Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi coş û tevlêbûnek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de gel dagirkeriya Efrînê şermezar kir û piştgirî da gelê Efrînê. 
 
Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Newroz şevê din bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li bajarê Silêmanî, Hewler, Kerkûk, Kelar, Mexrûr, Xurmal, Qaneqînê Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. 
 
SILÊMANΠ
 
Li Girê Mameyare yê Silêmaniyê Newroz bi coş hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de êrîşên li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Efrînê hate şermezar kirin. Li Girê Mameyare yê Silêmaniyê bi beşdarbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana gelê Efrînê hate silavkirin.  Di pîrozbahiyê de çend kesen bi cilên xwe nûnertiya kesayetên Kurd ên diyar ên weke Pîremêrd, Kawayê Hesenkar, Zakiye Erkan û Mame Newroz kirin. 12 siwariyên hespan xwe weke 12 siwariyên Merîwan nîşan dan. Di pîrozbahiyê de cil û bergên Kurdî bal dişandin. Di pîrozbahiyê de çend starên li ser Newroz, Kurdistanê û şehîdan hatin gotin. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatîn kirin bal kişandin li ser rewşa  Efrînê, di serî de Newroz li gelê Efrînê hate pîrozkirin  û êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kirin. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî rewşa Efrînê jî hat şermezar kirin.
 
KELAR 
 
Li Kelarê bi dirûşmeya 'Bi rihê berxwedana Efrînê Newrozê pîroz dikin' Cejna Newrozê hate pîrozkirin.  Li Parka Leyla Qasim ya li navçeya Kelar a Germiyanê şevê din agirê Newrozê hate pêxistin û bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Efrînê Newrozê pîroz dikin" Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyê Erdogan, Elî Qeredaxî  û ala Tirk, Rûsya û Berîtanya hatin şewitandin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hat şermezar kirin û piştgirî dan gelê Efrînê.
 
XURMAL 
 
Li navçeya Xurmal a Helebce Newroz ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate pîrozkirin. Bi wêneyê Erdogan agirê Newrozê hate kirin. Li navçeya Xurmal a Helebce Newroz ji aliyê Grûba Şanoya Xurmal ve bi çend çalakiyên cuda yên ji bo piştgiriya gelê Efrînê hate pîroz kirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariyê destpê kir. Piştre sîrûda neteweyî ya Newrozê hate gotin. Piştre jî bi wêneyê Erdogan agirê Newrozê hate pêxistin. Di axaftinên hatin kirin, de bal kişandin li ser rewşa Efrînê û berxwedana şervanan. Her wiha daxwaz ji her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku yekîtiya xwe çêbikin. Di dawiyê de helbestvana helbestên xwe yên têkildarî Efrînê xwendin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
 
HEWLER 
 
Li Hewlêrê bi beşdarbûna nûnerên welatan û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Parka Şanedar agirê Newrozê hat pêxistin. Li Parka Şanedar a Hewlêrê vê êvarê bi beşdarbûna welatan û aliyên siyasî û gelek welatiyan agirê Newrozê hat pêxistin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî di pîrozbahiyê de ev peyam da; "Di vê qonaxê de pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî xwedî yek helwest û dengê bin, ji bo ku bi hev re li dijî dijminên gelê Kurd rawestin û rê li pêşiya hemû êrîşan bigirîn."
 
XANEQÎN 
 
Li navçeya Xaneqînê ya Diyale agirê Newrozê hate pêxistin û piştgirî dan berxwedana Efrînê. Li navçeya Xaneqînê ya Diyale vê êvarê bi beşdarbûna sedan kesî agirê Newrozê hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de gel piştgirî da Berxwedana gelê Efrînê. Hevseroka Encumena Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê Rebîe Ebas got; "Îro weke Tevgera Azadî me li Xaneqînê meşaleya agirê Newrozê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê pêxist. Ji bo Efrînê me mûm pêxistin. Dijmin dixwaze Kurdan parçe parçe bike, lewma îro li Xaneqîn piştgiriya ji bo Efrînê dubare kir." Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Cejna Newrozê hat pîrozkirin û Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav kirin.
 
MEXMÛR 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Cejna Newrozê hat pîroz kirin. Şevê din li ber Şaredariya Wargehê destpê kir. Xwendekarên hemû dibistanan bi meşaleyên xwe ve ji dibistanên xwe heta şaredariyê meşiyan, Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Saziya Komalên Ciwan jî beşdar bûn. Meş bi dirûşme û tilîliyên dayikan ve heta Saheya Newrozê bi pêxistina agirê meşaleyan, domand. Di meşê de berxwedana Efrîn nehat ji bîr kirin. Xwendekaran û gelê Wargehê ji bo piştgirî bidin berxwedana Efrînê di meşê de gotin ku herder Efrîne, herder Berxwedana Serdemê ye. Di dawiya meşê de gel û xwendekarên Wargehê Panaberan a Şehîd Rûstem Cudî li qada Newrozê agirek geş pêxistin. Piştî agir, şahiyê destpê kir û bî stranan govend hat gerandin. Şahî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo' û 'Newroz Pîroz be'  bi dawî bû.
 
KERKÛK 
 
Li Kerkûkê pîrozbahiya Cejna Newrozê Berxwedana Serdemê ya Efrînê hat silav kirin û gotin ku Kerkûk piştgiriya Efrînê dike.  Li ser Kelha Kerkûkê vê êvarê bi merasîmekî bi heybet agirê Newrozê hate kirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.  Di destpêka merasîmê de çend sîrûdên li ser Kerkûk û Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Her wiha gelek alên Herêma Kurdistanê hatin hildan. Bi taybet mijara Newrozê berxwedana Efrînê bû. Di merasîmê de Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Aso Mamend peyama partiyên siyasî yên Kurd ên li Kerkûkê xwend û wiha hate gotin; "Li Kerkûkê em silavên gel ji berxwedana Efrînê re dişînin. Em li vê derê tînin ziman ku Kerkûk piştgiriya Efrînê dike. Kerkûk sivalan dişîne Efrînê re, silavan dişîne Rojavayê Kurdistanê re." Di peyamê de bal tê kişandina li ser rewşa Kerkûkê û wiha tê ragihandin;"Em ji Kerkûkiyan re dibêjin, wê rewşa Kerkûkê wiha nemîne. Wê guhertinên mezin çêbibin." Şahiya Newrozê ya Kerkûkê bi parastina tund a hêzên Iraqê pêk hat. Balafir jî li ser Kelha Kerkûkê difiriya.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/03/2018
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang