Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan

  • rojane
  • 09:05 27 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Li gundên Şahaban û Eyntirtê ji salên 70’yî ve petrolê tê derxistin. Şeniyên her du gundan diyar kirin ku petrola tê derxistin bandoreke nebaş li wan dike û xwestin ku stasyona petrolê ya li gund bê betalkirin. 
 
Li gundê Şahaban ê navçeya Yenîşehîr a Amedê û gundê Eyntirtê yê navçeya Gêlê ya Amedê ji salên 70’yî ve petrol tê derxistin. Şîrketa Shallê di sala 1996’an de derxistina petrolê ya li her du gundan dewrî şîrketa petrolê NV Turkse Perenco ya fransî kiriye. Şîrketa fransî 26 sal in li her du gundan petrolê derdixe. Her wiha Şîrketa Alsancakê ya kurê Hamza Ensarîoglû jî, kurê Salîm Ensarîoglûyê ji Partiya ÎYÎ'yê, îhaleya ewlehiyê û lûleyên şîrketê girtiye. 
 
Şêniyên gundên Şahaban û Eyntirtê diyar kirin ku derxistina petrolê bandorek nebaş li wan û xwezaya wan dike û xwestin ku stasyona petrolê ya li gundên wan bê betalkirin. 
 
BÛYE SEDEMA PENCEŞÊRÊ
 
Şeniyê gundê Şahabanê Ahmet Efe der barê mijarê de bi lêv kir ku ji ber stasyona petrolê ya bandorek nebaş li wan dike erdên wan jî hatine dabeşkirin. Efe anî ziman ku ji ber ku lûleyên petrolê nehatine porkirin dibe radyasyon belav dibe û wiha got: “Gelek şeniyên gund ji ber pênceşêra pişikê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bandorê li sewalan jî dike. Sewalên me zû dimirin. Çemê me û xwezaya me qirêj dibin. Petrol di nava çem de derketiye. Ji nava çem petrolê derdixin.”
 
‘BILA BÊ BETALKIRIN'
 
Efe destnîşan kir ku 10 roj berê ji ber ku li dijî derxistina petrolê rabûye cendirmeyan ew binçav kiriye û wiha domand: "Rêya petrolê di nav erdên me de derbas dibe. Lê heqê erdên me nedan. Niha jî dibêjin, ew rê ya Tapo Kadastroyê ye. Em heqê erdê xwe dixwazin. Ji ber wê dema hatin bixebitin ez li dijî wan rabûm. Wan jî bang li cendirmeyan kir. Cendirmeyan jî ez binçav kirim. Ez  rojek di binçavan de mam. Em mafê xwe dixwazin. Ji bo petrolê rê çêkirin. Rê di nav erdê min de diçe lê heqê erdê min nedan. Em heqê xwe dixwazin. Dibêjin wê gaza petrolê bişewitînin, lê naşewitînin. Ev gaz jî bandorê li ser xwezaya me û sewalên me dike. Wekî berê sewal di nava çemê me de najîn, çemê me ziwa bûye. Em li gundê xwe vê stasyona petrolê naxwazin. Edî bila ev zilm bi dawî bibe. Darek jî li gundê me nemaye. Bila ev petrol ji gundê me biçe, da ku em daran deynin."
 
‘WEKÎ ÇETEYAN E’
 
Şeniyê gundê Eyntirtê Zekî  Bozan jî destnîşan kir ku şîrketa Prenco û ya Ensarîoglu heqê gundiyan dixwe û wiha bertek nîşan da: “Wekî çeteyan tevdigerin. Gundî feqîr in, dest dane ser erdên wan. Ew qas erdê mala Ensarîoglû hene, dixwazin van erdan jî bixwin.”
 
RADYASYON
 
Ji şeniyên gund Mehmet Çaçan (62)  jî diyar kir ku ji ber petrolê sewalên wan dimirin û ev tişt anî ziman: "Gava em li dijî derxistina petrolê radibin, bang li cendirmeyan dikin û me binçav dikin. Lûleyên petrolê radyasyonê belav dikin. Ew jî dibe sedema nexweşiyan. Ji ber petrolê nexweşiya penceşêrê li dêya min, xalê min û gelek şêniyên gundê me peyda bûye. Ji bilî nexweşiyan, bandorê li ser çandiniya me jî dike. Dema em çandiniyê dikin dûmana petrolê diçe ser. Ji ber vê em nikarin çandiniyê jî bikin. Em vê stasyona petrolê naxwazin."
 
HEQÊ GUNDIYAN NADIN
 
Têkildarî mijarê ji şêniyan Bedirxan Çetînkaya jî bi lêv kir ku 50 sal in li gundê wan petrol tê derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "50 sal in lûleyên petrolê nehatine porkirin. Ev lûle diteqin. Dema diteqin jî ew qirêjiya petrolê li nava gund belav dibe. Ji ber vê qirêjiyê genim an jî tiştên din ên em wan diçînin şîn nabin. Berhemên çandiniye kêm dibin. Her wiha ev lûle radyasyonê jî belav diki. Ji ber radyasyonê jiyana mirovên li van gundan di xeterê de ye. Gelek mirovên van gundan ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo petrolê di nav erdê gundiyan de rê çêkirine û heqê erdê wan jî nadin."
 
MA / Mahmût Altintaş - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin