Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin

img

STENBOL - Nivîskar û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û desteserkirina rojname û çapxaneyê dan û diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsand bûn hedef û wiha gotin: "Em dê her dem rastiyan binivîsin. Ji ber ku wijdanê me fermanê dide ku em rastiyan binivîsin. Em dê dîsa nivîsandina rastiyan berdewam bikin." 

Polîsan li Stenbolê, di şeva navbera 27-28’ê Adarê de bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girtin û TMSF’ê dest danî ser herdu saziyan. Hem dest danî ser mal û milkên saziyên çapemeniyê û hem jî xebatkarên rojnamê û çapxaneyê binçav kirin. Polîsan di serdegirtina saziyan û malên xebatkarên çapemeniyê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbaayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî, Îrfan Karaca, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necatî Hizarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demî û du kesên paşnavên wan nehatin hînbûn Îsmaîl û Muhammet binçav kirin. 
Dorpêç û desteserkirina Navenda Rojnameyê û Çapxaneyê berdewam dike. 
 
Têkildarî desteserkirina Rojname û çapxaneyê de xebatkar û edîtorên rojnameyê diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsandiye û tawîz ji rastiyan nedane bûne hedef. Xebatkaran diyar kir ku ew dê nivîsandin rastiyan berdewam bikin û tawîzan ji rastiyan nadin. Xebatkaran anîn ziman ku ew guh didin dengê wijdanê xwe û wijdanê wan çi fermanê bide wan dê wê bikin. 
 
Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Yusuf Gursucu, diyar kir ku di nava rojnameyên Tirkiyeyê de cihê rojnameya wan pir taybet û girîng bû û wiha got: "Sedema vê yekê ji rastî u bêalîbûna xwe tu carî tawîz neda. Mînak hefteya borî Koma Medya ya Dogan firotin Holdînga Demiroren. Ew jî kirin perçeyek medya hawizê. Li vir dixwazin yekdengî û yekrengîyê ava bikin. Dixwazin her tiştî têxin kontrola xwe. Dixwazin rastiyan veşêrin. Di demên berê dejî wisa kirin. Lê niha ev yek zêde bûye. Sedema van êrişan jî rastiya Efrînê ye. Ji ber Ozgurlukçu Demokrasî di pêvajoya Efrînê de performansek baş nîşan da. Rastiya ku kesî nezanîbû nivîsand. Gelek rastî di rojnameya me de bi raya giştî re hatin parvekirin. Van rastiyên ku di rojnameya me de hatin weşandin îktîdar gelek bêzar kir. Ji ber vê yekê îktîdarê em kirin hedef. Çi dibe bila bibe em dê her dem rastiyan bigînin civakê û gel. Duh tu çapemeniyê behsa tayînkirina qeyûmê ya ser çapemeniya kurd neda. Ev nîşan dide ku çapemeniya hawiz wekî nanê sêlê ye. Lê çi dibe bila bibe em dê di her şert û mercan de rastiyan binivîsin." 
 
‘DEMA ZELALIYÊ YE
 
Gursucu, da zanîn ku divê êdî saziyên çapemeniyê xwe zelal bikin û wiha got: "Saziyên çapemeniyê an divê helwesta xwe li hemberî hikûmetê nîşan bidin an jî divê li hemberî gel nîşan bidin. Yên li tenişta dewletê cih bigirin têde ne dê bibin banoya reklaman. Dê rastiyan ji gel veşêrin. Lê yên aliyê gel dê her dem tawîzan ji rastiyan nedin." 
 
‘NAVÊ VÊ YEKÊ ROJNAMEGERÎ YE' 
 
Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ender Ondeş jî anî ziman ku ew karê ku rastiyan bi raya giştî re parve bikin dikin û wiha got: "30 salin em vî karî dikin û bedelên wê hene. Em bedelê vê yekê didin û dikin. Di mijara Efrînê de dewletê nedixwest em rastiyan binivîsin. Lê me cih da gotinên welatiyên Efrînê û rastiya li wir bi raya giştî re parve kir. Em karê rojnamegeriyê dikin. Rastî çibe em wê rastiyê dinivîsin. Em li gorî rêgezên rojnameya gerdûnî dinivîsin." 
 
WIJDANÊ ME FERMANÊ DIDE ME' 
 
Ondeş, da zanîn ku ew li gorî fermana wijdanê xwe dinivisin û wiha berdewam kir: “Piştî Koma Medya ya Dogan hat firotin, derket holê ku dibêje 'Ji bilî min divê kes ne axive. Divê tu kes nenivîse. Tenê tişta min got divê bê nivîsandin. Di mehekê de bi hezaran deqîqe axaftina wî hatiye dayîn. Dixwaze tenê axaftina wî bê nivîsandin, xwendin û guhdarkirin. Lê rastî tenê bi gotina wî ne bi sînor e. Ji bilî axaftinên wî rastiyên din jî hene. Divê ev rastî jî bi gel û civakê re bê parvekirin. Pere dikare her tiştî bikire. Lê nikare wijdan bikire. Pere nikare me bikire. Ji ber ku nikare me bikere me bêdeng dike. Dîrok her tiştî fêrî mirovan dike. Di serdema Hîtler de jî belavok veşarî dihatin belavkirin. Îro em hene û em dê her dem rastiyan bi mirovan re parve bikin. Em dê li gorî wijdanê xwe tev bigerin." 
 
‘DI SERÎ DE DIXWAZIN ÇAPEMENIYA KURDÎ BÊDENG BIKIN'
 
Ondeş, da zanîn ku yê herî zêde hikûmet û îktîdarê dixe zorê û bêzar dike ew in û wiha lê zêde kir: "Divê em bê refleks nemînin. Divê em li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Berî her tiştî mudaxaleyî çapemeniya kurdî dikin. Niha Rojnameya Cumhuriyetê li dijî îktîdara siyasî li ber xwe dide. Çawa ku pirsgirêka kurd pirsgirêka bingehîn e. Pirsgirêka çapemeniya kurdî jî pirsgirêka bingehîn e. Ev helwesta hikûmetê kampanya hilbijartina herî bi xwîn e. Di vê pêvajoyê de kesên ku bêdeng bimînin nikarin xwe xelas bikin." 
 
‘EM DÊ DÎSA BÊN ' 
 
Ondeş, destnîşan kir ku vê rojnameyê gelek bedel dane û bi van bedelan li ser piyan maye û wiah got: "Ji mirovên 70 salî heta zarokên biçûk bedel dan. Zarokên 15 salî kuştin. Lê bila her kes baş zanibe em dê dîsa bên. Teqez em dê vî qilaçî derbas bikin."
 
KOLAN BI KOLAN EM DÊ BIGERIN'
 
Editorê Ozgurlukçu Demokrasî Ruken Tuncel jî anî ziman ku ji ber nasname û sekna wan ew bûn hedefa îktîdarê û wiha got: “Rojnamegerî li cem îktîdarê nabe. Divê her dem karibe rexne bike. Em li gorî rêgezên rojnamegeriyê xebatê dikin û ji ber vê yekê em dibin hedef. Divê di vê pêvajoyêde medya muxalif bêtir dengê xwe bilind bike. Ger ku di vê pêvajoyê de gav paşve bê avêtin, de dor bê her kesî. Em dê karê rojnamegeriyê berdewam bikin. Ger ku pêwist be em dê bi girseya xwe re kolan bi kolan bigerin û rastiyan li kolan û taxan ji gelê xwe re bêjin. Em dê bi her awayî rastiyan ji gel re bêjin." 
 
‘ÎKTÎDAR DÊ BIXWAZE MEDYA BÊ NEFES BIHÊLE' 
 
Rojnameger Mehveş Evîn jî diyar kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî her dem bi astengiyan re şer kir û wiha got: "Her dem rastî zext û astengiyan hat û her dem bi wan re di nava Têkoşînekê de bû. Şev nivê şevê polîs bi ser saziyê de bigire û qeyûm tayîn bike, ev nişan dide ku me bendek din derbas kiriye. Koma Dogan firotin Demîroren a ji sedî sed di kontrola Qesrê de. Ji niha û şûnde RTUK dê mudaxaleyî weşana înternetê bike. Ev operasyon ji wan ne serbixwe ye. Îktîdar dê bixwaze medyayê bê nefes bihêle. Beriya hilbijartinê dê bixwaze dengê cuda qut bike. Ji ber ku pir ditirsin ku winda bikin." 
 
MA / Muhammet Doğru – Bilal Seçkin

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin