Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin

  • rojane
  • 16:25 26 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Endamê Şandeya Îmraliyê û siyasetmedar Sirri Sureyya Onder di Doza Kobanê de axivî û wiha got: “Aştî, ne ‘qencî’ lê hewldaneke esîl e. Hewceye aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin.” 
 
Danişîna 17’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de bi giştî 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja yekemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Ji bilî parlamenterên HDP’ê gelek parêzer, endamê Şandeya Îmraliyê siyasetmedar Sirri Sureyya Onder û endama Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz (OÇAV) û Namzeta Serokatiya Baroya Enqereyê Sevînç Hocaogûllari jî di danişînê de amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Demîrtaş ji bo protestokirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi sedema ku pora wê xuya dike hatibû qetilkirin, pora xwe jê kiribû. Bi beşdarbûna Demîrtaş re siyasetmedarên jin bi çepikan piştgirî dan Demîrtaş. 
 
Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. 
 
Piştre jî siyasetmedar Sirri Sureyya Onder axivî û got ku li gel ku ji danişînan wareste hatiye kirin jî ji nêz ve dişopîne. Onder, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Qewimînên erênî yan jî neyînî yên li welêt, raste rast girêdayî vê dozê ne. Gelo em tevek dê ji hewayê aştiyê sûd bigirin? Nexwe dê hêj mirov jiyana xwe ji dest bidin? Mezintirîn cihê ku bersiva vê pirsê lê were dayîn, ev eywan e. Lewma dîrokî ye. Mijara behsa xeberê pêşeroja me ye lewma em di qonaxeke girîng de ne. Heke ez neçar mabûma ku xwe bi nasnameyekê pênase bikim, dê min ji xwe re bigota kedkarê aştiyê. Pîşe û çîna we çi dibe bila bibe, ya ku wê biqedir û rûmet dike, hewldanên we ne.” 
 
‘DIVÊ MIROV AŞTIYÊ BIPARÊZE’
 
Bi domdarî Onder anî ziman ku gelek hunermend, siyasetmedar û akademîsyen bêyî ku derheqê rewşa xwînî ya welêt de yek gotin kiribe jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov li xwîş-biratiyê li welêt piştrast nebe, wê demê ferq dike ku tu girîngiya kişandina fîlm û kirina kar nîne. Ji ber vê jî ew mirov dixwazin hestiyariyekê ava bikin. Em dikarin hewldanên aştiyê bi vî awayî pênase bikin. Nêrîna ku dibêje dikare ji şer û pevçûnan sûd were girtin, nêrîna kesên bêxêr e. Em, kesên xwedî wijdan in ku dibêjin hewceye di vê mijarê de tiştek bê kirin. Heke hewldaneke me ya bêyî xwe têkilî tiştekî bikin bijîn hebûya, em tevek jî dê di qadên xwe de kesên herî serkeftî bûna. Li vî welatî yek ji mijarên herî zêde rageşî li ser heyî, rageşiya têgehan e. Dema ji kesekî pirsa ‘tu çi difikirî’ tê kirin, raste rast dest bi tiştên li dijî wan rêz dike. An jî hewl dide li ser tiştekê din pênase bike. Eleqeya vê yekê bi têgehên aştî û ‘terorê’ re pir heye. Têgehên ‘teror, şer, aştî’ kiriye ku bi dehhezaran mirov îro li ber deriyên dadgehan bisekinin. Aştî, ne ‘qencî’ lê hewldanekî esîl e. Divê em aştiyê weke felsefeya jiyanê biparêzin.” 
 
PIRSGIRÊKA 200 SALÎ
 
Di berdewamê de Onder got ku ji bo aştiyê di asta yekemîn de bi rola xwe rabû û wiha pê de çû: “Em bi tecrûbeyan hîn bûn ku aştî bi fermanan pêk nayê. Em nikarin bibêjin çandeke civaka me ya aştiyê heye. Heke pêvajoya aştiyê bi ser keta, îro li vir ev darizandine jî çênedibû. Ez berpirsyariya vê li ser xwe hîs dikim û li ser difikirim bê ka çima çênebû. Qadek heye ku dibêjin îslam, ola aştiyê ye. Lê belê dîroka Rojhilata Navîn, bi miletên serê xwe bi xwîna birayên xwe şûştin tije ye. Em nizanin bê ka aştî çi ye, me hay ji exlaqê aştiyê nîne. Yên ku agir ketiye nava mala wan, yên ku zarokên xwe winda kirin bedêlên giran didin. Aştî, lastîka yedek a şer nîne. Li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî sereke pirgirêka kurd e. Em qala pirsgirêkekê dikin ku ev 200 sal in berdewam e. Pirsgirêkeke wisa ye ku bûye sedema hilweşîna 5 nifşên vê erdnîgariyê. Di 200 salên vê erdnîgariyê de heta niha tenê du caran hewldana aştiyê çêbûye. Di demekî ku her tişt li gorî şer hatiye amadekirin de tiştekî wisa hêsan nîne mirov li kedkariya aştiyê rabe. Piştî 200 salan cara sêyemîn em ji bo aştiyê hatin ba hev. Ma me baş kir an xerab? Em dikarin bersiva vê jî di rewşa welat a piştî têkçûna pêvajoyê de bibînin.”
 
‘ME DIKARIYA BI HEV RE ZIMET BIKIN’ 
 
Axaftina Onder wiha berdewam kir: 
 
Di dema pêvajoya aştiyê de her çend ku tevahiya civakê nebe jî gelek derdorên civakê gotin ‘êdî bes e.’ Dema em qala feraseta aştiyê dikin, bêguman em qala herî kêm du kesan dikin. Hewceye her du alî jî bipirsin bê ka ji bilî kuştin û mirinê tu rêyên din hene yan na. Beriya pêvajoya çareseriyê her tişt bi pirsîna vê pirsê dest pê kir. Heta ku ez dikarim bibêjim piştî ku ev pirs di MGK’ê de hatiye kirin, ev pêvajo dest pê kir. Di nava tevgera kurd de ji bo welatê hevpar, pêşeroja hevpar îradeya rewşa bêpevçûnî pêş ket. Li aliyê dewletê jî paradîgmaya herî girîng ku çavkaniya şer bû hat berbelavkirin. Hat gotin ku dev ji vê hatiye berdan û her çend ku min bi jiyana xwe ya siyasî bedel dabe jî, qala çareseriyê hat kirin. Dema em îro li rewşê dinihêrin, mimkin nîne mirov jê re bibêje îrade. Wezîrê edaletê yê demê bi min û Selahattîn beg re axivî û got; ‘pêdiviya we bi wergêriyê heye.’ Di navberê de cudahiya têgehê hebû. Di vê pêvajoyê de em pêş ketin û heke me hêj zimanê xwe tûj nekiribe, sedema vê baweriya me ya ji vê rastiyê bû. Ev milet bi qasî heyî nikare xwînê birijîne û dê rojekê bingeha hevhelalkirinê çêbibe. Lê belê bêjingek heye ku hemû tiştên me jiyayîn û gotin tê re derbas dibin. Ez jî di nav de, tu hevalekê me yê di vê dosyayê de tê darizandin ne bangawaziya şer kir û ne jî ya tundiyê kiriye. Her kesê di vê dosyayê de tê darizandin, di bin xerabeya îradeya demokrasî û aştiyê ya têkçûyî de man. Di hevdîtina ewil a bi şandeya dewletê re tişta ku ewil me li ser lihev kirî ev bû; ‘em neçarin tiştekî wisa ava bikin ku tu alî tê de winda nekin.’ Me dikariya fikara tirkekî û heysiyeta kurdekî bi hev re zimet bikira lê me nekir.
 
ME NEKARÎ TÊGEHA AŞTIYÊ BIKIN MALÊ CIVAKÊ
 
Hewceye mirov têkoşîna aştiyê micidtir bigire dest. Li hemberî hev gavên erênî hatin avêtin û vê yekê jî bo me hêvî çêkirin. Lê belê ev yek xeletî bû. Me nekarî têgeha aştiyê bikin malê civakê. Hewce bû ku me aştî ji ewil di nava gel de birêxistin bikira. Dihat payîn ku em paradîgmaya şer di nava du salan de ji holê rakin. Lê me nekarî. Li her deverê kesên ketin kêmînê hebûn û me jî ev kêmîn di dema xwe de nedîtin. Tevî vê yekê jî bi qasî ku ji destê me hat me hewl da destwerdanê li pirsgirêkên heyî bikin. Diviyabû me dest li rewşa ku têkoşîna aştiyê jehrî dikir werda bûya. Lê belê hêza me bi têrî vê nekir. Lê me nekarî aştiyê birêxistin bikin û me fêm kir ku helwest an jî gavên erênî yên ji her du aliyan ve tên avêtin ji bo pêşxistina pêvajoyê bi têrî nake. Hinek aliyên wê yên ne bi destê me hebûn. Di ajandayên kesên bandora wan li Rojhilata Navîn hebûn de aştî tune bû. Her wiha di nava welêt de hêzên darbekar hewl dan aştiyê sabote bikin û me jî ev yek di dema xwe de venegot. Li dijî pirsgirêk û xitimînên heyî tu alavek di destê me de nebû. Pêvajoyek hebû ku di dema pirsgirêk û astengiyan de li gorî feraseta xwe pêş diket. Ez qala rayedarên dewlet û hikûmetê dikim. Tişta ku bo me jiyanî, bo muxatabên me wisa nebû. Em tevek jî di ferqa van rojan de bûn lê bi ser guhê muxatabên me ve nebû. 
 
HEWL DIDIN RABÛRDIYA AŞTIYÊ TUNE BIKIN 
 
Ez dizanim ku ji tiştên pir vala têm darizandin. Ez ji van dozan re dibêjim doza ‘te ava min şîlo kir.’ Heke di navbera me û muxatabên me de hesta aîdiyetê hebe, wê demê divê em li vir bi hev re bihatina darizandin. Lê di wan de ew aqil nîne. Baş e lê muxatabên me niha çi dikin? Ji bo rewşa welêt tenê xwedî yek protejeyê jî nînin. Hewl didin rabûrdiya aştiyê ji holê rakin. Bi gotinên weke ‘beka û terorê’ tune bikin. 
 
Vî welatî tenê yek roja xweş nedît. Ji ber çendek çeteyan, mirovên vî welatî xizan bûn. Mirovên vî welatî ketin halekê wisa ku berê xwe bidin welatên din. Dema ku em dibêjin rêyeke din heye, wê demê jî em li hemberî xwe dozgeran dibînin û tenê ew me guhdarî dikin. Nikarin bibêjin welêt dabeş bû û ji hev hat parçekirin. Ez dixwazim bizanim bê ka bi çi têm darizandin. Di 12’ê îlonê de hatim darizandin û di mijara dadgehê de xwedî tecrûbe me. Lê belê ez di vê mijarê de zehmetiyan dikêşim. Me nekarî vî miletî ji bo aştiyê sor bikin lê ji bo tundiyê dê çawa sor bikin? Bi rastî jî fêm nakim.” 
 
Piştî parastina Onder, şandeya dadgehê heta saet 14.30’an navber da danişînê. 
 

Sernavên din

01/10/2022
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin