ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn

  • rojane
  • 14:26 3 Kanûn 2022
  • |
AMED/ÊLIH - Malbatên Windakiriyan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ender Togcû yê ku ji sala 1994’an ve tu agahî jê nayên girtin û aqûbeta Mehmet Racî Degîrmencî yê di 27’ê mijdara 1993’yan de li ber mala xwe ya li Taxa Kismet a Êlihê hatiye qetilkirin pirsîn. 
 
Malbatên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 721’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê heftê aqûbeta Ender Togcu yê ku di sala 1994’an de li navenda Amedê di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn.
 
Di destpêke de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn axivî. Zeytûn, anî ziman ku her çiqas OHAL hatibê rakirin jî li Kurdistanê sepanên OHAL’ê berdewam dikin û wiha got: “Hefteya borî çalakiya me ji ber biryara qedexeya çalakiyan a Walitiyê Amedê bi awayekî keyfî hat asteng kirin. Bi van qedexeyan armanc çiye gelê kurd pir baş dizane. Xizmên windakiriyan ji ber van biryarên keyfî tu caran di tekoşîna xwe de paş ve gav naavêjin. 
 
‘JI BER BÊDENGBÛNA MUXALEFETE BINPÊKIRINA MAFAN TÊ JIYÎN’
 
Bi domdarî Zeytûn, Aydin Erdem ku di 6’e kanûna 2009’an de di protestoyên girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de hatibû qetilkirin jî bi bî bîr xist û wiha pê dê çû: “Em di salvegera qetilkirina wî de wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Lê tevî ku ev qas sal bi ser de derbasbûn jî kûjer nehatin dîtin. Derheqê polîsan de lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin û nehatin darizandin. Komîsyona me ya hiqûqê ew dosya bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiyeyê bi bersiva ku derheqê bûyerê de da dadgehê sûce xwe qebûl kir. Tirkiyeyê qebûl kir ku bi guleya polîsan Aydin Erdem hat qetilkirin û lêpirsîneke bi bandor jî nehat destpêkirin. Lê ew dosya bi neşopandine û bê cezakirine re rû bi rû ye.  Niha jî sepanên bê hiqûqî berdewam dikin. Herî dawî jî gelek karmendên perwerdehiyê ji karê xwe hatin dûrxistin. Lê muxalefeta ku li dijî desthilatê, dema mijar dibe mafê kurdan bê deng e. Bi vê bêdengiyê û helwestê, muxalefeta heyî nikarê tu pirsgirêkên civakê çareser bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu bernameya partiyên muxalîf jî tune ye. Em jî li vir bang li muxalefetê dikin dibêjin; divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û binpêkirina mafan bernameyeke we hebe. Ji ber bêdengbûna we binpêkirina mafan tê jiyîn.”
 
‘DI BIN ÇAVAN DE QERINIYA ENDER DIBIHÎSE’
 
Pişt rê jî Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Ender Togcû ye ku di  29’ê mijdara 1994’an de li navenda Amedê di binçavan de hatibû windakirin xwend. Akdenîz diyar kir ku di 29’ê mijdara 1994’an saet 22.00’an de polîsan bi ser mala bavê Ender Togcû, Huseyîn Togcû de girtine, tundî li wan kirine û pirsa Togcû kirine.  Akdenîz bi lêv kir ku polîs bi heman awayî bi ser mala birayê Togcû Alî Togcû de jî digrin û wiha qal kir: “Bi heman awayî ji wî re jî pirsa Ender Togcû dikin. Alî Togcu ji polîsan re dibêje, ‘saet di 15.00’an de ji cem min çû niha nizanim li ku ye’. Pişt re polîs careke din vedigerîn mala bavê Ender Togcû û dibêjin, ‘li mala we çek heye hûn dê çekê radestî me bikin’ û diçin çekê derdixin û dibêjin cihê ku we çek lê veşartiyê zarokê we Ender ji me re gotiye û saet di 24.00’an de ji malê derdikevin.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Akdenîz anî ziman ku birayê Ender Togcû piştî wê rojê li kahwexaneyê ji aliye polîsan ve tê binçavkirin û wiha domand: “3 rojan di bin çavan de pirsan ji wî dikin. Bira Alî Togcû ji polîsan re dibêje ‘min ew nedîtiye’ li ser vê gotinê, polîs dibêjin ‘derewan neke me ew girtiye li ser wî lîsteyek derket. Di wê lîsteyê de bihayê bêtêl û pîlan jî hebû.’ Li gor gotinên bavê Ender Togcû Huseyîn Togcû, birayê Ender Togcû Alî Togcû di bin çavan de qerîna Ender dibihîse. Alî Togcu piştî sê rojan li ser rêya Erganiyê tê berdan.”
 
28 SAL IN WINDA YE
 
Di dawiya axaftina xwe de Akdenîz destnîşan kir ku tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Ender Togcû nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bav Huseyîn Togcû piştî zarokê wî Ender Togcû tê windakirin her meh serî li Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê (DGM) dide lê jê re bersiv didin û dibêjin, ‘Zarokê we nehatiye binçavkirin di nav lîsteya binçavkirinan de navê wî tune ye.’ Birayê wî jî serî li qereqolê çarşiyê dide lê tevî ku bi ser re 25 sal derbas bûne jî derbarê windakirina Ender Togcû de tu agahî nayên girtin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 557’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî axivî. Elçî, diyar kir ku ji bo aqûbeta windakiriyan bê zanîn têkoşînê didomînin û anî ziman ku heta rastî derkevin holê wê di têkoşîna xwe de israr bikin. 
 
Elçî, da zanîn ku vê hefteyê ji bo aqûbeta Mehmet Racî Degîrmencî yê di 27’ê mijdara 1993’yan de li ber mala xwe ya li Taxa Kismet a Êlihê hatiye qetilkirin bipirsin kom bûne û çîroka Degîrmencî xwend. 
 
Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye