HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e

img
RIHA - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan li Rihayê bi STO’iyan re civiya û wiha got: “Em siyaseta Rêya Sêyemîn dikin. Yek ji tiştên bingehîn ku em hîn bûyîn ew e ku çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê bi nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) re civiya. Hevdîtin li Eywana Kongreyan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat kirin û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Feleknas Uca, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Rihayê, nûnerên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Serokê Odeya Zîraatê ya Hewagê Fûat Almas, Odeya Mişawirên Darayî ya Rihayê û gelek nûnerên din ên STO’yiyan beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan da zanîn ku partiya wan ev demekî dirêje li qadê bi gel re tê ba hev û wiha got: “Yek ji taybetiyên me yên sereke ew e ku siyasetê li herêmê di nava gel de bikin. Em ne mîna partiyên din siyasetê li navendê birêve dibin. Tu rejîmên ku herêm pirsgirêkên xwe nikarin vebêjin demokratîk nabin. Krîzên aborî û siyasî yên li Tirkiyeyê her kes pê dizane. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê rêxistinên girseyî yên demokratîk biryaran bidin. Em nêrînên vê derê esas digirin ji ber ku gel hîn dike. Yek ji sedema ku HDP heta îro xwe li ser pêyan girtî ev e.  Em kengî bikevin tengasiyê, serî li gel didin bê ka em dikarin çi bikin û çi hîn bibin. Bi sala ye tişta ku me fêm kirî ew e ku bingeha çareserkirina pirsgirêkan, gel e.” 
 
‘NNEYNİKA AKP-MHP’Ê GIRTÎGEH IN’
 
Bi domdarî Bakirhan got ku desthilatdariyê rêxistinên girseyî yên demokratîk “terorîze” kirin, hewl da bigire û wiha domand: “Li derveyî pergalê hatin hiştin. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ewil êrişî rêxistinên girseyî yên demokratîk kir. Hêj niha jî bawermendên elewî nikarin baweriya xwe bijîn û kurd nikarin nasnameya xwe bînin ziman. Li dijî êzdiyan cihêkariyê dikin. Neynika Tirkiyeyê ne gotinên Erdogan û Soylu lê zextên ser HDP, gelê kurd, elewiyan û rêxistinên demokratîk in. Em hewl didin di siyaseta Tirkiyeyê de Rêya Sêyemîn birêxistin bikin. Daxwaza me ew e ku hemû kesên Tifaqa Ked û Azadiyê wek xelasiya xwe dibînin, di bin sîwana vê rêyê de bînin ba hev. Em ne tifaqa milet û ne jî ya cumhur in. Em tifaqa gel in. Yên ji xwe re dibêjin muxalîf dibêjin em ê li hev helal bikin. Lê em li hev helal nakin, em ê hesabê bipirsin.” 
 
JÎNA AMÎNÎ BI BÎR XIST
 
Bakirhan, Jîna Mahsa Amînî ya ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin bi bîr anî û got ku mîna li Rojava, li dijî rejîma Îranê jî jin di têkoşîna azadiyê de bûne çirax. 
 
UCA: MÎNAKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NÎNE
 
Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Feleknas Uca jî da zanîn ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Ne tenê li ser birêz Ocalan lê li ser tevahiya civakê tecrîd heye. AKP, dixwaze bi siyaset şer û polîtîkaya tecrîdê desthilatdariya xwe bidomîne. Tifaqa Ked û Azadiyê her tim dibe hêvî. Desthilatdarî hildiweşe lewma êrişên xwe zêdetir dike. Lewma êrişî jinan û girtîgehan dikin. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Mînakeke vê ya li cîhanê nîne. Hêzên navneteweyî jî tiştên li Tirkiyeyê diqewimin temaşe dikin.”
 
‘JIN JIYAN AZADÎ BÛ QÊRÎN’
 
Uca, destnîşan kir ku HDP roj bi roj mezintir dibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Em siyaseta Rêya Sêyemîn dimeşînin. Em vê ji bo kê vebêjin, hemû kes dibêje ku pêşeroj di vê rêyê de ye. Bi projeya neteweya demokratîk re dê hemû gel azad bibin. Hemû kes dibêje dem dema azadiya birêz Ocalan e. Bi hezara sazî û dezgehên Ewropayê vê dibêjin. Hemû kes baş di ferqê de ye ku nifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Me du roj berê konferansa TJA’yê li dar xist. Hemû beşdarên konferansê gotin; ‘em cisaretê ji jinên kurd digirin.’ Daxwaza azadiyê ya jinan, ji ferzkirinan bihêztir e. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ne tenê ji bo jinên kurd lê ji bo hemû cîhanê bû qêrînek. Ev qêrîna azadiyê li her deverê belav bû.”
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin