Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê

img

COLEMÊRG – Di dema qedexeya derketina derve de, li Geverê yek ji kesên hatibûn kuştin jî Jîhat Dogma bû. Piştî 2 salan şûn de gumlekekî bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan diya wî Kiymet Dogma. Dayik Dogma got: “Ez ê ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye.” 

Di dema 79 rojên qedexeya derketina derve ya navçeya Gever a Colemêrgê de, di 9’ê Nîsana 2016’an de Jîhat Dogma hatibû kuştin. Malbata Dogma serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dabû. Lê belê 2 sal di ser bûyerê re derbas bûn, hîn jî tu encam rû nedane. Kiymet Dogam, dayika Jîhat Dogam, der barê kuştina kurê xwe de ketibû pey edaletê, hîn lêgerîna wê ya ji bo edaletê dewam dikir kincên bixwînê yên kurê wê dan wê. Dayik Dogma, diyar kir ku di 15’ê Adarê de polîsên TEM’ê hatine mala wan a li Taxa Dîzê û ew birine Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Dogma got: “Nû ji Stenbolê ji emeliyatê hatibûm. Polîsên hatin mala me, ez birim emniyetê. Gotin ‘em ê eşyayên kurê te bidin te.’ Kincên kurê min ê bi xwîn û şûna 13 gulan tê de dan min.” 
 
HÎN LI BENDA EDALETÊ BÛ… 
 
Dogma, bi bîr xist ku li ser canê kurê wê şopa 13 guleyan û kîmyasalê hebû û wan têkildarî bûyerê serî li serdozgeriyê dabû, lê belê heta niha lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dogma got: “Nêzî 2 sal in di dest min de kaxez, tu der nema ku min serî lê neda. Roja bûyerê kurê min li Taxa Dîzê li min geriya û got ‘Dayê li vir kîmyasalê bi kar tînin, tiştekî bikin.’ Piştî vê hat qetlkirin. Dema me cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirt, canê wî hemû şewitîbû, destên wî wisa bilindkirî mabûn. Li ser canê wî şûna 13 guleyan hebûn. Piştî nêzî 2 salan kincên kurê min ên perçekirî dan min.” 
 
‘CAREKE DIN MIRIM’ 
 
Dogma, gumlekê kurê xwe yên hîn jî bixwîn bû nîşan da û şûna 13 gulên li paş gumlek nişanda da û yeko yeko ew hejmartin. Dogma got: “Dozger bi dayîna van kincan careke din ez êşandim. Lekeyên xwînê li ser gumlekê kurê min in. Kurê min sivîl bû. Jixwe ji kincên dan me jî diyar e ku sivîl e. Wê demê gelek sivîl kuştin. Kuştina bi awayekî hovane delîla vê yekê ye. Dema diçû kafeya înternetê ya li taxê ew zeft kirin û kuştin. Niha jî ji bo êşa min êzdetir bikin kincên perçekirî didin min. Beramberiya têkoşîna min a hiqûqî ya ku layiqî min dîtin kincên bixwîn bûn. Ji bo darizandina sûcdaran lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Ev dewleteke çawa ye? Dema min gumlekê kurê xwe yê bi xwîn û şûna 13 guleyan têde dît, ez careke din mirim.” 
 
'EZ Ê GUMLEKÊ BIXWÎN JI ERDOGAN RE BIŞÎNIM’ 
 
Dayik Dogma, diyar kir ku ew ê 5 lîre, tizbî û hesteyê di bêrîka kurê wê de û gumlekê şûna 13 guleyan li ser ji Serokomarê AKP’î Recep Tayyip Erdogan re bişîne û got: “Êdî ji tu kesî natirsim. Piştî tiştên anîn serê kurê min, tenê canek min maye bila wî jî bistînin. Ez ê kincên bixwîn û şûna guleyan li ser wan ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye. Bila bibîna ka sivîlên ciwan çawa bi 13 guleyên ji paş ve xwarin û mirin bibîne.” 
 
Dayik Dogam destnîşan kir ku heta ew sax be ew ê ji bo hesabê van tiştên anîne serê kurê wê bipirse bitêkoşe û got: “Heta sûcdar neyên cezakirin ez ê tevî vê kaxeza destê xwe sazî bi sazî bigerim. Qethiyen ez ê dev ji vê bernedim. Dema ez mirim jî bila kincên kurê min têxin gora min.” 
 
MA / Fetih Balaman 

Sernavên din

28/03/2018
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye