Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!

img

ÎZMÎR – Li Îzmîrê, Fîlîz Adiyaman dema xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibe, rengên kesk û zor û zer wekî hincet hatin nîşandan û hat binçavkirin. Derket holê ku tevî kurê xwe Agîtê sal û nîvî hefteyekê di nezaretxaneyê de hatiye hiştin. Adiyaman bi lêv kir ku tevî kurê xwe yê biçûk di warê derûnî de hatine îşkencekirin. 

Di 21’ê Adarê de di pîrozbahiya Newrozê ya li Gundogdûya Îzmîrê hat pîrozkirin de ji 60’î zêdetir kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Filîz Adiyaman bû. Derket holê ku Adiyaman tevî kurê xwe Agît ê sal û nîvî 7 rojan di nezaretxaneyê de hatiye girtin. Piştî îfadeya li dozgeriya li Edliyeya Îzmîrê Dadweriya Ceza ya Sulhê Adiyamanê bi şertê venêrîna edlî berda. 
 
Adiyaman, diyar kir ku dema tevî kurê xwe xwestiye tev li pîrozbahiya Newrozê bibe, flamaya kesk û sor û zer wekî hincet hatiye nîşandan û hatiye binçavkirin. Adiyaman got ew hatine derbkirin jî. 
 
Adiyaman destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de kurê wê Agît tirsiyaye û got polîsan jê re gotiye: “Ev reng ên terorîstan e.” Adiyaman, bi lêv kir ku di dema binçavkirinê de polîsan heqaret li wan kiriye û got polîsan gotiye: “Zarokê te heye ji bo çi tu tev li çalakiya terorîstan dibî.” Adiyaman, destnîşan kir ku dema wê gotiye çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin û piştî vê careke din polîs nepeyivîne. 
 
‘POLÎS BI SER DE QÎRIYAN’
 
Adiyaman, bi lêv kir ku tevî kurê xwe bi rojan di nezaretxaneyê di warê derûnî de hatine îşkencekirin. Adiyaman anî ziman ku ew nêzî 30 jin di qadeke 30 metrekareyî de hatine girtin û polîsan tim gef li wan dixwar. Adiyaman bi lêv kir ku polîsan gotiye “Eger hûn li zarokên xwe difikirin, nexwe hûn ê neçin cihên wisa” û bi ser Agît de qîriyane. Adiyaman, anî ziman ku ji ber şert û mercên nezaretxaneyê atêşê Agît derketiye û 7 rojan bi awayekî baş kurê xwe xwedî nekiriye. Adiyaman got: “Atêşê kurê min zêde bû û min derman ji hevjînê xwe xwestin. Di roja dawî de rewşa Agît nebaş bû. Digiriya, mine w da bavê wî. Lê belê ji ber ku kurê min li cem bavê xwe nesekinî, dîsa ew anîn cem min.” 
 
‘DI NEZARETXANEYÊ DE ATÊŞÊ WÎ ZÊDE BÛ’
 
Adiyaman destnîşan kir ku dema Agîr qîrîniya polîsan dibihîst pir ditirsiya û ji ber şert û mercên nebaş ê nezaretxaneyê atêşê kurê wê zêde bûye. Adiyaman bi lêv kir ku ji ber xwarinên nebaş ên dianîn nezaretxaneyê Agît baş nehatiye xweyîkirin. Adiyaman diyar kir ku ew van tiştên hatine serê wan qebûl nakin. Adiyaman, anî ziman ku dema wê kurê xwe daye hevjînê xwe bi kurdî axviye, lê belê ji ber vê polîsan gotiye “te qenciya me bin pê kir.” Adiyaman destnîşan kir ku dema wê gotiye zimanê wê yê dayikê bi kurdî ye, polîsan bi ser de qîriyane û kurê wê bûye şahide van tiştan hemûyan. Adiyaman desnîşan kir ku Agît ji niha ve dema polîsan dibîne xwe davêje hemêza wê û got: “Zarokê min zaf hat mexdûrkirin. Derûniya wî xerabû. Dema me tiştek dixwest, polîsan tim digot ‘li derî nedin, tiştekî nexwazin.’” -
 
‘EM Ê LI MALÊN XWE RÛNENÊN’ 
 
Adiyaman destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinên derûnî jî ew ê qethiyen li malên xwe rûnenên û tim bitêkoşin. Adiyaman got: “Min xwest bi rengên xwe biçim Newrozê. Eger piştî Newrozê ev tişt bihatanan serê min ez ê li ber neketama. Lê neçûna min a wê qadê ez xemgîn kirim. Em kurd in, em hene. Ji roja ku ez hatime dinê ev reng hebûne. Çi dibe bila bibe, em ê xwedî li ciwanên xwe, jinên xwe û gelê xwe derkevin. Li hemberî çewisandinan liberxwedayîn xweş e. Tevî zarokê xwe mayîna min a di nezaretxaneyê de zehmet bû, lê me li ber xwe da. Serê me bilind bû. Divê ji niha û pê ve hemû dayik tevî zarokên xwe bêtirs li ber xwe bidin.” 
 
MA / Rûken Demir

Sernavên din

02/04/2018
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin