Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê

img

STOCKHOLM - Endamê Komîteya  Karên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim li ser vexwendina partiyên siyasî li parlamentaya Swêdê axivî û êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê nirxand. Muslîm, diyar kir ku bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’ê ketin Efrînê.

Endamê Komîteya Karên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim tevlî semînerek Partiya Karkerên Demokratîk a Sosyalîst a li Parlamentaya Swêdê bû û darbarê dagirkirina Efrînê de nirxandin kirin. Muslim di semînerê de got artêşa Tirk li gel DAIŞ’ê şer dike û plana Tirkiyeyê ew e ku Efrînê bike paytexta terorîstan.
 
Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Keskan Valter Mutt jî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û piştre got ew li cem gelê Efrînê û hêzên YPG-YPJ’ê ne. Mutt, da zanîn ku ji çiyayan pê ve dostên Kurdan nînin û wiha bilêv kir: “Li vir û li gelek deverên cîhanê gelek dostên Kurdan hene."
 
Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterberg jî bi bîr xist ku endamên Komîsyona Karên Derve ya partiya wî daxwazeke hevpar nivîsî ne û ji Tirkiyeyê xwestin ku bombekirin û êrîşa ser Efrînê bide rawestandin.
 
TIRKIYE JI PERGALA ROJAVA DITIRSE
 
Muslim Newroz li her kesÊ pîroz kir û wiha axivî: "Ji ber sedema ku dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û komkujiyan îsal Newroz bi xemgînî pîroz kirin. Li Rojava gelên cûda kantonên demokratîk ava kirin ku dinava yekitiyê bijîn. Lê dewleta Tirk ji vê aciz e. Tirkiye ji ber ku naxwaze heman mafan bide welatiyên xwe yên Kurd ji pergala Rojava ditirse."
 
TIRKIYE BI 3 HEZARAN DAIŞ'Î KET EFRÎNÊ
 
Muslim got rejîma Tirk ku li Sûriyê destek dida çeteyên mîna DAÎŞ'ê êdî rasterast ketiye şer û Efrîn dagir kiriye. Muslim stratejiya Kurdan jî wiha got: "Helbet em ê xwe biparêzin. Li gor me Efrîn têk neçû. Li Efrînê û derdora wê li dijî dagirkeran şer heye. Em pergaleke wiha ya demokratîk dixwazin ku nasnameyên etnik ên cihê bikaribin bi hev re bijîn. Lê Tirkiye li dij vê ye. Tirkiye ji ber vê yeke bi 3 hezar terorîstên DAÎŞ'î re, yên ku ji Reqa û Kobanê reviyane, kete Efrînê."
 
TIRKIYE DIXWAZE MÎLÎTANÊN ÎSLAMÎ YÊN LI IDLIBÊ BÎNE EFRÎNÊ
 
Muslim got armanca Tirkiyeyê ew e ku li Efrînê paqijiya etnik bike û Kurdan ji şûnwarê wan bike û domand: "Niha dixwazin Kurdan ji Efrînê derxînin. Ez jî ditirsim ku paqijiya etnik bikin. Niha bi deh hezaran milîtanên îslamî li Idlibê dijîn. Armanca Tirkiyeyê ev e ku van li gel malbatên wan li Efrînê bi cih bike. Hêvî dikim ku cîhan destûra vê nede. Dive em vê ji bîr nekin. Dibe ku DAÎŞ li Tirkiyeyê ji qewet ketibe lê li Tirkiyeyê gelek hicreyên wê yên razayî hene."
 
ROJAVAYÎ JI BARBARIYA ERDOĞAN RE ÇAVÊ XWE DIGIRIN
 
Muslim diyar kir, welatên Rojavayî ji barbariya Erdoğan re çavê xwe digirin û li ser sedema bêdengiya wan jî got: "Welatên Ewropî naxwazin Erebên ji Sûriyê yên li Tirkiyeyê werin Ewropa. Erdoğan jî penaberan li dijî wan mîna çeke bi kar tîne. Dibêjin heke hûn me rexne bikin û çekan nedin me em ê jî bi milyonan penaber bi ser Ewropa de bişînin û şantajê dikin."
 
Muslim bêdengiya cihana derve ya li bara êrîşên dewleta Tirk rexne kir û got, "Divê li gorî peymanên xwe biçin. Mînak Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mehekê agirbest ragihand. Swêd di vê mijarê de bû xwedî însîyatîv. Lê weke ku Efrîn ne Sûriye be tevgeriyan. Ji bo vê ez Wezîra Karê Derve ya Swêd rexne dikim. Li pêşniyara xwe xwedî derneketin. Heta niha jî Erdoğan şermezar nekirine."
 
Muslim got di civînên Soçî, Astana û Cenevreyê de rê nedana hêzên Kurd û got, "Li gel ku beşekî Sûriyê em kontrol dikin jî ji bo ku naxwazin navbeyna wan û Tirkiyeyê xira bibe naxwazin em li wir bin."
 
JABAR AMÎR: MUSLUM VEXWENDINÊ PARTIYÊN HIKÛMETÊ YE
 
Wekîlê Partiya Keskan Jabar Amîn li ser semînera li parlamentê got: "Îro li parlamenta Swêdê semînereke pir girîng û dîrokî çêbû. Muslim li ser vexwendina partiyên Demokratên Sosyal û Keskan hate Swêdê û tevlî semînerê bû. Ev pir baş e. Ev seminer bi tevlêbûna parlamenteran, rêxistinên civaka sivîl û medyaya neteweyî û navneteweyî pêk hat. Muslim bi zimanekî zelal tiştên ku li Efrînê bûn got û her wiha got ji bo ku civaka navnetewî êrîşên Tirkiyeyê bisekinîne divê çi bike."
 
PÊWENDIYA ZÊDE YA MEDYAYÊ
 
Piştî semînerê li parlamentê civîna çapemeniyê pêk hat. Ajansa Nûçeyan a Swêdê, Televizyona Dewletê ya Swêdê, Radyoya Dewletê ya Swêdê, rojanmeya Aftobladet, ku tiraja wê 820 hezar e, AFP, Le Monder bi Muslim re hevdîtin kirin. Muslim di civînê de axivî û got: “Ji bo ku me pêşiya qirkirinên sivîlan bigirin ji Efrînê derketin. Derketina me taktîkiye. Her tişt talan kirin, sivîl girtin û revandin. Çi ji wan kirin em nizanin. Bobeletek tê jiyîn lê têkoşîn jî didome. Vebijêrkeke me tine. Wê şerekî dirêj hebe. Dewleta Tirk bi 3 hezar DAÎŞ'î Efrîn dagir kir. Di dest me de belge hene ku vê piştrast dikin. Ên ku berê di eniya DAIŞ’ê de şer dikirin niha bi hevkariya dewleta Tirk şer dikin."
 
Muslim bi armanca piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê çû Qada Sergelê û çalakvan ziyaret kirin.  
 
Dûre Muslim ji hêla Şaredariya Stockoholmê ve hat vexwendin û li Şaredariyê bi rêveberên şaredariyê re li hev civîyan. 

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin