Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan dê di 21'ê Adarê de Newroz ji aliyê sedhezaran ve bê pîrozkirin. Komîteyên Amadekar ên Newrozê û saziyên civakî bang li her kesî kirin û xwestin bi Ruhê Berxwedana Efrînê Newrozê pîroz bikin. 

Komîteyên Amadekar yên Enqere, Mêrsîn, Edene, Îzmir, Cizîr, Nisêbin, Tekîrdag yên Newrozê ji bo tevlêbûna Newrozê ya di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin civîna çapemeniyê pêk anîn.  Komîteyan xwestin her kes bi Ruhê berxwedana Efrînê tev li pîrozbahiya Newrozê  bibin.
 
ENQERE 
 
Partiyên çep û sosyalîst yên li Enqereyê û rêxistinên kedê. li Nûnertiya DÎSK'ê ya Enqereyê  der barê Newrozê de civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên rêxistin û partiyan xwestin her kes di 21'ê Adarê de li Qada Kolejê tev li mîtînga Newrozê bibin. Nûnerên sazî û rêxistinan di civînê de pankarta "Ji bo parastina aştî, ked û jiyane, ji bo azadiyê Newroz Pîroz be" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Nur Aytemur, diyar kir ku di şertên OHAL'ê de dê Newroê pîroz bikin û xwest her kes bi wateyek mezintir û ruhê Efrînê tev li Newrozê bibin. Aytemur, anî ziman ku ew dê têkoşîna Newroz û 1'ê Gulanê bikin yek û xwest her kes di vê pêvajoyê de di nava serhildanê de be û wiha got: "Em dê di 21'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Kolejê Newrozê pîroz bikin. Hemû gelê me dawetî ye û xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li pîrozbahiyê bibin. 
 
ÇUKUROVA 
 
Komîteya Amedekar ya Newrozê ya Mêrsîne jî diyar kir ku wan ji bo 21'ê Adarê serlêdan kiribûn. Komîteye anî ziman ku serlêdana wan hatiye qebûl kirin û destûra pîrozbahiyê girtine. Komîteyê anî ziman ku dê Newrozê li Qada Mîtingê ya Tirmil di 21'ê Adarê de pîroz bikin. 
 
Li Edeneyê jî, hêzên ked û demokrasiyê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya di 21'ê Adarê de li Salona Şano ya Mimar Sinanê pêk bînin, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapememiyê pêk anî. Gelek nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî tev li civinê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongör, diyar kir ku Newroz li dijî zilm û zordariya Dehaqan cejna aştî û biratiya gelan e û xxwest her kes bi ruhê Newrozê tev li pîrozbahiya ku li qada Mimar Sinan bibin. 
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî xwest her kes di 21'ê Adarê de ji bo piştgiriya Efrînê û li dijî dagirkeriya OSO tev li Newrozê bibin. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza  Edeneyê jî diyar kir ku destûra Newrozê ya di 21'ê Adarê de li Şanoya Servekirî ya Mimar Sinanê pêk bînin hatiye dayîn û xwest her kes di 21'ê Adarê de saet di 10.00-18.00'an de tev li Newrozê bibin. 
 
ÎZMÎR 
 
Hêzên ked û Demokrasiyê yên Îzmirê jî têkildari pîrozbahiya Newroza Îzmirê ya 21'ê Adarê ku li Qada Gundogdu bê pîrozkirin daxuyanî da. Civîn li Nûnertiya Herêma Ege ya DÎSK'ê hat lidar xistin. Li ser nave hêzên Ked u Demokrasiyê Berdevkê Demî yê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Melih Yalçin, diyar kir ku çend roj ji Newrozê re mane û wiha got: "Di van rojên ku em dikevin biharê û ji bo aştiyê amadekariyê dikin li Tirkiye hewa şer serdest e. Yançin, anî ziman ku ew dê li dijî şer ji bo aştî, biratî û edaletê li Qada Gundogdu bi coş û tevlêbûnek mezin Newrozê pîroz bikin. Yalçin, bang li her kesî kir ku jibo aştî, biratî, wekhevî demokrasî û azadiyê tev li Newrozê bibin. 
 
CIZÎR 
 
Komîteya Amadekar ya Newroza Cizîrê jî ji bo 21'ê Adarê Newrozê pîroz bike destûr girtin. Newroz dê di 21'ê Adarê de li hemberî Xaniyên TOKÎ Yên nû dê be pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî da û her kes dawetî pîrozbahiya Newrozê kir. Heserokê HDP'ê yê Cizîrê Ali Akdeniz, diyar kir ku xebatên wan ên qada Newrozê dest pê kiriye û xwest ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li Newrozê bibin. 
 
TEKÎDDAG
 
Rêxistina HDP'ê ya Tekirdagê jî dê di 21'ê Adarê de Newrozê li taxa Yeşiltepe ya Navçeya Ergene piroz bikin. 
 
 
STENBOL
 
Li Stenbolê Newroz dê di 21'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi şîara  “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pirozkirin. Serlêdana ji bo pîrozbahiyê hat qebûl kirin û destûr girtin. Newroz Dê saet di 13.00-17.00'an de bi tevlêbûna sed hezaran bê pîrozkirin. 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyiğit û Hevserkê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê beşdarî Newrozê bibin. 

Sernavên din

22/03/2018
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang