Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran

img

ENQERE – Li gel ku pîrozbahiyên Newrozê xistin roja 21’ê Adarê û astengî û qedexeyan jî bi milyonan mirov daketin qadên Newrozê û desthilatdarî û medyaya wê xistin nav hûsranê.

Pîrozbahiyên Newroza îsal veguherî testek nû. Hikumet ji sala 2015’an ve êrîşên topyekûn li ser gelê kurda da destpêkirin, xwest bandora êrîşan li qadên Newrozê bibîne. Beriya niha pîrozbahiyên Newrozê seranserî hefteyekê dihat pîrozkirin. Lê destûra Newrozê ya îsal tenê ji bo 21’ê Adarê hat dayîn. Ji ber ku pîrozbahiya Newrozê di nav hefteyê de hat pîrozkirin jî dihat fikirandin ku dê kes beşdar nebe. Li gel destûra Newrozê hat dayîn jî lê polîsan li gelek deveran astengî derxistin û ji afîşan bigire heta flamayên kesk, sor û zer hatin qedexekirin. Gelek kesên xebatên Newrozê dan meşandin hatin binçavkirin. Di têketin û derketina qadên Newrozê de bi sedan kes hat binçavkirin. Beriya Newrozê gelek kes hatin binçavkirin. Li her qadê bi hezar polîs hatin peywîrdarkirin û xwestin li ser gel rewşek derûnî ava bikin. 
 
RASTE RAST NEWROZA QEDEXEKIRΠ
 
Ji beşdarvanê Newrozê Harûn Çakmak Newroza îsal wiha şîrove kir: “Dewletê xwest bixe rojekê. Bi astengiyan nehişt newroz bê pîrozkirin. Helwesta kurdan dipîvan. Lê gel helwestek baş nîşan da. Hesaba dê kes beşdarî pîrozbahiya nebe û dê vê yekê jî bikar bînin dikir. Lê ev bendewariya wan vala derket. Yên li ser Newrozê hesaban dikirin rastî têkçûnê hatin. AKP û çapemeniya xwe matmayî man. Ji rojnamegerên nêzî xwe xwestin qadê Newrozê vala nîşan bidin. Lê ne pêkan bû dîmen û wêneyên wiha serwîs bikin. Li qadên Newrozê cihê tu piyê xwe biavêjî tune bû. Qadên Newrozê bersiv baş da êrîş, kkuştin û dagerkeriyê.” 
 
KAWA LI HER DERÊ BÛN 
 
Newroza îsal di heman demê de bû Newroza xwedî derketina Kawayê Hesinkar. Bi milyonan kes bersiv dan kesên li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar rûxand. Kemal Bulbul ê di tevgera Kawayê hemdem de xwedî tecrûbe wiha got: “Bi rastî jî Newroz veguherî Newroza Efrînê.”
 
PEYAMA NEWROZÊ 
 
Husrana Newrozê xwe di manşetên rojnameyên nêzî AKP’ê de jî da der. Rojnamegerên li qadê piştÎ demek ku dîtin bi sed hezaran kes diherikin qadan li ser dik û qadên Newrozê winda bûn. Kelecan û peyama bi milyonan kes bi hevokek jî ne nivîsandin û cih nedanê. Heta gelek saziyên çapemeniya navnetewî jî bûn hevkarên medyaya desthilatdariyê. Ajansa Sputnîkê ku di dema qeyrana xistina balafirê de li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin jî, li gel bi kurdî jî weşanê dike tevahiya rojê bi hevokên kurt pîrozbahiyên Newrozê derbas kir. Her wiha Spûtnîkê bi nûçeyên xwe kurt, Newrozê kir “Nevruz.” Çunkî peyam û berteka gel a ji qadên Newroza îsal bilind bûn tenê ne li dijî Tirkiyeyê bûn. Her wiha ev peyam û hêrs li dijî Rûsya û raya giştî ya cîhanê bûn jî. 
 
TENÊ CAREK NIVÎSANDIN: NEWROZA 2013’AN
 
Medyaya ku Newrozê bi hevokek ne nivîsand di salên 2013-2015’an de pîrozbahiyên Newrozê kiribûn manşet. Heta hin rojname bi manşetên “Newroz pîroz be” û “Happy Newroz (Newroza bextewar)” derketibûn. Di navberê de 5 sal derbas bû, agirê Newrozê hin bêtir gûrtir bû, lê çapemeniya di agirê Newrozê de bû xwelî, dîsa rola xwe ya şerxwaz leyîzî. Ji bo mirov li hûsrana wan îro fêm bike, pêwîstî bi manşetên rojnameyan ên Newroza 2013’an heye.
 
21’ê Adarê 2013 
 
Yenî Şafak: Bila agirê aştiyê qet venemire
Sabah: Agirê Newrozê ji bo aştiyê vêdikeve 
 
22’ê adarê 2013 
 
Bugun: Ji Ocalan banga aştiyê 
Cumhuriyet: Derbasî ‘Serdema nû’ 
Evrensel: Dê çek bêdeng bibin siyaset biaxive 
Haberturk: Dema aştiyê ye 
Hurriyet: Dema çekan xelas bû 
Milliyet: Êdî dawî li çekan tê 
Ozgur Gundem: Di şahidiya milyonan de serdemek nû dest pê kir 
Posta: Dawî li çekan tê 
Radîkal: Bijî Turkiye
Sozcu: Îxtîdar îftîhar pêşkêş dike: Şova Apo û PKK’ê 
Star: Pêncşema bi xêr 
Yenî Şafak: Çek sekini dema aştiyê ye 
 
4 SAL E HEMAN HÛSRAN 
 
Medyaya desthilatê Newroza 2014’an wek sala 2013’an nekir manşet lê pîrozbahiya Newrozê di rûpelên pêş da nivîsandin. 
 
Manşetên Ocalan ên 2013’an di sala 2014’an de cihê van manşetan ji dîmenên mitînga Erdogan a li Erziromê re berdan. 
 
Di sala 2015’an de jî medyaya desthilatê Newrozê nivîsand û weşand, lê gotinên Erdogan ên mîna “Dolmabahçe xelet bû” kirin manşet. Pişt re li dijî bajaran operasyon û êrîşan dest pê kir û li hundir pevçûnan dest pê kir. 
 
Di Newroza 2016’an de medyaya desthilatê vê carê jî qadên Newrozê vala nîşan da. Newroza 2016’an li gelek deveran jî hat qedexekirin. Newroza yekemîn a piştî pêvajoya çareseriyê bû. Li gel hemû êrîş û qedexeyên li ser Newrozê li Amedê bi sed hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. 
 
Di Newroza 2017’an de jî kurdan beriya referandûma 16’ê Nîsanê li qadan helwesta xwe danî holê. Bi milyonan mirov bi dirûşmeya “Ji rejîma yek zilamî re na” qadan tije kirin û dîsa di medyaya desthilatê de cih negirt. 

Sernavên din

25/03/2018
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin