Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin

  • rojane
  • 15:23 24 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Xizmên Windakiriyan ên Amedê aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren pirsîn ku wesayîta wan 25 sal berê li cem qereqolê hatibû dîtin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakiya xwe di 711’an de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Çalakvanan wêneyên windakiriyan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka hevjînên hev Zozan û Orhan Eren hat vegotin ku ji 25’ê îlona sala 1997’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka hevjînan xwend. 
 
Di çalakiyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û bal kişand ser Doza Mûsa Anter ku ber demborînê ketibû. Zeytûn, anî ziman ku ew li bendê nebûn ku daraza girêdayî desthilatdariyê biryareke adilane bide û wiha domand: “Têkoşîneke parastvanên edaletê li vî welatî heye. Ev têkoşîn, ji bo dîtina rêyekê tê dayîn. Weke parastvanên mafên mirovan, dê têkoşîna me ya li dijî demborînê û polîtîkaya necezakirinê bidome.” 
 
ZOZAN HAT SIRGÛNKIRIN
 
Piştre jî Ezgî Sila Demîr çîroka hevjînan xwend: “Zozan û Orhan Eren li navçeya Pasûr a Amedê dijiyan. Zozan, li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê weke hemşîre dixebitiya û hevjînê wê Orhan jî li Licê gardiyan bû. Sê hefte beriya bûyerê, Zozan Eren bi îdiaya alîkariya birêxistinê re sirgûnî Nexweşxaneya Welidînê ya Amedê hat kirin. Qeymeqamtiya Pasûrê ji ewil bangî hemşîre Zozanê kir û jê xwest ku bi daxwaza xwe tayîna xwe bixwaze. Piştre jî du polîsên li qeymeqamtiyê ji Zozanê re gotin; ‘Zozan tu dermanan didî rêxistin, neçarî ku ji vir biçî.’ 
 
WESAYÎT LI CEM QEREQOLÊ BÛ
 
Zarokên Zozan Eren ku tayîna wê bo Amedê derketibû, li cem dayika wê Pembe Toprak a li Pasûrê diman. Zozan Eren, di 24’ê îlona 1997’an de li dayika xwe geriya û got; ‘Ez û Orhan dê sibe bên Pasûrê, zarokan bigirin û biçin Amedê.’ Rojek piştre di roja înê de Pembe Toprak ji ber ku agahî ji keç û zavayê xwe negirt, kete nava fikaran. Di heman şevê saet derdora 24.00’an de bi telefonê li Serdozgerê Girtîgeha Liceyê geriya ku Orhan li wir dixebitî. Jê re got ku agahî ji keç û zavayê xwe nagire û fikarên xwe parve kir. Nêzî du saet piştre hevalekî kar ê Orhan li dayikê geriya û got; ‘wesayîta Orhan 40 mîtroyan nêzî Qereqola Angul a girêdayî Liceyê hatiye dîtin, kesek tê de tune bû.’ Ji malbatê xwest ku serî li cihên têkildar bidin.
 
Rojek piştre anku di roja şemiyê de dayik Toprak ji bo serlêdanê çû Qereqola Cendirmeyan a Pasûrê. Kesên li qereqolê jê re gotin; ‘Niha betlane ye û em nikarin serlêdana te qebûl bikin. Roja duşemê were.’ Dayik Toprak di roja duşemê de serî li serdozgeriya Pasûrê da û rewş jê re vegot. Dozger, li qereqola cihê bûyerê geriya û xwest agahiyan bigire. Yên qereqolê gotin; ‘bûyereke revandinê pêk hatiye. Orhan û Zozan Eren ji hêla endamên rêxistinê ve hatine revandin.’ 
 
DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR
 
Dozger jî ev agahî bi Pembe Toprak re parve kir û jê xwest ku ji ewil biçe qereqolê û piştre jî serî li Walîtiya Amedê bide. Piştre jî Toprak daxwaznameyek da Qereqolê Angulê lê fermandarê qereqolê jê re got; ‘Her du ji hêla endamên rêxistinê ve hatine revandin.’ Dayik Toprak, piştre jî serî li Walîtiya Amedê da. Walî, di hizûra dayikê de li Qereqolên Lice û Pasûrê geriya û ji dayikê re got ku zarokên wê ji hêla PKK’ê ve hatine revandin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin. Malbatê ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexist û serî li DMME’yê da. DMME’yê di 21’ê sibata 2005’an de bi sedema ‘binpêkirina mafê jiyanê’ Tirkiye di vê dozê de mehkûm kir.” 
 
Piştî daxuyaniyê, xizmên windakiriyan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 

Sernavên din

29/09/2022
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye