Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e

  • rojane
  • 16:30 27 Îlon 2022
  • |
img
AMED - 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar dabû ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglû di doza qetilkirina Tahir Elçî de weke şahid were guhdarîkirin lê ji vê biryara xwe geriya. Baroya Amedê bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Ev biryara jêvegerîna şahidiyê skandaleke rûreş e.” 
 
Baroya Amedê têkildarî bêhiqûqî û biryarên di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dosyaya Tahir Elçî bêxwedî nîne” hatibû vekirin û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û nûnerên baroyên Şirnex, Sêrt û Êlihê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin û Eren da zanîn ku ji destpêka lêpirsîn û doza cînayeta Elçî heta niha skandalên li pey hev hatine kirin ku di lîteratûra hiqûqê ya cîhanê de cara ewil bi cih bûne. 
 
Nahît Eren, diyar kir ku dozgeriyê ji bo gotinên Tahir Elçî di nava 9 rojan de doz vekiribû lê belê derheqê qetilkirina Elçî de piştî lêpirsîna 4 sal û nîvan doz vekiriye. Eren, bi domdarî wiha got: “Delîlên cînayetê hatin reşkirin û heta ev delîlên hatine reşkirin jî bi rêk û pêk nehatin komkirin. Lêkolîna cihê bûyerê ya li Mînareya Çar Ling, sê meh û nîv piştî cînayetê hat kirin. Heke rapora ji hêla Saziya Avahîsaziyê ya Edlî ya Londonê ku li ser daxwaza Baroya Amedê hat amadekirin jî nebûya, derheqê her sê polîsan de jî doz nedihat vekirin.” 
 
HELWESTA 10’EMÎN DADGEHA CEZAYÊN GIRAN
 
Bi domdarî Eren destnîşan kir ku piştî zexta raya giştî û hewldanên zêde doz hat vekirin û wiha pê de çû: “Ji bo ku doz pêş nekeve, di mijara tespîtkirina çalakî û faîl de her astengî hatin derxistin. Hêj di danişîna ewil de xuya bû bê ka 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi kîjan nêrînê nêzî dozê dibe. Şandeya dadgehê ji ber çend gotinên hevjîna Elçî, Turkan Elçî, gef xwar ku ji eywanê derxîne. Heman gef li parêzeran jî hat xwarin. Di dema danişînan de derket holê ku dozgeriyê bi xwe gef li şahidan xwariye ku bûyerê berevajî bikin, ji armancên darazê dûr bixin û bi sozên cuda neçarî şahidiya derewîn kirin. Tevî van rastiyên tirsnak jî şandeya dadgehê tiliya xwe jî nelivand û red kir ku derheqê dozgerê zext li şahidan dikir ku agahiyên derew bide û hêzên ewlekariyê yên îşkence li şahidan kirin lêpirsîn were destpêkirin.” 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Di berdewamê de Eren, anî ziman ku heke li welatekî kesekê mîna Tahir Elçî rastî sûîqestê bê, divê hemû saziyên dewletê ji bo ronîkirina cînayetê bikevin nava hewldanê û wiha pê de çû: “Lê belê ji bilî parêzeran, tu kesekî di mijara sûîqesta li dijî Elçî de bizavek nekir. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê weke ku peywira wê be, hemû daxwazên ku dê dozê pêşde bibe û cînayetê ronî bike red kir. Niha jî bi rûniştinên beriya me tên lidarxistin re, daxwazên dozgeran ên beriya nêrîna me hatin qebûlkirin re, bi biryarên navberê yên ji bo delîlên hatine peydakirin re xuya dibe ku armanca dadgehê ne ronîkirina sûîqestê lê dixwaze li ser vê dosyayê dîroka me ya siyasî û hafizeya civakî di tariyê de bihêle. Herî dawî jî di 19’ê îlona 2022’yan de bêyî ku haya me parêzeran jê hebe, rûniştineke navberê li dar xistin û biryar da. Bi vê yekê re skandaleke din li skandalên xwe zêde kir. Pir aşkeraye ku divê dadgêrên ev biryar îmzekirin xwe ji vê dozê vekişînin.” 
 
ÇI GUHERÎ KU DAVUTOGLÛ LÊVE BÛ?’
 
Eren, bal kişand ser gotinên serokwezîrê berê Ahmet Davutoglû ku ji bo qetilkirina Elçî pênaseya “sûîqesta siyasî” dikir û ev tişt anî ziman: “Me gelek caran daxwaz kir ku têkildarî cînayetê bila Davutoglû bê guhdarîkirin. Li ser israra me jî dadgehê di 15’ê hezîranê de ev daxwaza me qebûl kir û biryar da ku di 23’ê mijdarê de li Davutoglû bê guhdarîkirin. Lê belê di rûniştina 19’ê îlonê de gelemperiya şandeyê dengên xwe paşve kişandin û biryara guhdarîkirina Davutoglû paşve kişand. Ev biryar, skandaleke rûreş e. Bi rastî jî çi qewimî ku gelemperiya endamên dadgehê ji biryara xwe lêve bûn? Bi vê biryarê re careke din xuya bû ku dadgeh naxwaze doz pêş bikeve. Gelemperiya endamên şandeyê jî îradeya xwe bi vî rengî nîşan dan. Lewma jî me îro daxwaznameyek jê re şand û jê re got ku em wan qebûl nakin. Gelemperiya endamên dadgehê û dozê hev nagirin. Banga me ew e ku dev ji peywira xwe berdin. Em ê heta dawiyê dev ji vê dozê bernedin. Heta ku gelemperiya endaman xwe ji vê dozê vedikişînin jî em ê daxwaza redî dadger bikin.” 
 
‘HÊJ TIŞTEK NEGUHERÎ YE’
 
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî da zanîn ku ev 7 sal in banga dîtina kujerên Tahir Elçî dikin û wiha bertek nîşan da: “Ev 7 sal in em dibêjin ku bila rapirsîneke baş bê kirin, delîl bên komkirin û pêşî li ber reşkirina delîlan bê girtin. Piştî 4 sal û nîvan, li ser hewldanên baro û hempîşeyên me, teqîbat hat destpêkirin. Tu îro li vir dest bi meşê bikî, di her 20 gavan carekî de dê qeyd derkevin. Piştrast bin ku tu ferqa wê ji sala 2015’an nîne. Lê her çi musîbet be, bi tu awayî xwe negihandin wan qeydan. Heta ku kujerên Elçî tên girtin û cezayên herî giran digirin, em ê dev ji vê dozê bernedin.”
 
‘DADGEH SERBIXWE NÎNE’
 
Ji parêzerên dosyayê Orhan Kemal Cengîz jî bertek nîşanî biryara dadgehê ya derheqê Davutoglû de da û wiha bi dawî kir: “Bi vê darizandinê re xizmên Tahir Elçî careke din hatine mexdûrkirin. Tehemûla me ya li hemberî vê pêvajoyê nema ye. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ragihand ku ew bêalî û serbixwe nînin. Em dixwazin ku ew şande xwe ji vê dozê vekişîne. Ez careke din bang li HSYK’ê dikim ku peywira xwe bi cih bîne.” 
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin