'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’

img

STENBOL – Welatiyên ku bertek nîşanî polîtîkayên êrîşîkariyê yên li ser Efrînê dan gotin: “Eger tu milyonek kurd bikujî jî, 39 milyon kurd dimînin. Em naqedin.” 

 
Li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbol, bi sedhezaran welatî hatin gel hev û Newroz pîroz kirin. Welatiyan nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li ser Efrînê anîn ziman.
 
‘WÊ GELÊ EFRÎNÊ BI SER BIKEVE’
 
Muhsîne Seç, Newroza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û hemû girtiyan pîroz kir û got: “Tijekirina qadên Newrozê bersivdayîna êrîşa li ser Efrînê, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Çimkî Newroz tê wateya aştî, biratî û wekheviyê. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Lê em ê li dijî şerê wan tim aştiyê biparêzin.”  Remziye An jî diyar kir ku îktîdar zilmê li kurdan dike û got: “Kurd bi kuştinan naqedin. Çi dikin bila bikin em ê bi ser kevin. Li hemberî êrîşên hovane, em ê bi her tiştê xwe li cem Efrînê bin. Wê li Efrînê gelê efrînî bi ser bikevin.” 
 
‘ÊDÎ BES E’ 
 
Gulîzar Kaya jî, diyar kir ku yên li Efrînê tên kuştin zarokên wan, xwişk û birayên wan in û got: “Erdogan doza çi li me dike? Em mirinê naxwazin. Dizên li kuçeyan bera me dide. Çi ji Efrînê dixwazin? Diçe zarokên li wir dikuje. Wê derê talan dike. Hêvîdar im wê dawiya wî bibe wekî ya Seddam. Êdî bes e. “ Ayşe Akturk jî got: “Em kurd in, em doza mafê xwe dikin. Li Efrînê bi sedan sivîl kuştin. Bajar talan kirin. Di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye. Li dijî van qetliyaman em ê doza aştiyê bikin û li gel gelê Efrînê bin.” 
 
‘ERDOGAN QETLIYAMÊ DIKE’ 
 
Fatma Şahîn jî, diyar kir ku Ewropa li ji bo Efrînê bêdeng maye û got: “Tim behsa mafên mirovan dikin. Halbûkî divê behsa zilm û berjewendiyan bikin. Çimkî ya ku dikin zilm û berjewendî ne.” Leyla Tak jî got: “Newroz e, lê dilê me şikestî ye. Çimkî Erdogan êrîşî Efrînê dike. Erdogan niha li Efrînê qetliyamê dike.” 
 
‘ÇI QASÎ BIKUJIN EM Ê EWQSÎ BÎNIN DINÊ’ 
 
Hasîbe Erez jî diyar kir ku li Efrînê zarok, extiyar tên kuştin û got: “Dema em dadikevin qadan li li dijî qetliyaman dengê xwe bilind dikin êrîşî me dikin. Ji me re dibêjin ‘Hûn kurd in, hûn nikarin doza tiştekî bikin.’ Lê dîsa jî em li qada ne. Xwazî bila bên û bikujin. Dibêjin qey em ê bi mirin û girtinan biqedin. Lê ew çiqasî bikujin û bigirin em ê ewqasî zarokan bînin dinê.” Fînce Akman jî bi lêv kir ku ew ji bo Efrînê li qada ne û got: “Çi karê Erdogan li wir heye? Efrîn a kurda ye. Tên dibêjin ‘em bira ne’, lê êrîşî Efrînê dikin. Ev biratiyeke çawa ye? Tu diçî wir talan dikî û dibêjî ‘em bira ne’. Biratiyeke wisa tune ye. Dibêjî ez misilman im, lê di misilmaniyê de cihê vê yekê tune ye. Wê Efrîn ji bo Erdogan, ji bo dagirkeran bibe goristan.” 
 
‘PATRON DESTÛR NEDA, MIN JÎ DEV JÊ BERDA Û HATIM’ 
 
Mehmet Çetîn , diyar kir ku kardêr destûr nedaye ku biçe pîrozbahiya Newrozê, lê belê wî dev ji kar berdaye û hatiye. Çetîn got: “Ma ez neçim, wê kî biçe? Wê kî qadan tijî bike.” Velat Dûrdûr jî destîşan kir ku tevî her tiştî jî taliyê wê biratiya gelan bi ser bikeve. Yagmûr Kahvecî jî bi lêv kir ku ew bi ruhê Kawayê Hesinkar daketine qadan û ew ê li dijî zilmê û zoriyê tim li qadan bin. Ermîne Erbek jî got: “Wijdan û dînê wan tune ye. Di dema lêgerînê de şara min ji min stendin. Me tu carî dev jê bernedaye. Me bikujin jî, bavêin zindanan jî, çi bikin jî em ê dev ji vê riyê bernedin.” 
 
‘EFRÎN BAJARÊ KURDA YE’ 
 
Seracettîn Ozel jî diyar kir ku Efrîn bajarê kurda ye. Ozel destnîşan kir ku Tirkiye tevî çeteyan bi tang û topan êrîşî Efrînê kiriye û malê kurdan talan kiriye. Ozel got: “Li ber çavê hemû cîhanê zilm li kurdan kirin. Ez vê yekê şermezar dikim, protesto dikim.” 
 
Ahmet Yilmaz jî got: “Ji hêla Efrînê guleyek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye. Li wir tu milyonek mirov bikujî jî, em ê neqedin. 40 milyon kurd hene.”  Îsmaîl Demîr jî diyar kir ku ew kesê peykerê Kawa rûxandin û Rûsyaya ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re vekir şermezar dike û got: “Dewletê her sal bi çewisandinan xwestiye girseyan lawaz bike. Gel natirse, têdikoşe. Em berdewamiya Mahîr Çayan, Denîz û Mazlûm Doganan e. Em di rêça wan de ne.” Her wiha Gulîstan Çetîn jî got ew ê heta dilopa dawî jî xwedî li doza xwe derkevin û wê gelê kurd bi paş ve gav navêje. 
 
‘EM KAWAYÊ HESINKAR IN’ 
 
Mehmet Kûzû jî, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinên dewletê û Rewşa Awarte jî gel qad tije kirine û got: “Li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar hat rûxandin. Di serdemeke wisa de gel qadên Newrozê tije kir. Bi vê yekê peyama ‘Em hemû Kawayê Hesinkar in’ hat dayîn. Helbet wê ev çewisandin biqedin, wê dîktator, kesên bi faşîzmê bi ser me de tên biqedin.” 
 
Gamze Nîhal Îyîdogan jî got: “Li dijî emperyalîzmê ya ku dê me ber bi serketinê ve bibe wê têkoşîna gelan be. Li dijî dewleta faşist ku li Efrînê hewl dide me qetil bike, divê kedkar, elewî, xwendekar û karkerên tirkiyeyî rabin ser piyan.” 

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin