Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike

img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê Mûsa Kiliç, piştî teqawid bû li odeyeke xwe ya gund sed hezar kurmikên sor ên Kalîforniyayê xwedî dike û ji van kurmikan gubreye organîk çê dike. Kesên zebze û fêkiyan hilbierînin vî gubreyî bi kar tînin û niha li piyaseyê tona wî bi 4 hezar lîreyî ye. 

Li Colemêrgê, welatiyê bi navê Mûsa Kiliç piştî teqawid bû li gundê Mêrgan ê navçeya Çelê bi cih bû û dest bi karekî ku heta niha li herêmê nehatiye kirin kir. Kiliç, li ser pêşniyara biraziyê xwe yê li Beşa Hilberîna Nebat û Heywanan a Zanîngeha Mêrdînê dixwîne, dest bi karekî ku qet nekiribû kir. Kiliç bi 10 hezar lîreyê li ber destê wî sed hezar kurmikên sor ên Kalîforniyayê kirî û li odeyeke mala xwe ji bo gubre dest bi xwedîkirina kurmikan kir. 
 
Kiliç, tevî hevjîna xwe zarokê xwe dest bi vî karî kir û got: “Bi salan min karê dewletê kir. Piştî teqawid bûm, li gund bi cih bûm. Li ser pêşniyara biraziyê xwe yên li Zanîngeha Mêrdînê dixwîne, min dest bi vî karî kir. Destpêkê min bi 10 hezar lîreyî sedhezar kurmik ji Mêrdînê kirîn. Me di 5’ê Sibata 2018’an de dest bi vî karî kir. Ev kurmik 3 mehan carekê diçin cem hev û zêde dibin. Eger cih û nêveng guncav be, kurmik 18 qat zêdetir zêde dibin.” 
 
‘GELEKÎ JI GUBREYÊ ÇÊBIWAR AN JÎ HEYWANÎ ÇÊTIR E’ 
 
Kiliç, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku ewilî 20 an jî 30 milyon kurmikî xwedî bikin û dema ew vê yekê bikin ew ê salê 40-50 ton gubre bi dest bixin. Kiliç got: “Armanca me ya sereke ew e ku ji bo em 40-50 ton gubre bi dest bixin divê em nêzî 30 milyon kurmik hilberînin. Di piyaseyê de bihayê vî gubreyî 4 hezar lîre ye. Ev gubre bi her awayî organîk e, gelekî ji gubreyê çêbiwar (sûnî) an jî heywanî çêtir e. Çimkî di gubreyên sunî de gelek madeyên kîmyewî hene. Ev yek hem zirarê dide axê, hem nebatan hem jî tenduristiya mirovan. Lê belê gubreyê ku ji kurmikên Kalîforniyayê çê dibe tu madeyên nebaş di xwe de nahebîne. Bi her awayî organik e û tama zebze û fêkiyên bi vî gubreyî tên xweyîkirin pir cuda ye. Gubreyê ku em bi dest bixin, ewil em ê bidin cotkarên li derdorê û em ê biceribînin.” 
 
Kiliç, diyar kir ku wan ewil li malê dest bi vî karî kiriye, lê belê eger destek çê bibe ew dixwazin vî karî mezintir bikin. Kiliç got: “Eger cihê van kurmikan mezin be, zû zêde dibin. Gund û erdê me ji bo vê yekê musaîd e. Eger destek bê dayîn em dixwazin li cihekî hîn firehtir hilberînin. Ji ber vê em li bendê ne ku rayedar destekê bidin me.” 
 
MA / Hamza Gunduz
 
 

Sernavên din

28/03/2018
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye