Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve

img

STENBOL – Endama Yekîtiya Jina ya Lubnanê Henan Osman, diyar kir ku ew di serdana xwe ya Efrînê de li her qadê bûne şahidê berxwedanê û got: "Gelê kurd di şer de ye. Di şer de serketin jî heye, binketin jî heye. Niha tirkan Efrînê dagir kiriye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku dê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve." 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 62'yemîn de ne. Hevseroka Navenda Çanda Civakiyî ya Newrozê ya Lubnanê û Endama Yekîtiya Jina ya Lubnanê Henan Osman ku serdana Efrînê kir, êrîşên li ser Efrînê û çavdêriyên xwe nirxandin. Osman diyar kir ku ew bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tevî delegasyoneke ku rêxistinên jinan, partiyên komunîst, rêxistinên filîstînê, jinên filîstînî, rojnamevan ên li Lubnanê û kurdên li Lubnanê di nav de serdana Efrînê kirine. 
 
'VÎNEKE MEZIN HEYE' 
 
Osman, destnîşan kir ku di 8'ê Adarê de li Efrînê meşeke mezin hat lidarxistin û got: "Piştî meşê em çûn gundekî ku tam li hember Tirkiyeyê ye û dihat bombebarankirin. Me xwest em peyama ku Efrîn ne bi tenê ye û êrîşan şermezar dikin bidin. Em li vî gundê ku dihat bombekirin 4 rojan man. Li wir jî ji 7 saliyan heta 70'ê saliyan herkes li ber xwe dide. Vîneke mezin heye. Zêde girêdayî axa xwe ne." 
 
Osman bi lêv kir ku ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha, li Rojavayê projeya "Neteweya Demokratîk" hatiye sepandin û ev proje ji bo gelên Rojhilata Navîn riya çareseriyê ye. Osman diyar kir ku Tirkiye û dewletên serdest vê projeyê wekî tehdît dibînin û ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye Tirkiye li dijî vê projeya çareseriyî dertê. 
 
'DÎROKA WAN DÎROKA TALAN Û RÛXANDINÊ YE' 
 
Osman, destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê mîrateyên çandeyî yên li Efrînê hatine texrîbkirin û bi dagirkirinê tê xwestin ku demografiya herêmê bê guherandin. Osman anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de ji destpêkê heta niha talan û rûxandin heye. Osman got di meha Newrozê de bi rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar, hatiye xwestin ku berxwedana Kawayê Hesinkar a di dilê kurdan de bê tunekirin. Osman domand: "Me dît ka çawa bi awayekî hovane êrîşî sivîlan dikin û wan dikujin. Malên mirovan valakirin, malên wan dizîn. Ev çand û edeteke wan e. Ji bo van kesan kuştin, qetilkirin, tecawizkirin ne tiştekî nû ye. Tiştek di xwîna wan de heye. Dema hatin Efrînê bi vê nefsê hatin Efrînê."Osman bi lêv kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser kurdan qet neguherîne û got: "Li hemberî van polîtîkayan, di dîroka kurdan de jî berxwedan û serîhildan heye û di ya Tirkan de jî kuştin." Osman diyar kir ku Dersim, Agirî ji bo vê yekê mînak in û piştî Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê herî dawî li Efrînê rûyê xwe yê komkujer û talanker nîşanî kurdan dane. 
 
'TEKANE HEDEFA WAN KURD IN' 
 
Osman, destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan kurd xwe wekî perçeyekî Tirkiyeyê nabînin û got: "Eger tu înkar bikî, tune bikî, perçe bikî, malên wan birûxînî, zarokên wan bigirî, tecawiz bikî wê çawa bibin perçeyekî te. Helbet wê hîs nekin. Tirkiye ji vê rewşê berpirsiyar e. Ne tenê li Tirkiyeyê dixwazin li Rojavayê jî vê yekê bikin. Dest davêje Başûr û Rojava. Kurd li kuderê bibin vîneke siyasî, bibin hêzek mudaxileyî wan dike. Her tiştê xwe didin hêlekê, tenê difikirin ku ew ê çawa rê li ber kurdan bigirin ku vîneke wan a siyasî çê nebe. Em dikarin bêjin ku di cîhanê de tekane armanca wê ev e." 
 
'HÊZÊN NAVNETEWÎ LI PÊYÎ BERJEWENDIYÊN XWE NE' 
 
Osman, bi lêv kir ku hêzên navnetewî jî ji bo Efrînê bi awayekî cidî deng dernexistine û got: "Hêzên navnetewî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bêdeng man. Ji bo berjewendiyên xwe di der xwîn û kuştina gelan re polîtîkayên xwe yên qirêj bi rê ve dibin. Rewşa li Gûtayê û li Efrînê li holê ye. Herkes ji bo Gûtayê deng derdixîne, lê belê ji bo Efrînê jî herkes bêdeng e. Me hemûyan tewra Rûsyayê jî dîr. Lê bila herkes bizanibe ku di nezda gelan de tu beramberiyeke van polîtîkayên qirêj tune ye. Ji ber vê mecbûr in polîtîkayên têkildarî yekîtiya gelan esas bigirin. Heta ji destê wan tê dixwazin gelan perçe bikin û bandora xwe ya li ser wan zêdetir bikin. Ji bo kapîtalîstan jî meseleya sereke aborî ye. Perçekirina gelan, ji bo wan zîndebûna aboriyê ye." 
 
'BARÎN Û AVESTA BÛN SEMBOL' 
 
Osman, destnîşan kir ku di her qadên berxwedana Efrînê de jin pêşengtiyê dikin. Osman ji bo Barîn Kobanî û Avesta Xabûrê jî got bûne remza berxwedana Efrînê. Osman got: "Hin mêr dixwestin ji Efrînê derkevin. Lê belê jinan bi hêrseke mezin bertek nîşanî vê yekê dida. Me serdana malekê kir. Zilamê malê digot 'em ji Efrînê derkevin.' Lê jina malê digot 'eger em rojekê bimirin, bila ew jî bi berxwedanê li vê xakê be. Em ê ji Efrînê dernekevin.'"
 
'WÊ EFRÎNÎ BI SER BIKEVIN' 
 
Herî dawî Osman destnîşan kir ku taliya talî wê Efrîn bibe ya gelê Efrînê û got: "Gelê kurd din şer de ye. Di şer de serketin jî heye, binketin jî heye. Niha tirkan Efrînê dagir kiriye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku dê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve. Wê êdî derwleta tirk nikaribe li Efrînê li ber xwe bide. Wê leşkerên bi pere yên tirkan jî li Efrînê bi ser nekevin. Wê nikaribin vîna gel bişikînin. Wê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe." Osman gotina Mazlûm Dogan "Berxwedan Jiyan e" bi bîr xist û got: "Wê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

22/03/2018
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang