Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'

  • jin
  • 09:50 23 Adar 2018
  • |
img

STENBOL – Hiqûqnas û endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Leyla Suren, diyar kir ku kujerên jinan li salonên dadgehê wekî ku tiştek nebûbe tev digerin û ev tevgera wan bêhestiyariya darazê ya li dijî jiyana jinan nîşan dide. Suren, anî ziman ku kujerê Helin Palandoken Mustafa Yetgin jî wekî ku dê teqez ji 'Halê Baş' sûdê bigire tev geriya. 

Hiqûqnas û endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Leyla Suren, darizandina doza Mustafa Yegîn yê di 13'ê Cotmeha 2017'an de li navçeya Pendîkê xwendekara liseyê Helin Palandoken kuşt û 2 kes jî birîndar kir nirxand. Suren, helwest û tevgera kujer Mustafa Yetgin ê bi sucdariya “Bi zanebûn û plankirî kuştiye" tê darizandin şirove kir û wiha got: "Her çend daxwaza me ya em bibin mudahîl bê redkirin jî wekî wekî Platformê dê kuştin û cînayeta jinan bişopînin. Di dozên kuştina jinan de bersûc û kujer ji ber helwesta darazê ya "Halê baş" her dem li salonên dadgehan tevgera "Ez dê ji halê baş sûdê bigirim. Cezayê min dê bê daxistin" nîşan dide û wekî ku sûcekî asayî kiriye nîşan dide. Suren, bal kişand ser duyemîn danişîna doza Helin Palandoken û wiha got: “Mustafa Yetgin bi cilên çaket û kravat (bedl) derket salona dadgehê. Bi van cilan armanc kir ku heyeta dadgehê 'Ji halê baş' cezayê wî kêm bike. dîsa li salona dadgehê bi ken û kêfxweşî çawa Helîn kuştiye vegot. Wekî ku bûyerek asayî be nêzîk bû. Wekî qala çîrokekê bike qal kir. Wekî ku behsa lîstikekê bike bûyer vegot. Wekî ku bêje 'ji bo min tiştekî ji rêzê ye, divê hûn jî bûyerek ji rêzê bibînin.' Medya jî ev bûyer wekî 'Cînayeta evîndardiyê' nîşan da û kir ji rêzê. Di danişînê de bavê Hêlîn li hemberî kenê bersûc îsyan kir. Got 'Tişta hûn bi ken qala kuştina wê dikin canê keç min e'. Tişta di tevgera helwesta Mustafa de hat xuyakirin, helwest û tevgera civak û darazê ya li hemberî jinê hatiye avakirin. Ev helwesta Mistifa nerîn û feraseta daraz û civakê ya li hemberî jinê nîşan dide. Hişmendiya mêrê serdest a li hemberî jinan nîşan dide. Ev cînayet bingeha xwe ji hişmendiya mêrê serdest digire. Di civaka ku mêr serdest be, bûyerên bi vî rengî zêde dibin."
 
HIŞMENDIYA MECLÎSÊ RÊ LI PÊŞ CÎNAYETAN VEDIKE
 
Suren, bal kişand ser hişmendiya meclîsê û hikûmetê jî û wiha got: "Ger hûn li salona meclîsê bêjin 'Dengê xwe neke jinê! Bêdeng be!' û hûn bêjin 'Bila jina ducanî dernekeve kolanan' dîsa ger hûn bêjin ‘Dibe ku di asansorê de halvet bibe' wê demê hûn dê kuştina jinê jî asayî bibînin. Hûn dê kuştinê ji rêzê bibînin. Mustafa jî dê mafê kuştinê di xwe de bibîne û wekî bûyerek ji rêzê nêzîk bibe. 
 
Suren, anî ziman ku di 2 danişînan de li şûna Bersûc Mustafa bersûcê şaş dianîn salonê û wiha got: “Bi vê yekê qerfên xwe bi me dikin. Dibe ku navê wan yek be. Lê navê dayik, bav û nûmara T.C ji hev cuda ye. Ger ku kesê bi şaşî anîn salonê dengê xwe nekiribûya dê bersûcekî şaş bihata darizandin. Lê dasya Helin Palandoken hemû raya Tirkiye û cîhanê tev dizane. Ev dosyaya ku hemû cîhan dizane, çawa nizanin kujerê wê kî ye û çawa tev li hev dikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."  
 
Suren,  bal kişand ser Halis Candemir ê ku hevkariya Mustafa kir û wiha got: "Halis Candemîr Mûstafa li erebeya xwe bar dike. Diviya bû Halis Candemir jî bihata girtin. Lê Halis Candemir serbest berdan. Diviya bû Halîs jî bihata girtin." 
 
Suren, anî ziman ku dadgehê mudahîliya parêzerên Platformê qebûl nekir û wiha got: "Me di pêveka daxwaznameya xwe de bi dehan dosyayên ku mudahîliya wan hatibûn qebûlkirin lê zede kiribû. Peymana Stenbolê di ser qanûnê re ye. Li wir diyar dike ku divê dewlet xebatên der barê jinan de mîsoger bike. Lê ev daxwaza me hat red kirin. Dixwazin tevgera jinê ji cînayetên jinan dûr bixin. Lê çi dibe bila bibe em dê van dosyayan berdewam bikin. Em di rûniştina li pêş me de li benda biryarê ne. Em dipên ku dadgeh cezayê giran bide bersûc. Bersûc aşkere dibêje piştî 2 gule berdan wê piştre diçe guleya kuştinê berdide wê. "
 
ZIMANÊ MEDYA RÊ LI PEŞ VEDIKE'
 
Suren, anî ziman ku di cînayetên jinan de bandora Medya jî zêde ye û wiha got: “Her çend zimanê medya ne wekî berê be jî dîsa bi bandor e. ‘Zimanê medya xerab e. Sernavên Wekî 'Cînayeteke din pêk hat...' Peyva 'Din' êdî kuştina jinê dike bûyerek ji rêzê. Di sala 2017'an de 409 can hatin kuştin. Di çileya 2018’an de 28 jin û di Sibatê de 47 jin hatin kuştin. Medya dema peyvên ‘Eşqa platonik' 'eşqa berê' 'pir hezdikir.' dinivîse,  Ger ku ziman erênî be dê rê li peş cînayetan bigire. Lê ger ku ziman neyînî be dê rê li pêş cînayetan veke. Niha zimanê medya neyînî ye û rê li pêş cînayetan vedike. Cînayetan dike wekî bûyerek ji rêzê. 
 
Suren, anî ziman ku Peymana Stenbolê û Hêjmara 6284'an ji bo wan gelek girîng e û wiha got: "Tundiya li dijî jinê hezarî 400 zêde bû. Tevgera jinê li hemberî vê yekê dê tekoşîna xwe berdewam bike. Jinên ku dizanin dê bên kuştin jî daxwazname didin. Dixwazin der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryar bidin. Jin mafê xwe yê mirovane û jiyanê dixwazin. Dixwazin der barê xwe de bi xwe biryarê bidin. Em jî dê doza wan bişopînin û parastina wan berdewam bikin." 
 
MA / Necla Demir

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin