Tu carî rastî li hemberî derewan têk neçûye û têk naçe."  
 
Boltan rapora Adarê aşkere kir û ev agahî dan: 
 
170 rojnameger girtî ne. 
41 rojnameger hatin binçavkirin. 
2 rojnameger hatin girtin. 
3 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin. 
83  rojnameger hatin darizandin. Ji vana der barê 30 rojnamegerî de ceza hat birîn. Li 30 rojnamegeran bi tevahî 178 sal û 4 meh ceza hat birîn. 
1 rojname û 1 çapxane qeyûm tayînî wan hatin kirin. 
1 rojnameger qunçiknivîsên wî hatin sansurkirin. 
 Koma Medya ya Dogan hat firotin. 
Înternet ket bin venêrtina RTUK'ê 
Rojnameyek 12 caran ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin." 
 
EM DÊ DAGIRKERIYÊ BIŞKÎNIN
 
Herî dawî Serokê Basin ÎŞ a DÎSK'ê Faruk Eren jî axivî û diyar kir ku ew dê bi piştevanî û şewirmendiyê vê dagirkerî, dorpêç û zextên li ser çapemeniyê bişkînin. 

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin