‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'

img

WAN - Muzîkjen Mazlûm Anaç, li bajarên wekî Sûr û Cizîrê lidarxistina "mîhrîcanan" wekî parçeyeke konsepta şerê taybet nirxand û got ku bi vê armanc vemalaştina bîra civakî ye. 

Li gelek deverên Tirkiyeyê konserên hunermendên kurd û şanoya kurdî tên qedexekirin, lê li bakurê Kurdistanê jî bi destê qeyûman mihrîcan tên lidarxistin. Mihrîcanên tên lidarxistin jî bi taybetî li bajarên ku xwerêvebirî li wan hatibû îlankirin tên lidarxistin. Qeyûman li Sûrê, Farqînê, Nisêbînê, Kerboranê ku di sala 2015'an de hema bibêje hatibûn serobinokirin mihrîcanên cur bi cur li dar dixin û niha jî qeyûmê Cizîrê hewl dide di 30'yê cotmehê de bi navê "Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê ya By Mr. Dosso Dossî" li dar bixe. Muzîkjen Alî Mazlûm Anaç ku van mihrîcanan nirxand got: "Çalakiyên qeyûm ne tesadufî ne, polîtîk in." 
 
‘PERÇEYEKE ŞERÊ TAYBET'
 
Anaç anî ziman ku desthilat li rojavayê Tirkiyeyê mihrîcanan qedexe dike û li Kurdistanê jî bi destê qeyûman mîhrîcanan li dar dixe û got ku lidarxistina van mîhrîcanan perçeyeke şerê taybet e. Anaç destnîşan kir ku ev pergal sed sal in hebûna gelê kurd tune dihesibîne û wiha got: "Ev mîhrîcanên navbirî hewldaneke qirkirina nirxnên gelê kurd e. Polîtîkaya şerê taybet e."
 
‘ARMANCA SEREKE TUNEKIRINA VÎNA GEL E'
 
Anaç diyar kir ku li Cizîrê di salvegera tayinkirina qeyûm de lidarxistina mîhrîcanê ne tiştekî tesadufî ye û got: "Armanca sereke tunehesibandina vîna gelê kurd e. Wekî mînak mirov dikare di salvegera tayinkirina qeyûm de lidarxistina mîhrîcanan bide. Ev yek cewhera konseptê nîşan dide." 
 
‘DIXWAZIN BÎRA CIVAKÎ VEMALIN'
 
Anaç bilêv kir ku qeyûm tenê konser û mîhrîcanan li dar naxin, navê kolanan jî diguherînin, peykeran jî hildiweşînin û got ku bi vî awayî sembolên gelê kurd tune dikin. Anaç destnîşan kir ku armanca vê yekê jî vemalaştina bîra civakî ye. Anaç bal kişand ser wê yekê ku li bajêr çalakiyên têkildarî nasnameya kurdî tên qedexekirin û wiha got: "Demek berê li Sûrê mîhrîcanek hat lidarxistin. Piştî wê dê di 30'yê Cotmehê de li Cizîrê jî bê lidarxistin. Çalakiyên qeyûm ên bi navê 'Mîhrîcana Muzîkê' bi teybetî li herêmên ku di sala 2015'an de bi destê pergala faşîst hovîtiyeke mezin hat kirin tên çêkirin. Ev ne tesadufî ye. Di 30'yê Cotmehê de lidarxistina wê jî polîtîk e, ji lew re ew dîrok, dîroka tayinkirina qeyûm e." 
 
Her wiha Anaç ji bo cihê mîhrîcanê jî ku dê li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin got ku heqareta li nirxên gelê kurd e. 
 
‘GELÊ KURD EW HOVÎTÎ JI BÎR NEKIRIYE'
 
Anaç destnîşan kir ku bi van çalakiyan nirxên gelê kurd tune tên hesibandin û wiha got: "Gelê kurd wê hovîtiyê ji bîr nekiriye. Gelê kurd dê xwedî li nirxên xwe derkeve û serî netewîne." 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin