Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’

img

STENBOL – Parêzer Mahmût Şakar, bi bîr xist ku 3 sal berê Ocalan ji bo Efrînê gotibû "Eger tu hemû bala xwe bidî ser xebatên avahiyan û tu ji bîr bikî ku tu di nav şer de yî, tu yê gelek caran derban bixwe. Hûn di nav şer de ne nav şer" û wiha got: “Divê her tişt wekî hinceta xurtkirina hêza xwe ya cewherî esas bê girtin.” 

Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO’yê di roja 64’an de ne. Parêzer Mahmût Şakar bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê da û bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP’ê re têkildarî Efrînê hin hişyarî kiribûn. 
 
‘RÛXANDINA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ BI EFRÎNÊ TÊ DOMANDIN’
 
Şakar bi lêv kir ku tu argûmanên Tirkiyeyê yên der barê êrîşa li ser Efrînê de ne rast û bawerker in. Şakar, destnîşan kir ku tekane hinceteke Tirkiyeyê ya der barê dagirkirina Efrînê de heye, ew jî tunekirina destkeftiyên kurdan, texrîbkirina projeya jiyana wekhev a Kantona Efrînê û guherandina demografiya wê ye. Şakar destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê berdewamiya Cizîr û Nisêbînê ye û got: “Kesên Nisêbîn û Cizîrê rûxandin, veguherandin qadeke dûz û bi alayên xwe ev rûxandin xemilandin, heman polîtîkayê li Efrînê didomînin. Û bi qasî ku ji gotinên Erdogan tê fêmkirin ku dê ev rûxandin û paqijkirina etnîkî li bajarên Rojavayê yên din û Şengalê jî hedef bigire. A rastî bi îkameya TSK û OSO’yê hewl didin bigihên hedefên stratejîk ên DAIŞ’ê. DAIŞ çend dijminê kurdan û mirovahiyê be, karakter û neyta kesên Efrînê dirûxînin jî heman tişt e.”
 
Şakar, bal kişand ser tewrê Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlementoya Ewropayê (YE) û welatên Ewropayê ya ji bo Efrînê û got: “Bi awayekî zaf aşkere, rûxandin û qetliyama li Efrînê bi desteka van hêzên navborî pêk hat. Ji hêla Tirkiyeyê ve îqnakirina van hêzan mijareke din e, lê hinan jê bi awayekî aşkere destek da, hin jê jî bi bêdengiya xwe bûn hevparê vê pêvajoyê. Rûxandin, talankirin û qetliyama li Efrînê di nêvengeke ku bi destê Rûsya û rojavayê (ya cîhanê) hat avakirin de pêk hat.” 
 
‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWEST DIVÊ’ 
 
Şakar, têkildarî çalakiyên kurdên li Ewropayê ku ji bo Efrînê li dar dixin de jî got: “Her çend dewlet li kêleka dewleta tirk cih girtibin jî, gel jî li kêleka gelê kurd cih girtine. Gel, derdorên pêşverû û demokrat, jin bi desteka xwe li cem gelê me cih girtine. Li Ewropayê çalakiyên zaf bandorker hatin lidarxistin. Raya giştî ya Ewropayê jî ev yek dît û da der. Lê belê hewldan û desteka gelê kurd û dostên wan têrî binpêkirina durûtî û bêdengiya hikûmetên Ewropayê nekiriye. Aşkere ye ku pêdivî bi pratîkên hîn hêzdartir û hîn bandorker heye. Divê ji çalakiyên agahdarkirinê, peydakirina hesasiyetê wirdetir, divê hikûmetan di warê helwesta li dijî dagirkeriyê de bitengijînin. Di vî warî de hin nîqaş tên kirin. Greva birçîbûnê ya li Cenevreyê, çalakiya konan ali Brûkselê û roja “Çalakiya Global a Ji Bo Efrînê” ku îro dest pê kir jî di vê çarçoveyê de ne.” 
 
‘3 SAL BERÊ OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ’ 
 
Şakar, bi bîr xist ku Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP’ê re der barê Efrînê de hin hişyarî kiribûn û got: “Tişta sereke ya digot, divê pêvajo bi awayekî cidî esas bê girtin û bê amadekirin. Mînak wisa digot: ‘Eger tu hemû bala xwe bidî ser fealieytên avahiyan û tu ji bîr bikî ku tu di nav şer de yî, tu yê gelek caran derban bixwî. Hûn di nav şer de ne nav şer.’ Her wiha dîsa der barê Efrînê de wiha gotibû: ‘Di nûçeyan de tim tê gotin li Efrînê atolyeyên tekstîlê tên avakirin. Rewşeke ku nizanin bi çi re rû bi rû ne serdest e. Îro ne roja avakirina atolyeyên tekstîlê, roja avakirina atolyeyên çek û muhîmatan, afirandina komunîzma şer e ku divê bibe malê hemû civakê.’ Birêz Ocalan 3 sal berê ev tişt dîtibûn û hişyar kiribû. Li qadên jiyana azad, bi qasî avakirina modela rêveberiyeke pirnasnameyî û komunal, parastina vê jiyanê jî girîng e, bal kişandiye ser vê yekê.” 
 
Şakar destnîşan kir kir ku êrîşên tên kirin li dijî preojeya çareseriyê ya gelên Rojhilata Navîn e û got: “Tenê ne li dijî kurdan, li dijî hemû gelan e.” 
 
‘WÊ BI FELSEFEYA OCALAN AZADIYA GELAN PÊK BÊ’ 
 
Şakar got: “Efrînê bi berxwedaneke bêhempa tewra xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan da. Aczîbûna dewleta tirk jî bi vê berxwedanê nîşan daye. Her wiha niha ev berxwedan bi awayên cuda didome.” Şakar diyar kir ku gelê Efrînê û berxwedêr jiyanê, axê, pirdengîtiyê, cudatiyê û pêşerojê diparêzin. Şakar got: “Ma li ber jiyanê û dewlemendiya wê tu hikmên tacirên mirinê hene? Ma wê ji Hîtler bêtir mirinê bînin? Ma wê ji Seddam bêtir şidetê bînin? Wê emre vê siyaseta ku li ser esasen mirinê hatiye sêwirandin pir ne dirêj be. Wê bi felsefeya Ocalan gelê Efrînê û gelên bindest ên Rojhilata Navîn azadiya nasnameyan bi awayekî têkûz ava bikin. Riya vê yekê jî bi têkoşîneke vîndar, baweriyî û hêviyê pêkan e.” 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin