Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin

img
SEMSÛR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê berfireh bikin bi vê tifaqê bi sînor namînin û bi lêv kir ku wê bi gelê kurd re “Tifaqeke Kurdistanî” ya mezin ava bikin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê bi tev li bûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li eywaneke dawetê ya bajêr civîneke gel li dar xist. Hevseroka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Omer Ocalan, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê yê berê Behçet Yildirim, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdar bûn. Li eywana civînê wêneyê Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin û pankartên “Em komara darvekirinê ya Îranê şermezar dikin” , “Li dijî şer, mêtîngerî û bêhiqûqiyê bi ruhê Geziyê berxwedan” , “Tarîtî diçe azadî û aştî dimîne” hatin daliqandin. 
 
HDP LI SEMSÛRÊ PARTIYA YEKEMÎN E
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna gel a bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî û wiha got: “HDP wê bibe partiya yekemîn, tu çareyên din nînin. Di serdana esnafan de me ev yek bi zelalî dît. HDP wê li Semsûrê bibe partiya yekemîn, rêyeke din nîne, alternatîfek nîne. Ji ber eleqeya ku me gava din di serdana esnafan de dît, nîşan dide ku HDP partiya yekemîn e. Ez spasîya her hevalên me yên ku di rêxistina me ya bajar de dixebitin ked didin dikim. Ez di kar û barên wan de serkeftinê dixwazim. Keda we hemûyan sax be.”
 
GEL LI BENDA HILBIJARTINAN E
 
Bûldan, têkildarî krîza aborî ya li Tirkiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li her aliyê Tirkiyeyê li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê hêrsek û biryardariyeke mezin heye ku wan ji desthilatê bêxin. Gel ji bo AKP’ê û MHP’ê ji desthilatê bêxe bi çar çavan li benda hilbijartinê ye. Li benda danîna sindoqan e. Ji ber vê yekê jî HDP li her cihê ku diçê re dibe hêvî û bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Her kes dizane ku astengiya herî mezin a li pêşiya edalet û aştiyê, li pêşiya demokrasiyê, desthilatda AKP’ê û MHP’ê ye û haya her kesî ji vê heye. 
Ji ber ku desthilata AKP’ê û MHP'ê bi vê dizanin, ji ber ku dibînin HDP dibe hêviyek, ji ber ku dibînin HDP li her derê bi coş tê pêşwazîkirin, dikevin nava panîkê û gelekî teng dibin. Sedema ku îro êrîşî HDP’ê, kurd, demokrat û mûxalîfan dike ev e. Ji ber ku ditirsin îro ewqasî êrîşî HDP'ê dikin û ji ber ku ditirsin ewqasî êrîşî kurdan dikin
 
DOZA KOMPLO A KOBANÊ
 
Bi dozên komployê, doza komploya Kobanê ya ji bo girtina HDP’ê û dozên antî demokratîk derdikevin pêşberî me. Em dizanin ku qesr, serokên AKP’ê û MHP’ê û alîkarên wan li pişt van dozan in. Em baş dizanin ku dozên li hemberî me hatine vekirin ji qesrê û bi talîmatên qesrê hatine amadekirin. Ji ber ku nikarin bi siyasî, bi gotin û sekna xwe derkevin pêşberî me, bi van dozên komployê derdikevin. Lê belê divê zanibin ku HDP wê vê fermanê biguherîne û edalet, aştî û demokrasiyê bîne vî welatî. Ji bo vê jî HDP serê xwe li ber natewîne, bi şev û roj dixebite. Di nava gel de xebat û têkoşînê didomîne û di heman demê de li dijî komployên wan li ber xwe dide.
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Îro ji bo kul i vî welatî edalet, demokrasî, aştî û biratî pêk were, pêdiviya vî welatî bi HDP’ê heye. Beriya du rojan li Stenbolê Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin, me coş û kelecaneke mezin dît. Em bi vê bisînor namînin divê ev baş bê zanîn. Tifaqa Ked û Azadiyê ku du roj berê hat îlankirin tenê bi 6 partiyan re sînordar namîne, em ê biçin ber lingên kesên li vî welatî tune tên hesibandin, kesên ji ber bawerî, nasname û zimanên xwe tên înkarkirin, em ê li cem wan bin û teqez em ê wan têxin nava vê yekîtiyê. Ji ber ku xelasiya gel a ji AKP’ê di mezinbûn û firehbûnê re derbas dibe. 
 
EM Ê TIFAQA KURDISTANÎ AVA BIKIN
 
HDP dê di bernameyên xwe yên meha cotmehê de bi partiyên Kurdistanî û derdorên kurd re hevdîtinan bike. Bi rûspiyên xwe, komeleyên xwe yên herêmî û partiyên Kurdistanî re em ê nîşanî gelên Tirkiyeyê bidin ku li vî welatî tifaqeke din jî heye. Em dê di demekî nêzîk de Tifaqa Kurdistanî ya mezin ava bikin. Ji bo vê jî di çarçoveya van tifaqan de divê em xwe bigihînin her welatiyekî ku heta niha dengê xwe nedaye me. Ev yek dikeve berê wer. Dikeve berê gelê Semsûrê. HDP niha li Semsûrê partiya yekemîn e û ji bo ku em vê bibînin divê em van civînan pêk bînin, divê em hewl bidin, divê em ji dil bawer bikin ku em ê berdêlên keda xwe hildin.
 
KEDKARÊN TÛTINÊ
 
Min soz da ku em şopdarên pirsgirêkên ku karkerên tutinê dijîn. Min hem soz da wan hem jî sozê didim gelê Semsûrê. Em weke HDP pirsgirêkên karkerên tûtinê, esnafan, hemû pirsgirêkên li vir hatine jiyîn di Meclisê de xistin rojevê û em ê di dema pêş de jî vê bidomînin. Çi dibe bila bibe, em ê pirsgirêkên gelê Semsûrê, karkerên tûtinê û esnafan heta ku çareser bin em bibin her platformê. 
 
DIZANIN KU DÊ BI HILBIJARTINÊ BIÇIN 
 
Bi konsepteke şer, neheqî, bi rêbazên antî demokratîk dest bi rêvebirina welat kirin. Dizanin ku wê di hilbijartinan de biçin û baş dizanin ku ew ê biçin û venegerin. Li tevahiya Tirkiyeyê bi mîlyonan mirov, bi taybetî gelê Semsûrê ku li dijî konsepta şer a AKP'ê, bêedaletiya wê û bêhiqûqiya wê derdikevin, dixwazin ev pergal biguhere.
 
GIRTÎGEH ROJEVA ME YA EWIL IN 
 
Li vî welatî bi milyonan mirov hene ku şer naxwazin, yên li dijî şer in û ev milyon ji bo aştî, edalet û demokrasiyê were vî welatî têdikoşin. Tişta ku dikin girtin e, HDP’ê hedef digirin, êrîşî HDP’ê û kurdan dikin. Wekî din tiştekî ku ew bikin nîne. Îro bi hezaran girtiyên HDP’î hene, îro girtîgeh bi girtiyên nexweş tejî bûne. Heta kesên ku cezayên wan bi dawî bûne jî nayên berdan. Difikirin ku bi vê polîtîkayê re HDP’ê bi polîtîkaya rehîngirtinê û girtinê bi temamî biqedînin. Lê belê nizanin ku HDP bûye partiyeke ku di dil û mejiyê mirovên li her derê welêt dijîn de ye ku tu carî nayê jêbirin an jî qedandin. HDP partiyeke gelekî mezin e ku nikare di navbera 4 dîwaran de cih bigire. HDP ne partiyeke ku bi girtina deriyê xwe bê girtin e. HDP partiyeke ku hevserokên giştî jî di nav de, parlamenter, hevşaredar di girtîgehan de ne. Binpêkirinên mafan û pirsgirêkên li girtîgehan yek ji rojevên sereke yên HDP'ê ne. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin li her devera Tirkiyeyê belav bûye û li her devera Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê heye. Bifikirin ku mirovek di girtîgehê de ye û demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Di ser hevdîtina dawî ya bi Birêz Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê re nêzî 2 sal derbas bûn. Bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Hikumeteke li vî welatî qanûnên xwe jî bi cih naîne, qanûnên ku derxistiye jî nas nake, hişmendiyeke wisa mehkûm e ku biçe. Gelên Tirkiyeyê wê mehkum û mecbûrî desthilata AKP û MHP'ê nabin. Ji ber ku blokeke nû ya tifaqê heye, tercîhên nû hene, qadên nû yên siyasî hene. Bi van hemûyan re wê di hilbijartinên pêş de gel biryara xwe bide. Ya wê ji bo ronahî û sibeyên nû tercîhek bê kirin, yan jî ji bo dewamkirina vê pergala tarî tercîh were kirin. Lê em di wê baweriyê de ne ku gelên Tirkiyeyê wê teqez tercîha xwe ji bo ronîkirin, aştî, demokrasî, edalet û Tirkiyeyeke nû bi kar bînin û teqez wê AKP'ê bişînin sergoyê dîrokê. 
 
EM BI GELÊ SEMSÛRÊ BAWER IN
 
Îro hevalên me careke din di doza Kobanî ya kumpasê de diaxivîn. Dema ez dihatim vê derê, bi rêya telefonê bi hemşeriye we yê hêja Sirri Sureyya Onder re axivîm û min got, ‘ez diçim Semsûrê, diçim bajarê te’. Ji ber ku di doza komploya Kobanê de îfadeya wî hebû, îro nikarîbû bihata vê derê, lê got hûn dikarin li ser navê min sozê bidin, di demeke herî nêz de Sirri Sureyya Onder wê were Semsûrê û bi we re be. Hevalên min ên hêja, di xebatên we de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim, bila rêya me hemûyan vekirî be. Em hemû ji dil û can bawer bikin ku em ê bi ser bikevin, em ê serketineke mezin bi dest bixin û li gorî vê yekê em bixebitin. Em ji gelê Semsûrê bawer dikin. Ez di wê baweriyê de me ku li gorî serdemên din bi performanseke mezin em ê hêj zêdetir dengan bistînin. Lê ji bo vê jî em ê bi şev û roj bixebitin, ji jinan heta mêran, ji kal heta ciwaniyê em ê hemû bi hev re bixebitin û bi hev re serketineke mezin bi dest bixin. Ji bo hatina we hemûyan spas dikim û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber we ditewînim.”
 
Civîn gerandina govendê ya bi muzîka kurdî re bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin