Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye

img

STENBOL – Girtiyê siyasî Turan Gunana, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 39 rojin di rojiya mirinê de ye. Gunana, di nameya ku derbarê çalakiya xwe de nivîsîbû wiha got: “Ev çalekiya min, ne mirinek e. Zindîhiştina heviyekê ye, di behra jiyana azad de, dilopeke vejînkir a manewiyatê ye.”

Girtiyî siyasî Turan Gunana ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê tê girtin, ji bo bi dawî anîna tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kir. Gunana ev 39 rojin çalakiya xwe didomîne. Her roja diçe tenduristiya Gunana jî bir bi nebaşiyê ve dibe. Gunana, derheqê çalakiya xwe ya rojiya mirinê de bi kurdî nameyek şand.
 
Nameya Turan Gunana wiha ye: 
 
“Ji gel û hevalên min re
 
Berî her tiştî we bi giyanê berxwederiya Avesta, Barîn û Îlan’an silav dikim. Hez, rêz û bêrikirinên xwe pêşkêş dikim. Wek ku agahiya we jî jê heye ji 15’ê Sibatê Salvegera Komploya Navdewletî ya li hemberî Rêber Apo û vir de, min dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Armanca vê çalakiya min ev e ku di şikandin û parçekirina pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de, bibim çirûskek. Di ve çerçevoyê  dixwazim hest, raman, hêvî û biryardariya xwe parve bikim. 
 
Em bi tev jî baş dizanîn ku Rêber Apo nêzî pêncî salin ku bi vîn û  biryardariyeke xurt, bi tempoyeke bilind ji me re Rêbertiye dike. Ev dibe 20 sal ku di bin esareteke ku nikare bê pênasekirin de li ber xwe dide û riya me ronî dike. Rêber Apo hem armancên komployê derxist, hem tevger ji nû ve û xurtir rakir ser lingan û hem jî bi paradigmaya Moderniteya Demokratîk bersiveke xurt da neyar û hêviyeke nû da gelên bindest. Gotin di cih de be em ji nû ve afirandin. Lê mixabin em ji daxwaz û hêviyên Rêber Apo re baş nebûn bersiv. Îro neyar çiqas hewl bide ku bi şerê derûniyê binketinên xwe yên siyasî, lêşkerî, aborî, dîplomatîk weke serkeftinê peşkeş jî bike, em di hayê de ne ku faşîzma AKP û MHP êdî bi ber lawazî û belavbûnê ve diçe. Xwe bi zext, zor, pêkûtî û kuştinan li ser lingan digire. Ji hêla çandî û civakî de ji mêj ve binketi ye û tiştekî bide civake nîne. Ji hişmendî û hovîtiya serdema dawîn jî paşverûtir tev digere. Erdogan ancax dikare gorkarî û gornebaşiyê bike û tu qiymeta wê ji civakê re nîne.
 
ÇANDA APOGERÎ ÇANDEKE HEBUNÊ YÊ
 
Li hemberî vê yekê jî di tu heyama dîroka tevgera azadiyê de, tevgera me yekîtî û rêxistanbûna xwe ya navxweyî bi berxwedan, serkeftine û deskeftiyên her 4 parçeyên Kurdîstanê yên di hêla sîyasî, lêşkerî û dîplomatîk de ev çend xurt û mezin nebûye. Çanda Apogerî, çend belav û sereta hebûne. Asta êrîşên neyar ên ku di van salên dawî de gihandiye lûtkeyê, di serî de jî li hemberî Rêber Apo û paşê jî bêexlaqiya di her warê jiyanê de li hemberî gel, sazî û rêxistinên me, xurtbûn, mezinbûn û hêza me dide xuyakirin. Lê mixabin digel vê yeke jî esareta Rêber Apo wekî rastiyeke dijwar her roj li rûye me dikeve û em bi vê rastiya dilsoj gelek dilêşin.
 
Va ye Rêber Apo bist salên jiyana xwe di bin êsîriya dijmin de diqedîne. Ji zivistana 2002-2003’yan û vir de Rêbertî gelek caran hewldana jehrdayînê jî tê de rastî gelek kiryarên qirej û derexlaqî hat. Ev çend salin ligel ku mafe wî yê zagonên dewletî û navdewletî ye jî, nahelin bi malbata xwe û parezeran re hevdîtinê pêk bine. Ne wek welatiyekî mafên girtiyan û ne jî li gorî peymana şer a Cenevreyê mafên esaretiyê dinasin. Bi tevahî bêhiquqi, bêexlaqî, bêwijdaniyê dişopînîn.
 
TECRÎD Û ÎŞKENCEYA ÎMRALIYE PÊL BI PÊL LI JIYANÊ BELAV BÛ 
 
Ew hilweşînerî û êrîşkariya dijmin ku bi 24’e Tîrmeha 2015’an ve li ser welatê me, civakê, goristan û hestiyên şehîdên me, hovitî û barbariya li ser cenazeyên şehîdên me û li zindanan tê meşandin tev ji bingeha xwe ji êsîrmayina Rêber Apo ya ku heta niha didome digire. Êrîşa Îmraliyê bi pergala tecrîd û îşkenceyê dest pê kir û pêl bi pêl li hemû warên jiyana civakî belav bû. Ji ber vê yekê şikandin û parçekirina pergela tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dê bi heman rengî pêl bi pêl bibe parçakirina êrîş û hovitiya desthilatiya faşist a Erdogan û T.C’yê.
 
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA HEMÛ GELAN E
 
Rewşa tenduristî ewlakarî û azadiya Rêber Apo, divê êdî bibe rojeva sereke ya têkoşîna heyamê. Hemû kar, xebat û çalekiyên me hewldanên me di vê çarçoveyê de pêk werin. Tu hesabên siyasî û dengeyên polîtîk divê li hemberî rewşa Rêber Apo nebin hincet û asteng ku em çalekiyên radîkal pêk neyinin. Heke ev 20 salin ku me Rêbertî ji vê esaretê rizgar nekiribe ev lawazî û kemasiya me ye. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistane ye, azadiya gelê Kurd û gelê bindest e. Berevajiyê vê jî raste. Lê, Rêbertî di 50 saliya xwe de ket destê dijminan û temenê wî îro gihayê salên 70’yî. Her mirov xwedî temenekî biyolojik e û êdî em nikarin li benda destkeftiyên siyasî bimînin û paşê Rêbertî serbest bimînê.
 
REWŞA RÊBER APO JI ME ÇALEKIYÊN DOMDAR DIXWAZE
 
Em ji Rêber Apo re deyndar in û li hemberî wî gunehkar in. Rêbertî, tiştên ketiye ser milên wî pêk aniye. Êdî roj û dora me ye.  Kêlî, dem û heyam berpirsiyarî daye ser milên me tevan. Rêber Apo rûmeta me ye, nasnameya me ye, temsîlkarê vîn û azadiya me ye. Neyar, ev 20 salin li me disperê ku em ji rêbertiyê vegerîn. Me tu caran ev yek nepejirand û wekî bêrûmetî girt dest. Lê belê nepêjirandinên dil û ziman têr nekir û nake! Neyar, dixwaze bi vî awayê esarete, hedî hêdî heviyên me yên serkeftine bişikîne. 
 
Li hemberî vê divê em jî wek gel û tevger giredaniya xwe ya bi Rêber Apo re xurttir bikin, li derdora wî û ramanên wî bicivin. Nehêlin vê tecrîd û işkenceyê normalîze bike û bi me bide pêjirandin. Bi rastî me heta îro nepêjirand; lê me, ev pergala tecrîd û işkenceyê nekarî vala jî derxîn in. Edî rewşa ku îro Rêbertî tê de ye divê wek rewşeke awarte bi dest bê girtin. Her Kurdekî/e xwedî xiret û rûmet, azadîxwaz, divê li hemberî vê rewşê têkeve nav hewldanan. 
 
Bi sekn û tempoya heyî, bi daxuyaniya, berhevkirina îmzeyan û bi bangewaziyan ev 20 sal in pêkan nebû ku encamekê xurt bê girtin. Rewşa Rêber Apo awarte û lêzgîn e. Ji me sekn û tempoyeke bilind û awarte dixwaze, çalekiyên hin radîkal û domdar dixwazê.
 
BÊDENGÎ HEVKARIYA SUC YE
 
Tu dagirker û sîtemkarê dîrokê heta hetayê nekarine sîstema xwe bidomînin. Sîtemkarî û faşîzma di kesayeta Erdogan de jî îro lutkeya xwe dijî. Lê, misoger dê bi awayê sernişûvkî têk biçe. Çawa ku şeva herî tarî bi ronahiya rojê bi dawî dibe, ev rojên tarî jî bi rojên ronî û azad biheml in. Ast û tempoya têkoşîna me ancax dikare vê zayine bilezîne. A herî giring jî, divê mirov radestî vê tarîtiyê nebe. Destûr nede ku ev desthilatkariya faşist û sepandinên me wîcdanên me bikujê. Divê em bi tempoyeke bilind têbikoşin û bêdeng neminin. ‘Bêdengî hevkariya suc e’, çavkorî, guhkerî, zimanlalî û rizîn e. Divê destûr neyê dayin ku me birizînin. Mirovê ku li gorî demê pêdiviyên demê bijî mirovê azad e. Divê mirov wekî civaka Hitler nebe! Nerizê, dengê wicdanê xwe bibihîze û destûrê bide ku wicdana me,  biqirîne û têxe nav hewldanan. Bê tirs û xof tev bi hev re bi hemû daxwaz û rengên xwe têbikoşin, li ber xwe bidin û Rêbertiya xwe ji Îmraliyê ji bin esaretê rizgar bikin. 
 
MIN NIKARIBÛ VÊ RASTIYÊ TEMAŞE BIKIM
 
Der barê xwe û destpêkirina çalekiya xwe de jî, çend tiştan bînim ziman. Min bi înîsîyatîfa xwe dest bi rojiya mirinê kir. Ez dizanim ku Rêbertî çalekiyeke bi vî rengî pesend nake. Rêber Apo naxwaze ku barekî girinw jî têkeve ser milên havalên li zindanan. Bi teybetî jî Rêber Apo naxwaze ku em ji bo şexsê wî tiştekî bikin. Ev nezîkatiya Rêbertî pir bi nirx û qiymet e. Berpirsiyariyeke Rêberane û wicdanî ye. Lê belê ew naxwaze pewîr û erka me ji holê ranebe. Ez bi saya Rêber Apo û şehîdan gihiştim heqîqeta xwe ya civakî û takekesî. Dîsa min bi saya Rêbertî rastiya dijminên me fêm kir. Ligel hin lawazî, nebesî û pirsgirekên xwepêşxistinê jî, her tim min hewl da ku xwe bigihînim kesayeta azad ku Rêbertî ji me dixwaze. Sedem, şert û mercên dîlbûnê nedihîşt ku bi awayekî çalak tevlî pêngav û têkoşîna heyî bibim heta roja îro bêtirs bi hêla şerê nefsî û lêhurbûna manawî re sînordar man. Berî ku dest bi vê çalakiyê bikim demeke pir dirêj lêhûrbûm û bi hevalan re parvekirinên min çêbûn. Herî dawî gihîştim vê biryarê ku nema dikarim li vê rastiya dijwar-esareta Rêber Apo temaşe bikim.
 
HETA KENGÎ EV REWŞ WÊ BIDOME
 
Ev biryara min dibe ku aliyekî wê têrkirina wicdanê û erka exlaqî be, lê ya bingehin ev e ku êdî bêyî ku min tiştek bikira, nikariya vê rewşa Rêbertî rakira. Rêbertî wan salên dawî her tim diket xewnên min, di nav jiyan, xebat û xwendinên min de her tim Rêbertî diket hişê min û he jî wisa ye. Ev gotina ku dayîka Uveyş jî ji Rêbertî re gotibû; ‘Tu yê bi tena serê xwe bimînî’ her tim dilêmin diêşînê. Ez dizanim ku bi awayê giyan û ramanî her tim di hişê gel û hevalên min de ye. Lê niha di tenêtiya hucreya reş û tarî de ye. Bêyî ku em dizanin hêj dijî an na. Ma ev ê heta kengî wiha bidome û neyar dixwaze bi me bilîze. Em ê heta kengî wiha li vê rewşê temaşe bikin!
 
SED EFRÎN JÎ BI BERXWEDANÊ TÊK BIÇE, GELE KURD RADEST NABE
 
Ev çalekiya min bi misogorî bi pêvajoya siyasî û qewîmînên van demên dawî re raste rast tekiliya xwe nîne. Neyar çiqas êrîş dike bila bike, bi gotina Rêbertî Kurdeyatiya azad edî misoger bûye. Ne Efrînek sed Efrîn jî bi berxwedanê têk biçe, gele Kurd radest nabe. Ev rihê Apogerî teqez dê serkeftina mayînde bi dest bixe. Ji ber vê yeke sedsala 21’an dê bibe sedsala Kurdê azad, jinên azad û gele bindest. Ji vê tu şik û gumana min tune. Ji tekoşîna me heta dawiyê hevîdarim û misoger dê paradigmaya Rêbertî li Kurdîstanê û Rojhilatanavîn jiyanî bibe.
 
EV ÇALEKIYA MIN NE ÇALEKIYA MIRINÊ YE
 
Hevalên ku ez ji nez ve naskirime, dizanin ku ez çiqasî ji Rêbertî, têkoşîn û jiyana di oxira azadiyê de hez dikim. Bi gotina hevrêyê mezin Kemal Pîr ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin. Jiyana min, Rêber Apo ye. Ez pê re hatim dinê û min xwe naskir. Heke ez bijîm ez ê bi wî re bijîm, heke ku ez bimirim jî ez ê ji bo wî bimîrim. Hevala Zîlan, Rêbertî xweş pênasekiriye. Li ser pênaseya wê pênase hewce nake. Her tim xeyala min e ku Rêbertî rizgar bibe û li qadeke Amedê ji milyonan re banga serkeftine bike. Heke em hewldan û tempoya xwe, asta çalakiyên xwe yên ji bo Rêbertiyê bilind bikin, ev xeyal pêkan e. Ji ber vê yekê ev çalakiya ku ez tê de me, ne mirinek e. Zindîhiştina heviyekê ye, di behra jiyana azad de, dilopeke vejînkir a manewiyate ye. Ez hevîdarim ku dê heval û gelên me, wateyê bidin vê çalekiyê.
 
Cardin bi van hest, raman û heviyan, di serî de gelên me yê berxwedêr ên Rojava û hemû parçeyên welat û derveyî welat silav dikim. Girêdahiya xwe ya bi Rêber Apo, şehîdên nemîr, heval û gelên me re dubare dikim. Misoger em ê bi ser bikevin. Slav û rêzên şoreşgerî. Bijî Rêber Apo.”
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

28/03/2018
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye