'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'

img

STENBOL – Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, bal kişan ser dagirkeriya li ser Efrînê û wiha got: “Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derbixin yekîtiya netewî ya kurd e. Bi taybetî piştî dagirkeriya Şengalê û Kerkûkê, niha jî Efrîn dagir kirin. Divê kurd bibin yek û êdî destûr nedin dagirkeriyê." 

Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, Esengul Demîr, têkildarî dagirkeriya TSK û OSO ku 61 roj in li ser axa Efrînê dimeşîne nirxandinên girîng kir. Demîr, bal kişand ser ketina TSK û OSO ya navenda Efrînê, bombekirina Nexweşxaneya Avrînê û xerakirina peykerê Kawayê Şoreşger û xwest êdî kurd dersên mezin ji vê yekê derxin. 
 
REWŞA TALANKIRIN Û WÊRANKIRINÊ AVA KIRIN
 
Demîr, destnîşan kir ku TSK û OSO yên bi hev re 61 roj berê ketin axa Efrînê rastî berxwedana herî mezin hatin û wiha got: "Gelê Efrînê bi biryar bû ku axa xwe terk neke. Berxwedanek gelek mezin nîşan da. Ji gelek bajaren Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Efrînê herikîn Efrînê. Lê mixabin piştî êrîşên hewayî li dijî sivîlan peş ket û gelek sivîl di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan, welatiyên sivîl neçar man ku gund û warên xwe vala bikin. Piştî li ser navenda Efrînê jî êrîşên hewayî zêde bûn Meclîsa Gel a Efrînê bi armanca gel ji komkujiya mezin xelas bike biryar da ku bajar vala bike. Dewleta Tirkiye har bûye û çavê wê tiştekî nabîne. Bi biryar bû ku komkujiyên mezin bike. Ji ber vê yekê biryar dan ku êdî bi rêbazek din şer bikin. Lê piştî gel malên xwe terk kirin, OSO û TSK ketin nava Efrînê û li talanê welatiyan xistin. Barbariya ku DAIŞ'ê li bajaran pêk anî, TSKê li Efrînê dubare kir. TSK û OSO yên ketin Efrînê li talanê milet xistin." 
 
Demîr, anî ziman ku bi ketina bajar a 18'ê Adarê hem peyam  dan gelê kurd û hem peyam dan kemalîstan û wiha lê zêde kir: "Di şerê Rizgariya Tirkiye de kurd û tirkan mil dan hev û Neteweya Dewleta Tirk TC ava kirin. Ketina Efrînê jî xistin heman rojê. Bi vê yekê peyam da ku bîrdoziya Kemalîst a Komarê xelas bûye. AKP-MHP bi hevkariya xwe nîşan dan ku di rejîma nû de cihê kurdan tune ye. Di 2 salên dawî de AKP MHP li bajarê Kurdan dest bi xerakirinê kiriye. Bi dagirkirina Efrînê peyama xwe zelaltir kirin û diyar kirin ku êdî cih ji kurdan re tune ye. Kurd bi komkujiya li Roboskê şikestin. Bi xerakirina bajarên Kurdan şikandina kurdan hîn zêdetir bû. Êdî jiyana hevpar a kurdan û tirkan zerakek mezin dîtiye û gelek şikestiye. Ne tenê li Tirkiye, li çar perçeyên Kurdistanê şikestinek mezin heye. var. Divê kurd ji vê pêvajoyê dersên mesin derxin. Kurdan ji bo DAIŞ'ê paqij bikin kedek mezin dan. Bertêlên mezin dan. Lê niha hêzên Emperyalist dixwazin kurdan wekî maşik bikar bînin. Êdî her tişt bêtir zelal bû. Berjewendî û planên her kesî bêtir diyar bûn. 
 
DERSA HERÎ MEZIN JI EFRÎNÊ BÊ DERXISTIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE
 
Demîr, da zanîn ku piştî ev bûyer bi serê kurdan de hatin, divê kurd êdî yekîtiya xwe xurt bikin û wiha got: "Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derxin divê êdî tewez û bi lezgîn yekîtiya neteweya xwe ava bikin û bi rêxistin bikin. Ewil êrîşî Şengalê kirin. Pişt re êrîşî Kerkûk û niha jî Efrîn dagir kirin. Ji ber vê yekê divê kurd bibin yek û bi lez yekîtiya xwe bi rêxistin bikin. Tirkiye bi 3 milyona penaberên Sûriye gefan li welatên Ewropa dixwe. Efrîn ne cihekî bê dagirkirin. Ji bo Tirkiye bajarê herî bi ewle bû. Bi sed hezaran welatiyên ji êrîşê DAIŞ'ê reviyan hatin li vir bi cih bûn. Di qada debarê û aboriyê de cihekî herî bi bereket xêr û ber bû. Milyonek mirovên li vir bi cih bûn kî ne? Xwediyê Efrînê ji gund û bajarê wan koç kirin û niha dixwaze komên biyanî yên Selefî û OSO li wir bi cih bike. Dixwaze nifûsa li ser axê biguherîne. Efrîn ya Kurd, ereb û suryaniyên Efrînê ye. Tirkiye dixwaze koorîdora ereban veke û bi vê yekê bazirganiya çekan pêş bixe. Dema vê yekê dike jî dixwaze her dem penaberan wekî gef li dijî welatên Ewropa bike maşik. 
 
KAWAYÊ ŞOREŞGER REMZA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE
 
Demîr, bal kişand ser hilweşîna peykerê Kawayê Şoreşger û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Kawayê Hesinkar ê Şoreşger li dijî Dehaqê zalim têkoşîna azadiyê meşandiye. Ji bo Kurdan remzek wî ya dîrokî heye. Li dijî kesên zilm kiriye sembola berxwedanê ye. DAIŞ'ê warê çand û dîrokê Palmira xera kir. Niha jî OSO ya di bin kontrola TSK’ê de peykerê Kawa hilweşand. Ev bi zanebûn û plan e. Kurd di Rojhilata Navîn û Tirkiye li dijî zilmê têdikoşin. 
 
Erdogan ê 16 sal in li îktîdarê ye ji kurdan re dibêje "Êz dê nirxên we tevan hilweşînim. Talan bikin û têxim bin piyan. Têkoşîna we li vir qediya ye' vê peyamê dide kurdan. Ev peyama komkujiya topyekun e. Hilweşina peykerê Kawa peyama hilweşîna hemû nirxên kurdan e. Hilweşîna peykerê Kawa şikandinek li ser kurdên ku deng dan AKP'ê jî çêkir. Dema em li kolanan xebaten Newrozê dimeşinin em dibînin ku kes ji gotina 'TSK dê gelê kurd azad bike' bawer nake."  
 
KURD ÇIRÛSKA JI AGIR IN
 
Demir, anî ziman ku Kurd hezar salin li dijî zilmê têdikoşin û di 40 saên dawî de bi têkoşîna xwe di nava cîhanê de deng vedaye û wiha got: "Kurt tenê ji bo xwe tênakoşin. Ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn têdikoşin. Birêz Abdullah Ocalan Kurdan wekî gelê Newrozê pênase dike. Gelê Newrozê di demê herî dijwar û bê hevî de dibe çirûska ji agir û dîsa her derê geş dike û ronî dike. Kurdan di her serdemên deng de serkeftinên mezin bi dest xistine. Niha rêberê Kurdan girtî û di bin tecrîdê de ye. Lê disa 4 sal in têkoşîn bi yek alî pêş dikeve. Di serdema ku civak heri bê hevî bû li Zindana Amedê Mazlûm Dogan bi çirûska agir bû hevî û ev agirê berxwedanê geş kir. Têkoşîn gihand pêngavek nû. Niha jî têkoşîn dikeve pêngavek nû. Gelê kurd dê bi bîrdoziya Neteweya demokratîk têkoşîna xwe mezintir bike. "
 
TIRKIYE LI EFRÎNÊ BI SER NEKETIYE
 
Demîr, herî dawî anî ziman ku AKP, MHP, CHP, bi hevkariya hev ketin Efrînê û ketina Efrînê wekî serkeftinê nîşan dide û wiha dawî lê anî. "60 roj in bi tang û topan li Efrînê didin. Mirovan li ser axa xwe li dijî artêşa Tirk li ber xwe da. Dema Artêşa Tirk ket Efrinê bajarekî vala li pêş xwe dît. Dema ket bajarê vala heviyên wê ketin avê. Armanca wan ew bû ku hemû bajar xera bikin û wêran bikin. Ji ber vê yekê niha li talaniyê dixin. Tirkiye bi ser neketiye." 
 
MA / Necla Demir
 

Sernavên din

22/03/2018
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang