Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe

img
AMED - Nivîskara rojnameya Welat Dîcle Xabûr di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser dagirkeriya Efrînê û têkoşîna gelê kurd û diyar kir ku dê faşîzm li Efrînê têk biçe. 
 
 
Nivîskara Rojnameya Welat Dîcle Xabûr, di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser dagirkeriya li ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê. Dîcle, anî ziman ku ji destpêka mirovahiyê heta niha gelê kurd li ser vê erdnîgariyê her tim bi gelên din re bi awayeke azad, wekhev û di nav biratiyê de jiyaye. Dîcle, anî ziman ku beyî ku êrîşî cîranên xwe bike, her tim li dijî zilmê sekiniye û ji bo parastina cîranên xwe jî şer kiriye û wiha got: "Ev yek di dema Hûrî, Mîtanî û Medan de wiha bûye û niha jî heman kurd li dijî faşîzm û DAIŞ’ê ji bo parastina mirovahiyê şer dike. Ji bo vê yekê jî gelek bedelan dide. Gelê kurd her tim rastî êrîşên tunekirinê hatiye û bi komkujiyên mezin re jî rû bi rû maye. Ev komkujî niha li Efrînê jî didome. Lê tevî vê yekê jî xwe li ser pêyan girtiye û kariye ku çand û zimanê xwe biparêze. Gelê kurd bi axa xwe ve girêdayî maye û koletî qebûl nekiriye. Ji bo tunekirina gelê kurd û îradeya wî, di salên 1920 -1921’ê de bi Hevpeymana Qahîreyê biryara tunekirina gelê kurd hat dayîn. Li gorî vê, ya yekem; dê nehêlin tu caran pirsgirêka kurd çareser bibe û ya duyem jî; dê bi tu awayî rê nedin ku li ser axa Kurdistanê tevgerên azadiyê derkevin. Ger çê bibin jî dê bên tunekirin." 
 
ÊRÎŞ LI DIJÎ FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E 
 
Dîcle, bal kişan ser îro û Tevgera Azadiyê ya Kurd û wiha berdewam kir: "Ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê jî bi hemû rê û rêbazên cuda bikartînin. Ji ber ku ew jî dizanin ku vê tevgerê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir û kurdan dike xwedî nasnameyeke azad û dike xwedî îrade. Êrîşên li ser Serokatiyê û yên li ser Efrînê bingehan xwe ji vê digire. Felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo niha li rojavayê Kurdistanê teşe digire, ji bo tunekirina vê jî tifaqa faşîst a MHP-AKP’ê bi erêkirina hêzên herêmî û navneteweyî jî dixwazin di şexsê Efrînê de vê projeyê tune bikin. Ev yek di serî de li Serêkaniyê û Kobanê ceribandin û têk çûn, niha jî dixwazin li Efrînê biceribînin. " 
 
TUNEKIRINA KURDAN ESAS HATIYE GIRTIN
 
Dicle Xabûr, destnîşan kir ku di êrîşa zîhniyeta dagirker a li ser Efrînê de mirov dibîne ku tunekirina kurdan esas hatiye girtin û wiha dirêjî da nivîsê: "Gelê Efrînê yê birêxistinkirî ku xwediyên wê axê yên bi hezaran salane, bi berxwedaneke ku di cîhanê de nehatiye dîtin li ber xwe da û li ber xwe dide. Gelê Efrînê yê ku bi pergala xwe ya azad û demokratîk bi dehhezaran koçberên Sûriyeyê jî pêşwazî kirin, ev kes jî tev li vê pergalê kirin. Rêber Apo dibêje ku gelek çiqas birêxistinkirî be, li dijî êrîşan serkeftina wî gelî jî ewqas pêkane. Ji ber vê yekê bû ku dijminê xwinmij li dijî gelê Efrînê bi çek û teknîka şer a herî pêşketî bi hovane êrîş kir. Çawa ku gelê Vîetnamê li dijî ewqas hêzên mezin bi îradeya xwe biserket, îro jî berxwedana gel û şervanên Efrînê ya ku berxwedana Vîetnamê jî derbas kiriye, dê biserkeve û Efrîn ji dagirkeran bê paqijkirin."  
 
LI SÛREYE ŞERÊ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û MODERNİTEYA KAPÎTALÎST HEYE
 
Xabûr bal kişand ser şerê li Efrînê tê meşandin û da zanîn ku îro li Sûriyeyê şerê modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst heye û wiha berdewam kir: "Hêzên kapîtalîst jî dizanin ku yên li Sûriyeyê bi bandor dibin, dê li tevahiya Rojhilata Navîn bi bandor bibin. Ji ber vê yekê ye ku li Sûriyeyê bi hemû hêza xwe şer dikin. Li dijî gelên herêmê konsepteke giştî heye. Ji ber vê yekê jî tevî qirkirinên dewleta tirk jî hemû hêzên cîhanê bêdeng in û di nava tifaqên qirêjî de ne.  Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li Efrînê bi sedan zarok, jin û sivîl bi awayeke hovane di bin navê ‘şerê li dijî terorê’ de qetil kirin. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) xwe li kerî, korî û lalbûnê pêça. Mixabin îro tu ferqa NY’yê ji faşîzma Erdogan ê faşîst nemaye. NY ya ku li hemberî vê qirkirinê bêdeng maye mirov dikare bibêje ku bûye parêzvanê mafên berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst."  
 
BÊDENGIYA NY CESARET DA ERDOGAN 
 
Xabûr, destnîşan kir ku ger îro di şexsê Efrînê de li ser gelê kurd jenosîdek heye, sedema vê jî ew e ku li Efrînê xweperwerdekirin û birêxistinkirina gelê Efrînê ya li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Yên ku dibêjin ‘em li dijî terorê şer dikin’ gelo qet li xwe nanihêrin. Gelo qirkirina gelekî ku bi hezaran salan e li ser axa xwe û koçberkirina wî gelî bi xwe, ne terorîzma herî mezin e? Ger ev yek terorîzm nebe, wê demê bila NY pênaseya terorîzmê bike da ku herkes bizane. Li ber çavên NY’ê zarok ku Erdogan wan weke ‘terorîst’ pênase dike hatin qetilkirin lê NY bêdeng e. Vê bêdengiyê jî ji xwe ewqasî cesaret da Erdoganê faşîst. Îro zîhniyeta ku Komkujiya 1915’an a ermenan pêk anî bi milyonan ermen qetil kirin, li dijî gelê kurd jî di çarçoveya konsepteke qirkirinê de li ser kar e."  
 
KURDAN LI DIJÎ DAIŞÊ PARASTINA TEVAHÎ CÎHANÊ KIR
 
Dîcle herî dawî wiha nivîsand: "Li hemberî terora navneteweyî ya DAIŞ’ê, gelê kurd ji bo paratina temamiya cîhanê şerekî mezin kir, bedelên giran dan û anî ber tunebûnê. Lê îro tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di bin navê ‘şerê li dijî terorê’ êrîşî van hêzên kurd dike. Di lîteratûra mirovahiyê de tiştekî wiha nîn e. Hemû cîhan jî vê rastiyê dibîne lê niha lîstika sê meymûnan dilizîn. Wijdanê mirovahiyê bi vê bêdengiyê hatiye rakirin. Rastiyek li Efrînê heye. Ew jî ew e ku li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê gelên Efrînê ji bo hemû mirovahiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Berxwedana di qonaxa duyemîn de didome. Gel û şervan li serkeftinê kilît bûne û dê biserkeve. Israra gel û şervanan mîsogeriya serkeftinê ye. Weke ku hevalê Çiyager di berxwedana Sûrê de got; ‘Dawî çi dibe bila bibe dê muhteşem be’, weke ku hevalê Mehmet Tunç got; ‘Em ê çogê netewînin.’ Îro Efrîn jî bi heman awayî li ber xwe dide. Divê herkesê ku dibêje ez xwedî wijdanim, divê bizane ku xwedîderketina li Efrînê erkeke mirovahiyê ye. Weke heval Çiyager gotiye ‘dê dawî muheteşem be’ û dê faşîzm têk biçe." 
 

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin