'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'

img

AMED - Sînemager û derhêner Halîl Uysal (Dag) yê berê kameraya xwe da çiyê, di demek kurd de 6 film kişandin û di sinemaya kurd de cihekî taybet girt. Sînemager Ardin Dîren, diyar kir ku di sînemayê de cihê fîlmên Uysal, cihekî taybet e û wiha got: "Halil Dag, ji bo sînemaya kurd Stêrka Bakur e."

Li Almanyayê Halîl Uysal li Kurdistanê Xelîl Dag bi fîlmên xwe û sekna xwe bû pêşengê sînema û hunera kurdî. Dag li çiyayan dixwest ligel gerîlatiyê hunera azad pêş bixe. Dag beriya 10 salan ango di 1’ê Nîsana 2008’an de jiyana xwe ji dest da. Dag beriya ku jiyana xwe ji dest bide wiha gotibû: “Doza min ew e ku ez behsa gerîlayan bikim.” Xelîl Dag gerîla, derhêner û wênekêş bû. Berî demekê gelê Kurd Xelîlê xwe yê ku evîndarê Kurd û Kurdistanê bû di qeydên wî yên vîdyoyê de bi wê kena wî ya geş di ser ekranên Stêrk TV’ê de di bernameyna taybet a ‘Lênûska Botan’ de dîtin. Xelîlê di wê bernameya taybet de ku xuya dike di meşa xwe ya ji Botanê ber Agiriyê ve kişandiye kameraya xwe de bi çavên tijî bawerî û wêrek li çiyayan bi komeke gerîlayan re dimeşe. Xelîl Dag di sala 1973’yan de li Almanyayê ji dayik bû. Piştî ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas kir bi demeke kurt, bû Xelîl Dag, bi gotineke din Xelîl Çiya û jiyana wî bi temamî hat guhertin. Ji ber ku bavê wî ji Îzmîrê û dayika wî jî ji Agiriyê ye, vê yekê hişt ku Xelîl ji cudabûnê hez bike. Eger wî Kurd nas nekirana dê aliyekî Xelîl kêm mabûya. Di sala 1995’an de di damzerandina yekemîn televîzyona Kurdî li Ewropayê Med Tv de, cihê xwe girt. Dema ku hîs kir ew ê bi vî awayî tam nikaribe Tevgera Azadiya Gelê Kurd fêm bike, berê xwe da Rojhilata Navîn ango çiyayan. Di sala 1995’an ji bo hevdîtinekê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike, çû Şamê. Piştî vê hevdîtinê, mîna ku ew jî dibêje, Xelîl ji rojên vejîna gelekî re şahidî kir. Di nivîseke xwe de, Xelîl wiha behsa tiştên ji çiyayên Kurdistanê fêr bûye dike: “Min, tenê bedena xwe anî çiyê. Lê min gelek tişt ji çiyayan wergirtin. Ez li çiyê mezin bûm. Ne wekî temaşevanekî. Min bi her awayî di nava jiyana çiyê de cihê xwe girt.”
 
LI VAN ÇIYAYAN GELEK TIŞTÊN BALKÊŞ HENE'
 
Ji bo Xelîl kişandina wêneyên gerîlayekî devliken, serketinek bû. Jixwe wî jî wiha gotibû: “Ez bawer im ku li van çiyayan gelek tiştên balkêş hene.” Ji bo van dîmen û bûyerên balkêş ragihîne, kişandina wêneyan ji bo wî xeyalek bû. Xelîl bi vê xebata xwe baş dizanibû, ku ji jiyana wan kesên ciwan, tenê dê ew wêne bimînin. Xelîl tenê bi kişandina wêneyan bi sînor nema, dixwest vê yekê bi riya sînemayê jî, bi mirovahiyê bide naskirin. Bi vê xwestekê re xeyalên xwe jî pratîze kirin û bi kameraya xwe li çiyayên Kurdistanê dest bi çêkirina fîlmên rasteqîn kir.
 
MEŞA BER BI ÇIYAYÊ AGIRIYÊ VE EW GELEK KELECAN DIKIR
 
Pêşxistina xebatên sînemayê li çiya, dibe ku ji bo gelek kesan xeyal be, lê Xelîl ev yek hem dijiya û hem jî, pêk dianî. Fîlmên ku bi milyonan Dolarî tên amadekirin, Xelîl bi xwêdana keda eniya xwe temam kirin, ne tenê yek, tam derhêneriya 6 fîlman kir. Tîrêj, Neynika Bejnê, Nepeniya Rûyên me, Demên Jin ji wan hez dike, Hêstirên Zapê û herî dawî jî, Bêrîtan. Xelîl bi fîlmê Bêrîtan, berxwedana jinên Kurd nîşanî tevahiya mirovahiyê da. Klîbên gerîlayan ku îro ji aliyê milyonan kesî ve tê temaşekirin jî, berhemên Xelîl in. Xelîl rê li ber Delîla vekir ku wî dengê xwe yê xweş bigihîne hemû Kurdan. Xelîl her tim di jiyana xwe de, hewl dide kêmasiyekê temam bike. Xelîl ji bo xebata belgefîlmekî ku behsa ‘Meşa ber bi Çiyayê Agiriyê ve’ bide destpêkirin, berê xwe da bakurê Kurdistanê. Dema belgefîlma ‘Meşa Ber Bi Agiriyê Ve’ amade dikir jiyana xwe ji dest da. 
 
Xelîl wiha behsa heyecana wê rêwîtiya xwe dikir: “Dema ku ez difikirim ez ê belgefîlma bi navê ‘Meşa Ber Bi Çiyayê Agiriyê ve’ temam bikim, gelekî bi heyecan dibim. Li vê herêmê şerên dijwar diqewimin, gelo ez ê karibim xebata xwe bi serkeftî temam bikim, ez vê yekê nizanim. Lê qet nebe, ez ê jî wekî wan moriyên ber bi Kabeyê ve dimeşin, di wê riyê de bimirim.”
 
MEŞA XELÎL DIDOME 
 
Li rawestgeha yekemîn a Xelîl, li herêma Botanê, 1’ê Nîsanê tevî 3 hevalên xwe, di encama êrîşa artêşa tirk de, jiyana xwe ji dest da. Xelîlê çiyayan digot; “Li şûna ku ez li kêlekê bisekinim, pêwîst e ez li navenda şer bim.” Xelîl dê tu carî ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve neyê jibîrkirin. Dibe ku Xelîl jiyana xwe ji dest dabe, lê wî bi dehan klîp, gotar, gelek wêne û 6 fîlm li pey xwe hiştin. Nivîsên Xelîl ên mayî jî, piştî jiyana xwe ji dest da, hatin berhevkirin û wekî pirtûk hatin weşandin. Hevalên Xelîl jî, xwedî li mîrateya wî derketin û xebatên wî di bin navê ‘Sînemaya Çiya’ de didomînin. 
 
'KESAYETIYA WÎ LI ÇIYÊ XURT BÛ'
 
Sînemager Ardin Diren bi minasebeta salvegera Halîl Dag li ser sînemageriya Dag axivî. Diren, anî ziman ku di sala 1995'an de ji Ewropa ber bi Çiyayê Kurdistanê ve ber bi rewîtiyê dike û wiha got: "Di serî de nasnameya wî ya sînemayê pir pêş neketibû. Dema çû çiyê weki rojnameger dest pê kir. Pişt re li çiyê nasnameya wî ya sînemageriyê pêş ket. Wî jî got: "Kesayetiya min li çiyê rûnişt û pêş ket. Li wir berxwedan û îxanet bi hev re dît. Di nava herdu rastiyan de jiya. Wekî şervanekî û sinemavanekî çavdêrî kir. Vê rastiyê dixe kadrajê û nemir dike. Diyar dike ku Çiya ji bo kurdan pir girîng e û bingeha jiyanê ye û pişt re paşnavê xwe dike çiya. Dîsa diyar dike ku çiya ji bo kurdan bingeha jiyan û berxwedanê ye. 
 
'RÊWÎTIYA AWARTE YA XWEZAYÊ DIKÊŞE KAMERAYÊ' 
 
Diren, anî ziman ku di rojnivîsk û bîranînên xwe de behsa rêwîtiyê dike û wiha dibêje: "Kurd yekem car bi çiya re têkoşîna azadiyê nas dikin. Bi vê têkoşînê rêyekê ji xwe re dibînin. Ji ber ve yekê rê û çiya dide ber hev. Piştî demekê jiyana gerîlla dike fîlm û nemir dike. Hem rojnameger û hem jî sînemager e. Rastiya çiyê û jiyanê dike yek. Bi tena serê xwe nake. lê pêşengiyê dike." 
 
FÎLMÊ HERÎ ZÊDE HAT TEMAŞEKIRIN BÊRÎTAN BÛ
 
Diren, anî ziman ku Dag di fîlmên sinemaya kurd de cihekî pir taybet digire û di nava fîlmê wî de yê herî zêde hat temaşekirin fîlma Beritan bû. Nêzî 2 milyon kesan ev fîlm temaşe kir. Halil Dag, ji bo vî fîlmî dibêje "Ev fîlmê gerîlla ye. Di fîlmê gerîlla de tarza jiyana wî heye. Divê ev rasti jî bê zanîn." Halil li wan çiyan bi evîna azadî û zanebûnê tev digere. Dixwaze vê rastiyê bigîne gel." 
 
NÛNERÊ RASTÎN Ê SÎNEMAYÊ YE
 
Diren, da zanîn ku di cîhanê de gelek kesan pêşengî ji sînemayê re kiriye, lê di cîhanê de nûnere rastîn ê sinemayê Dag e. Dag li çiya sinemayek cuda pêş xistiye. Di tevgera gerilla te tiştekî nû ava kir. Dag bi mînak û berhemên xwe ne tenê di sinemaya kurd de di sînemaya cîhanê de mînakek bi tenê ye." 
 
WEKÎ ARKEOLOGAN E
 
Diren, anî ziman ku dema tenê mirov bi fîlmê Beritan bigide dest jî hem çand û hem jî dîroka kurdan vegotiye û wekî arkeologekî dirak û çanda kurdan ronî kiriye û wiha got: "Yilmaz Guney dibêje 'Hunermendê gel şervanê gel e' Halîl Dag ev gotin xistiye meriyetê. Ji bo kurdan pêşengiya sinemayê kiriye. Halil Dag ji bo me û sînemaya kurdî Stêrka Bakur e. Rê nîşanî me dide." 
 
MA / Dicle Müftüoğlu 

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin