Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!

  • rojane
  • 10:14 12 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Aktîvîsta îranî Mahtab Mahbûb diyar kir ku jenerasyona nû pir dilawêr e û wiha got: “Dirûşmeke ku hîmê wê li Rojava hatiye avêtin, şoreşeke li ser hatiye avakirin, îro li xaka me weke gulekê kulîlk da.” 
 
Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Çalakî hêj bênavber didomin. Li her çar aliyên welêt gel bi pêşengtiya jin û ciwanan çalakiyan didomîne û dikevin greva birçîbûnê. Li gel mamoste, xwendekar û karkerên ji gelek pîşeyên cuda, her wiha karkerên petrolê ku di aboriya Îranê de xwedî rolekî diyarker in jî tev li çalakiyan bûn. Li gelek herêmên Îranê li dijî Hamaney dirûşm tên berzkirin û daxwaza çalakvanan jî guherandina rejîmê ye. Di çalakiyên heta niha de zêdetirî 200 kes ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin lê belê dîsa jî gel paşde gav naavêje û roj bi roj çalakiyên xwe xurtir dike. 
 
Aktîvîsta îranî Mahtab Mahbûb têkildarî çalakiyên li Îranê bi ajansa me re axivî. Mahbûb ku li Almanyayê derheqê penaber û jinan de xebatan dike, da zanîn ku di sala 2009’an de bi awayekî çalak tev li çalakiyên li Îranê bûye û wiha got: “Ez neçar mam ku ji welat bar bikim. Qada muzakereyên demokratîk ên bi dewleta Îranê bi tevahî hatine blokekirin. Lewma êrişên li dijî çalakvanan pir tund bûn. Dema em çalakiyên niha û yên sala 2009’an ku gelemperî li bajarên mezin hatibûn lidarxistin didin ber hev, çalakiyên niha li hemû bajaran e. Çalakî, bi qetilkirina Jîna’yê dest pê kirin. Çendek tiştên ku bandor li kuştina Jîna’yê kirin hebûn. Jin bû, kurd bû, sunî bû, devoka wê hebû û li Tehranê li xurbetê bû. A herî girîng jî li dijî polîs û heqaretên polîsan li ber xwe dabû. Tehemûla heqaretan nekir û li dijî polîsan derketibû. Bersiv da. Weke jinek û kurdekê ev yek kir. Di encamê de jî ewqas li serê wê xistin ku kete komayê û jiyana xwe ji dest da.”
 
JINTÎ Û MÊRTÎ DÎSA HAT PÊNASEKIRIN
 
Bi domdarî Mahbûb anî ziman ku Jîna beriya kuştina xwe tenê hemwelatiyeke sade bû ku li benda otobûsê disekiniya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku civak ewqas bihêrs kirî jî ev bû. Weke noqteya dawî ya tehemûla civakê bû. Dema li Îranê li benda otobûsê disekinî, dibe ku ewqas li bedena te were xistin ku tu bimrî. Ji ber ku jinên îranî bi sala ye vê hêrsê dijîn û li dijî wê li ber xwe didin. Kesekî tiştekî wiha texmîn nedikir. Dirûşmeke ku ji bajarekê hejar ê biçûçik hatiye berzkirin, li paytexta Îranê teqiya û li tevahiya welat belav bû. Hemû kes niha dibêje ‘Jin, jiyan, azadî.’ Ev yek, tiştekî nûwaza ye. Û di heman demê de tiştekî pir nû ye. Jintî û mêrtî li dora vê dirûşmê careke din hat pênasekirin. Mêrtî, vêcarê ji pêşengtiya jinan re deng nekir. Ma kê texmîn dikir ku dê di şexsê jinekê de dê mêrê di bin zexta vê pergalê de tê eciqandin were parastin? Li ser gora Jîna’yê jî ev yek hatiye nivîsandin. Navê wê êdî bû sembol. Weke nasnaveke veşarî ya azadiyê.”
 
‘JENERASYONA NÛ PIR DILAWÊR E’ 
 
Di berdewamê de Mahbûb bi lêv kir ku çalakî li Kurdistanê dest pê kirin û li seranserî Îranê berbelav bûn û ev yek wiha nirxand: “Vê jî di nava gelên îranî de roleke pêkhênêr lîst. Em ji wan re êdî nabêjin ‘polîsên exlaqê’ ji holê rakin. Em dibêjin; ‘Em êdî destûrê nadin ev yek bi vî awayî bidome.’ Gelo têgeha polîsên exlaqê gotineke rast e? Exlaq, di pêkanîna cînayetê de tam li ku disekine? Gelemperiya kesên li kolanan li ber xwe didin, jenerasyona piştî sala 2000’î ne. Ev jenerasyon ji yên din pir cuda ye. Bi qasî ku mirov texmîn neke dilawêr in. Tu tirsekî wan nîne lê mixabin tu hêviyên wan jî nînin. Dema em di temenê wan de em ewqas bêhêvî nebûn. Tu azadiyeke wan a civakî tune ye. Hêviyeke wan a borî nîne. Daxwazeke wan a gelek navendî heye ku ev daxwaz ne tenê li dijî hikûmetê ye, li dijî civakê jî ye.” 
 
‘REJÎMA ÎRANÊ DI NAVA TIRSÊ DE YE’
 
Mahbûb, ji bo pirsa derheqê manîpulasyonên medyaya Îranê de jî wiha got: “Bawer bikin ez medyaya Îranê qet naşopînim. Tenê yek kesê ku dişopîne jî nas nakim. Bawer bikin kesek wan qenalan temaşe nake. Her kesî peykên xwe hene. Hemû kes medyaya civakî dişopîne. Ji ber televîzyonên dewletê derewan dikin û hemû Îran bi vê dizane. Ev jenerasyona nû ya ku min demek berê behs dikir, medyaya civakî tenê bi kar nayîne, her wiha dikevin rûpelên kesên navdar, jê re peyaman dişînin û dibêjin dengê me bibihîsin. Dikin ku ew neçar bimînin bertek nîşan bidin. Ev tiştekî nûwaza ye. Erê rast e li Îranê niha înternet hatiye qutkirin lê li kolanan di destê ciwanan de kamera hene. Ev ciwan natirsin, na revin. Ev yek, bo jineke weke min ku di demên berê de li Îranê li ber xwe daye, hişê min ji serê min dibe. Ev hovîtiya ku hûn niha li kolanan dibînin, ya li girtîgehan û ya ku dê were kirin, ji deh paran tenê yek jê ye. Ji ber ku li kolanan niha hêj jî kamera hene. Lewma tevahiya rejîmê ditirse. Li ser medyaya wan ji bilî wan kesek guh nade wan.” 
 
LI ÎRANÊ BERXWEDAN BI SER KET
 
Mahbûb, bi bîr xist ku çalakiyên li Îranê ketine hefteya 4’emîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikarin bibêjin ku berxwedana Îranê bi ser ket. Di pêleke serhildanê ya wiha de ku jin, jiyan û azadî navenda wê ye gelo serkeftin çi ye? Li gorî min di halê hazir de rewşa heyî ji xwe serkeftin e. Bi van çalakiyan re mêrtî dîsa hat pênasekirin û kirdeyên şoreşger ên nû afirîn. Dirûşmeke ku hîmê wê li Rojava hatiye avêtin, şoreşeke li ser hatiye avakirin, îro li xaka me weke gulekê kulîlk da. Niha temamiya nifûsa Îranê vê dirûşmê diqîre ku kurteçîroka jiyane pir cuda ye. Ev yek bi tena serê xwe serkeftin e.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkese 
 

Sernavên din

12/10/2022
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin