ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan

img

STENBOL/ÎZMÎR - Komîsyonên Girtiyên Nexweş yên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan. ÎHD'ê xwest girtiyê ji sedî 80 nexweşê tuberkulozê Turgay Denîz û girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 74 salî serbest bên berdan. 

Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 313'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Xizmên girtiyan û Rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrît dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Bila Turgay Deniz bê berdan", " Ji tecrîd û îşkenceyê re bes e." û "Mirov bi mafê xwe mirov e" berz kirin. Xizmên girtiyan û ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê ji sedî 80 astengdar ê nexweşê tuberkulozê Turgay Deniz.
 
Lîstikvan Nur Surer, daxuyanî xwend û wiha got: "Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên ku tedawiya wan tên asteng kirin, ev astengî li pêş tenduristiya wan bê rakirin. Ji bo vê yekê jî em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Surer, anî ziman ku Turgay Deniz ji ber lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şereflikoçhisar ê Enqereyê ya 2015'An di 13'e Sibata 2018'an de li mala xwe ya navçeya Sultanbeylî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Surer, ani ziman ku Denîz piştre ji aliyê Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê ve hat girtin û şandin Girtîeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe. 
 
‘JI SEDÎ 80'Ê ASTENG DAR Û NEXWEŞÊ TUBERKULOZÊ YE'
 
Surer, anî ziman ku Denîz di sala 1983'an de li navçeya Motkiyê ji dayik bûye û ji sedî 80 astengdar e û nexweşê tuberkulozê ye. Surer, da zanîn ku rapora wî ya Nexweşxaneya Sîngê ya Sureyyapaşa heye. Surer, da zanîn ku ji ber nexweşiya Tuberkulozê divê her dem di bin kontrola doktor de be û wiha got: "Her çend rayedarên girtîgehê pêdiviyên nexweşiya wî dabin jî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Her wiha 9 kesênk li gel wî dimînin jî di bin rîskekî talûke yên tundiristiyê de ne. Di demên dawî de neynûk û lêvên Turgay Deniz mor dibin. Parêzerên Denîz ji bo Denîz bê berdan 2 caran serî li dozgeriyê daye. Lê dozger 2 îtiraz jî red kirine. Em dixwazin berî ku Deniz ji nava me koç bike bê berdan û li nava me bijî. Heta ku girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome."  
 
'GIRTIYÊ FELÇ BERDIN' 
 
Endamên Komîsyona Nexweşên Girtî ya Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan a Îzmirê jî di hefteya 425’an de bi dirûşmeyên "Bila nexweşên girtî bên berdan" û "winda bên dîtin" çalakiya xwe li Qada Konakê berdewam kirin. Gelek nûneren saziyên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bêdeng nemînin, nebin şirîkê vî sûcî, dimirin" “Ji yek tîpê re na" vekirin û dowîzên “Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" û “Bila rakîneya masûmiyetê tune nebe" rakirin. 
 
Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û wiha got: "Li Girtîgehan bi zorê girtiyan sewq dikin. Têkiliya malbatan qut dikin. Dixwazin wan bi tenê bihêlin. Dema girtiyan sirgûn dikin tiştê li dijî mirovahiyê tînin serê wan. 
 
GIRTIYÊ NEXWEŞ SILIK SERBEST BERDIN
 
Canli, xwest girtiyê nexweş Ahmet Silik e 74 salî berdin. Canli, anî ziman ku Silik di axaftinê û bihîstinê de zahmetiyê dijî û wiha bi dawî kir: Silik li dihê di 2012'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Danişîna wî hêj berdewam dike. Ahmet Silik, 74 salî ye. Biriya bê girtin felç derbas kir. Di van şert û mercan de nikare li girtîgehê bijî û divê serbest bê berdan. 
 
Çalakî piştî rûniştinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin