Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan, bal kişand ser aşkerekirina rapora CPT û wiha got: “CPT 2 sal şûnde rapora Îmraliyê aşkere dike û diyar dike ku tenduristî û ewlehiya Ocalan baş e. Ev ne hewestek rast e. Balkêş e Tirkiye ket nava Efrînê rapor aşkere kirin. Ev nişan dide ku Tirkiye ketiye zorê." 

Komîteya Peşîlêgirtina Muameleya Xerab û Îşkenceyê ya Konseya Ewroayê (CPT), di 28-29'ê Nîsana 2016’an de çûbû Îmraliyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ziyaret kiribû. CPT 2 sal şûnde di 20'a 2018'an de encama raporê aşkere kir û diyar kir ku rewşa tenduristî û ewlehiya Ocalan baş e û xwest parêzer û malbat karibin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. CPT li ser daxwaza rayedarên Tirkiye rapor aşkere kir. Dema rapor aşkere kirin TSK ketibû nava Efrînê û şer berdewam dikir. CPT diyar kir ku Ocalan 5 salin nikare bi parêzerên xwe re û 18 mehin nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Dîsa diyar kir ku têkiliya Ocalan û girtiyên din bi cîhana derve re hatiye qutkirin. CPT da zanîn ku telefon jî di navde bi tu awayî bi derve re hevditin nekiriye. 
 
‘CPT BERPIRSIYARIYA XWE PÊK NEANÎYE'
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan, têkildarî aşkerekirina rapora CPT û geşedanên dawî yên li ser rewşa Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Buldan ku tevî heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, diyar kir ku CPT piştî 2 salan hêj nû encama raporê aşkere dike û ev yek pir pir dereng e. Buldan, destnişan kir ku CPT erk û berpirsiyariya ku dikeve ser milê wê bi awayekî cîddî îhmal kiriye û berpirsiyariya xwe pêk neanîye. 
 
'EW DIZANIN PERSPEKTÎFA OCALAN  DÊ WAN XELAS BIKE' 
 
Buldan anî ziman ku piştî CPT, TSK û OSO ketin nava bajarê Efrînê encama raporê aşkere kirin û wiha got: “Aşkerekirina raporê ya di vê pêvajoyê de nîşan dide ku Tirkiye ketiye zorê û asê maye. Yên Tirkiye birêve dibin dizanin ku nirxandinên Birêz Ocalan ên der barê polîtîkayên Sûriye û perspektifên Ocalan dê Tirkiye rizgar bike. Ji ber vê yekê destûr dan ku CPT raporê aşkere bike. Tirkiye têkildarî meseleya Efrînê ketiye zorê. Tirkiye di qada şerê navneteweyî de winda dike. Tirkiye ji bo xwe ji vê rewşe xelas bike serî li hemû rêyan dide. Aşkerekirina rapora CPT jî yek ji van rêyan e. Dewleta Tirkiye û hikûmeta AKP'ê piştî ket nava gloka şer ji bo xwe ji nava vê tora şer xelas bike hêj nû di qada navnetewî de ket  nava lêgerînên cuda." 
 
'DIVÊ BI LEZ HEYETEK BIÇE ÎMRALIYÊ' 
 
Buldan, anî ziman ku divê demek berî demekê heyeta ku ji parêzer, malbat ango heyetek siyasî pêk tê biçin Îmraliyê û wiha got: "Me beriya daxuyaniya CPT jî bi dehan caran xwest ku heyet biçin Îmraliyê. Çûna heyetê ya piştî aşkerekirina rapora CPT bêtir bi wate ye. Hikûmeta AKP'ê divê demek berî demekê deriyê Îmraliyê veke û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bide destpêkirin. Divê teqez heyetek bê avakirin û bi Ocalan re ji nûve hevdîtinê bide destpêkirin. Divê fikrên Birêz Ocalan bi raya giştî re bê parvekirin. Gel hem fikrên Ocalan hem jî ewlehî û tenduristiya wî meraq dike. Teqez divê demek berî demekê heyet bi Ocalan re hevdîtin bike." 
 
‘RAPORA CPT KÊM E'
 
Buldan, anî ziman ku CPT rapora der barê tenduristiya Ocalan de 2 sal şûnde parve dike û wiha got: "Ev rapor ya 2 sal berê ye. Lê niha ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan çiye em nizanin. Em herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çûbûn. Ji wê demê heta niha çû bû em nizanin. Der bare rewşa wî de tiştek nehat parvekirin. CPT li gorî rapora 2 sal berê niha nirxandinan bike ne rast e. Ev raporek kêm û pir dereng maye ye. Rapora CPT têr nake. Mirov nikare li gorî rewşa 2 sal berê nirxandinê bike."  
 
‘GEL DI NAVA BENEWARIYEK MEZIN DE YE' 
 
Buldan, herî dawî da zanîn ku divê demek berî demeke bi Ocalan re hevdîtin bike û wiha got: "Ez wekî endama heyetê ya ku 2 sal berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, rapora CPT’ê girîng dibînim. Lê raporek pir dereng maye. Ji ber ve yekê divê bi lez heyetek biçe Îmraliyê. Em hevî dikin ku hevdîtin dê pêk bê. Gel di nava bendewariyek mezin de ye. Fikar û bendewarî gelek zêde ne." 
 
ÇEND XALEN DI RAPORA CPT DE HENE WIHA YE
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di Nîsana 2016'an de Grava Îmraliyê ziyaret kir, tam piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir. CPT'ê xwest Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. CPT'ê, di raporê de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 5 salin nikare bi parêzerên xwe re hevditin bike û 18 mehin nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. CPT'ê di raporê de anî ziman ku girtiyên din ên bi Ocalan re di heman girtîgehê de dimînin jî tekiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin. Telefon jî di navte tu hevdîtin nayê kirin. CPT'ê xwest ev rewş bi dawî bibe. CPT da zanin ku di şertên girtiyan de pêşketinek hebû, lê di aliyê ragihandine de xera bûye. CPT, herî dawî xwest bi Ocalan re herî kêm mehê 2 caran mafê telefonê yê bi malbat û parêzeran re pêk bîne. 
 
MA / Sadık Topaloğlu – Muhammet Doğru

Sernavên din

28/03/2018
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye