Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global

  • rojane
  • 09:02 27 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzer Fabîo Marcellî bang kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan demildest bê rakirin û got: "Ger Ocalan di şert û mercên azad de karibe bixebite û hilberîne, ev dê bibe bibe destkeftiyeke global."
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bertekên li qada navneteweyî didomin. Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dabûn. Ji wan parêzeran Fabîo Marcellî, daxwazên xwe û tecrîda li Îmraliyê nirxandin.
 
Marcellî bibîr xist ku ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzer ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirine û wiha got: “Em hêvîdar in ku Wezîrê Dadê vê daxwaza ji bo hevdîtina parêzeran û malbatê ya Ocalan re qebûl bike. Ji ber ku Tirkiye demeke pir dirêj e vê normê binpê dike. Ji sala 1999’an û vir ve, mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran û malbata re tim tê binpêkirin û kêm caran pêk hatiye. Dema pêk hatiye jî di şert û mercên gelekî awarte de pêk hatiye."
 
'DÊ TEVKARIYÊ LI QADEKE BERFIREH BIKE'
 
Marcelli anî ziman ku wan di nameya xwe de fikarên xwe anîne zimên û daxwaz kirine ku rû bi rû hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din re bikin. Marcellî, wiha domand: "Em bawer dikin ku dê Ocalan di warê demokrasiyê û mafên mirovan de tenê ne li Tirkiyeyê, tevkariyê li Rojhilata Navîn û qadeke berfirehtir jî bike." 
 
Bi domdarî Marcellî destnîşan kir ku astengkirin hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê wateya binpêkirina hiqûqê û ev tişt anî ziman: "Em helwesta Erdogan a di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de dibînin. Me diyar kir ku em dixwazin vê helwestê di rewşên din ên pevçûnî de jî bibînin, lê li Tirkiyeyê her diçe rewş aloztir dibe. Dema em li peywendiyên Tirkiyê yên bi cîranên wê re û têkiliyên wê yên bi kurdan re dinêrin, ji wê helwesta ji bo meseleya Ûkraynayê tu tişt xuya nake. Ev helwesta Erdogan a li herêmê ne tenê di qada herêmî de, li qada navneteweyî jî dibe cihê talûke û rageşiyeke mezin. Jixwe Erdogan jî dixwaze vê rageşiyê binepixîne. Em dibêjin ku divê hemû hikûmet vê rewşê baş fêm bikin û ji bo jiholêrakirina vê gefê xwedî helwest bin." 
 
Di berdewamê de Marcellî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstî bi guhertineke binesaziyî heye û got ku ev yek encax bi naskirina mafê îfade û rêvebirina gelan pêkan e. Marcellî, destnîşan kir ku ev maf dê zirarê nedin yekparetiya axa Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Helbet mafê Tirkiyeyê heye ku yekparebûna axa xwe biparêze lê li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo vê şert û mercek heye. Di wê mercê de tê destnîşankirin ku nîjad çi dibe bila bibe erka wê dewletê ye ku nasnameyên welatiyên li wê axê dijîn û mafê wan ê xwebirêvebirinê esas bigire. Tirkiye divê di vî warî de gavekê biavêje. Lê ji bo vê di rêgezan de guhertineke radîkal divê." 
 
‘DEWLETA TIRKIYEYÊ MASEYA ÇARESERIYÊ QULIBAND'
 
Marcellî anî ziman ku Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyazkirin xaleke sereke ye ji bo aştiyê û hin guhertinên ber bi demokrasiyê ve û wiha derbirî: “Helbet di vî warî de divê hin guftûgo bên kirin; ev guftûgo beriya niha bi çend salan hatibûn kirin, lê ev mase ji aliyê dewleta tirkî ve hatibû hilweşandin. Niha jî li Tirkiyeyê zilmek berdewam e. Her wiha ev çewisandin ne tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî tevahiya gelan e û li dijî HDP'ê ye jî ku partiyeke qanûnî ye. Ber bi hilbijartinan ve ev yek dibe cihê fikarên mezin." 
 
‘SÛC DIKIN'
 
Di berdewamê de Marcellî bal kişand ser serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo "mafê hêviyê" jî ku serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) dabû. Marcellî bi lêv kir ku Tirkiye bi binpêkirina vî mafî sûc dike û got ku mafê her girtiyî yê xwegihandina tenduristiyê heye. Marcellî wiha got: "Lê dema em li mesela Ocalan mêze dikin ku em dibînin ku mafê wî yê tenduristiyê, pêwendîdanînê û hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê binpêkirin û bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne. Em doza van mafên bingehîn dikin, lê radibin biryara bêparbûna ji mafê hêviyê didin. Ev maf hemû di rêgezên Neteweyên Yekbûyî de hatine pênasekirin. Ev mafên pênasekirî, mafên Ocalan in jî. Binpêkirina wan ne hiqûqî ye û sûc e." 
 
‘DIVÊ BÊ BERDAN'
 
Marcellî anî ziman ku wî çend pirtûkên Ocalan xwendine û axaftina xwe wiha qedand: "Ocalan di van pirtûkan de ne tenê behsa pevçûnên xwe yên bi Tirkiyeyê re dike, her wiha behsa azadiya jinê, pirsgirêka hawirdorê, bîrdoziyên pêşverû, pirsgirêk û kêmasiyên van bîrdoziyan dike û diyar dike ku divê di partîkê de ev pirgsirêk çawa bên çareserkirin û behsa peresîna dewletê û awayê çûbûna wê ya di dema şarestaniya sumeran de dike. Perspektîfeke bêhempa ye. Divê Ocalan ne tenê wekî lîderekî siyasî, di heman demê de divê wekî ramanwer û zanayekî jî esas bê girtin û dawî li vê girtîbûna hovane bê. Ev kes ji sala 1999’an û vir ve di girtîgehê de ye û di şert û mercên giran de xebatên xwe yên ji bo dîroka rewşenbîriyê didomîne. Ev bûyereke pir taybetî ye. Ger ev kes di şert û mercên azad de karibe bixebite û hilberîne, ev dê bibe bibe destkeftiyeke global."
 
 
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin