Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye

  • jin
  • 09:06 27 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Komîteya Peywendiya KJAR'ê Berîvan Şaho diyar kir ku gel ji bo guhertina pergalê serî hildaye û wiha got: "Gelên Îranê êdî pergala heyî qebûl nakin. Daxwazên wan tenê ne daxwazên neteweyekê ne yan jî daxwazên civakekê, daxwazên hemû girseyên azadîxwaz in."
 
Li bajarê Tehranê yê Îranê di 17'ê Îlonê de jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) dema ku diçû serdana malbata xwe ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike hatibû binçavkirin û piştre bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amîniyê re di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' çalakî hatibûn destpêkirin. Di çalakiyan de ku li seranserê welêt pêl bi pêl belav dibin, doza guhertina pergalê tê xwestin. Di çalakiyan de heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûne û hatine girtin.
 
Ji Komîteya Peywendiya Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) rojnamevan Bêrîvan Şahoyê geşedan û guherînên piştî qetilkirina Amîniyê rû didin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
PERGALA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û JIN
 
Berîvan Şaho anî ziman ku niha li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî pergala modernîteya sermayedar a kapîtalîst şoreşa pergala demokratîk pêk tê û wiha axivî: "Di asta cîhanê de pergal bi giştî diguhere û di nav aloziyeke mezin de ye. Niha li ser cîhanê du bîrdozî desthilatdar in.Yek ji van modernîteya sermayedariyê û yek jî modernîteya demokratîk e. Ev her du bîrdozî niha li hemberî hev disekinin. Bi salan e em dibînin ku modernîteya sermayedariyê bi her awayî belav bûye. Ev pergal êrîşên xwe, pergala xwe û daxwazên xwe yên li ser gelên cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn sepandiye. Lê em niha dibînin ku li hemberî wê pergalek ava bûye û ev jî modernîteya demokratîk e ku pêşengitiya pergala jinê dike. Ji bo wê jî modernîteya sermayedar ew şerê ku niha tê meşandin bi taybetî li ser jinan û bi giştî jî li ser gelan bi rê ve dibe. Bi her awayî dixwaze daxwazên xwe, siyaseta xwe bi rêya jinê li ser gelan bide ferzkirin. Dixwaze jineke ku li gorî pergala xwe, fikrê xwe bide çêkirin. Dibînin ku bi taybetî li ser fikra jinê, îradeya jinê û bedena wê siyaseta xwe bide qezenckirin. Bi taybetî jî niha di Rojhilata Navîn de dibînin ku di bin navên pergalên cuda, di qalibên îslamiyetê de qalibên cuda tên çêkirin. Dixwaze vê li ser jinan ferz bike û wekî amûrekî bixe xizmetê. Dixwaze jinê bike xizmetkara daxwazên xwe. Lê em dibînin ku pergala modernîteya demokratîk li hemberî wê disekine. Beravajî pergala moderniteya sermayedar a li dijî jinan, pergala moderniteya demokratîk cihê xwe digire."
 
Şaho diyar kir ku pirsgirêkên bi destê pergala modernîteya kapîtalîzm ji bo jin û civakê hatine çêkirin, ji aliyê pergala modernîteya demokratîk ve hatine desteserkirin û ev pirsgirêk ji xwe re kirine bingehê xebat û têkoşînê. Şaho wiha domand: "Ji bo wê jî jin di vê çarçoveyê de bûye pêşeng û modela wê pergalê. Jinên azad, jinên pêşeng û jinên xwedî îrade û ew rastiya ku di jinê de veşartî bû careke din bi pêşengiya vê pergalê hate afirandin. Ji ber wê jî êrişên pergala kapîtalîzmê li ser jinê zêdetir dibe. Li gel van êrîşan jî têkoşîna jinê zêdetir dibe. Tişta ku pergala kapîtalîzmê li ser jinan dixwaze bide avakirin ne aîdî jinê û civakê ye. Ji ber wê jî nikare jinê di di xwe de bihewîne û siyaseta heyî paş dide. Ji bo wê jî siyaseta li ser qirkirina jin çi qas zêdetir bibe, jin û civak jî îradeya xwe û tekoşîna xwe bi hêztir dikin. Ev şerê pergala modernîteya demokratîk ê li hemberî modernîteya sermayedar û kapîtalîst e."
 
SERÎHILDANA LI HEMBERÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST
 
Şaho anî ziman ku pergala heyî ya ku li ser gelan bi salane tê ferzkirin jin dê wê hilweşînin û wiha domand: "Pergala modernîteya sermayedar li Îranê çawa tê birêvebirin? li Îranê qanûnên wan çawa bin pêwîst e jin wisa tevbigerin. Ji ber wê jî di serî de daxwaza wan ew bû ku ya jin hîcab bik û yan jî heger hîcab neke bike ku nikaribe tevbigere." 
 
Şaho destnîşan kir ku lê niha tê dîtin ku hem gel hem jî jin li hemberî vê pergalê radibin û tu carî daxwazên rejîmê napejirînin û wiha got: "Ji ber wê jî di destpêka vê şoreşê de me li hemberî vê pergalê serhildana jinê û gelan dit. Em ji sala 1057'an û heta niha nêrazîbûnên jinan û gelan a li hemberî vê pergalê dibînin.Yekem serhildana li hemberî vê pergalê di 8'ê adara 1357'an de bi pêşengtiya jinan çêbû. Jinan nêrazîbûnên xwe yên li hemberî vê pergalê dan nîşandan. Em dizanin pergala Koma Îslamî bi taybetî ji di bin navê ol û zayendiyê pergala xwe li ser gelên Îranê û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê dide meşandin. Em niha jî dibînin ku niha jî li hemberî vê pergalê serhildaneke mezin çêbûye. Di vê serhildanê de bedelên pir mezin hatine dayin. Ji ber wê jî gel li hemberî vê siyaset û pergala rejîmê ku xwe li ser gelan bi awayekî sîstematîk dide qebûl kirin xwedî bi helwest e. Heta roja me ya îro em dibînin ew siyaseta hîcabê ku li ser jinan hatiye meşandin û ferzkirin tu caran ji aliyê jinan ve nehatiye qebûlkirin."
 
Şaho wiha domand: "Di roja me ya îro de jî em bi awayekî şênber dibînin ku nerazîbûna jinê çawa li hemberî vê pergalê pêş ketiye. Em dizanin ku bi salane li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn tê dayin. Dema ku ev şoreş li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê hat kirin bi awayekî şênber ket berçavan û di dinyayê de hat naskirin. Di 17'ê Îlonê de Jîna Aminî ku jineke ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Seqiz bû, li Tahranê me dit ku çawa hat girtin û qetilkirin."
 
GEL ÊDÎ TEHAMULÎ VÊ PERGALÊ NAKIN
 
Şaho diyar kir ku serhildana ku hatiye destpêkirin wê bi xwe re guhertinên gelek cidî bîne û got: "Êdî tehemula gelan nemaye û em dibînin ku çawa nêrazîbûn nîşan didin. Heta niha li zêdetirî 80'ê bajarên Îranê çalakî tên lidarxistin. Ev çalakî jî bi dirûşmeya, 'Jin jiyan azadî' pêk tên. Ev dirûşme heqîqetek e ku di nav gerdûn de hatiye veşartin. Lê niha careke din civak bi pêşengiya jinê bi hevre nêrazîbûnên xwe nîşanî vê pergalê dide."
 
Şaho bilêv kir ku di vê serîhildana bi pêşengiya jinê de heya niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û hatine girtin. Şaho destnîşan kir ku zilma rejîma Îranê ya li ser gelan êdî nikare gelan bêdeng bike û wiha got: "Ji ber ku gel êdî nikare vê pergala ku gel birçî hiştiye, bê îrade hiştiye qebûl bike. Tehemula gelên Îranê bi pergalê re nema. Tiştê ku ne aîdî civakê li civakê tê ferzkirin û ne mimkune ku qebul bikin. Gel êdî dixwaze ku pergala modernîteya sermayedar hilweşe. Ji ber ku vê pergalê heta niha tu deskeftî ji gel re neaniye. Tenê bêîradekirin û xizantî ferz kiriye. Em dibînin ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel kesên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest didin bi şev defin dikin û bi roj jî li kolanan in. Bi taybetî jî bi dirûşmeya, 'jin jiyan azadî û neman ji bo dagirkerî' berz dikin. Êdî ne pêkan e ku gelên Îranê vê pergalê qebûl bikin. Daxwazên gelên Îranê ne tenê daxwaza neteweyekê yan jî daxwazên civakekê ye, ew daxwazên hemû girseyên azadîxwaz e. Ji ber wê divê ku her azadîxwaz paletî û piştevaniya vê şoreşê bike. Li hemberî vê serhildanê pergala moderniteya sermayedar û kapîtalîs ditirse. Lê serkeftin ya gelên azadîxwaz û jinan e." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin