Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê

  • rojane
  • 11:38 14 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzerên xwedî belgeyên raye û xebatkarên çapemeniyê yên ji bo danişîna doza derbarê Onûr Gencer ê Denîz Poyraz li Îzmîrê qetil kir, hatine Kampusa Girtîgeha Şakranê, bi biryara şandeya dadgehê nagirin eywana danişînê. 
 
Beriya danişîna 6’emîn a derbarê Onûr Gencer ê di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû de hatiye vekirin li ber Kampusa Girtîgeha Şakran a Alîaga daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji kujeran hesab bipirsin, wê faşizm têk biçe aştî pêk were” hate vekirin û dirûşmeyên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Soza me ya Denîzê wê bibe aşitî” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Alî Kenanoglû û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî yê di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku veguhestina dozê ya li Alîaga li ser daxwaza Onûr Gencer pêk hat. Çepnî, destnîşan kir ku dozê veguhêzin ku derê bila veguhêzin wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha got: “Em bûyerê hinekî bînin bîra xwe. Kujer bi mehan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal nivîsandibû ku li dijî HDP'ê plana komkujiyê dike. Bi organîzasyona dewletê re birin Sûriyeyê û ji aliyê SADAT'ê ve hatibû perwerdekirin. Ji bo wergirtina ruhseta çekê 28 caran li Mudiriyeta Polîsan a Îzmîrê geriya. Beriya komkujiyê li otelên luks wext derbas kir. Di vê pêvajoyê de bi awayekî vekirî bi raya giştî re parve kir ku wê di nava vê pêvajoyê de çi bike. Lê rayedarên dewletê yên ku digotin, “Haya me ji çûka difire jî çêdibe” kujer ferq nekirin. Çenteyê kujer ku dema ket hundirê avahiyê li cem wî bû, di qeydan de nîne û nayê zanîn di hundirê wî de çi hebû. Kujer tenê 18 saetan di binçavan de ma. Dema karkerek li mafê xwe digeriya dihate binçavkirin, bi rojan di bin çavan de dima. Lê kujerekî bi vî rengî di 18 saetan de hate girtin. Li ser cînayetê pirsek bi tenê jî nehat kirin. Tevî delîlên şênber jî hewl dan bûyerê nixumînin.”
 
SEROKÊ PEYWÎRDAR
 
Çepnî, diyar kir ku serokê dadgehê ku doz bi lez û bez revand Şakranê rûniştina parêzeran a li cihê wan jî astengkir û wiha berdewam kir: “Êrişî birayê Denîz Poyraz hate kirin. Serokê di çarçoveya planekê de hatiye tayînkirin, peywîra xwe bi cih anî. Ev peywîr faşîzmê da wan. Ev komkujî sûcekî organîze ye û di nava dewletê de hatiye organîzekirin. Ev qetilkirin ne qetilkirineke ji rêzê ye. Yek ji pirsgirêkeke bingehîn a welatî ye. Divê hemû hêzên azadiyê zêdetir li vê danişînê xwedî derkevin. Denîz Poyraz rûmeta me ye. Em ê hesaba hemû komkujiyan bipirsin.”
 
PARÊZERAN NAGIRIN DANIŞÎNÊ
 
Piştî daxuyaniyê parêzer û girse derbasî eywana danişînê bûn. Bi biryara dadgehê parêzerên xwedî belgeya rayeyê nagirin hundir. Şandeya dadgehê lîsteya kesên ku tev li danişînê bibin amade kir û biryar da ku tenê kesên tev li dosyayê bûne û parêzerên ku vekaletan wan heye bigirin danişînê. Tevî ku di dosyayê de biryara darizandina girtî heye jî hevdîtina parêzeran a ji bo vê biryarê didome. 
 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2022
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin