Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan

img
AMED - Partiyên siyasî yên kurd û rêxistinên demokratîk yên Amedê têkildarî dagirkeriya Efrînê civiyan. Partî û rêxistinan piştî civînê daxuyanî dan û diyar kirin ku êdî nayê qebûlkirin ku bêdeng bimînin û bêdengiya wan dê bibe sedema jenosîtê û bang li hemû gelan kirin ku dakevin qadan û Newrozê piroz bikin. 
 
Şerê Tirkiye yê li ser Gelê Efrînê di roja 58'an de berdewam dike. Heta niha nêzî 50 welatiyên sivîl di êrîşên hewayî û bejayî yên TSK û OSO de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bombebarana balafirên TSK'ê li Efrînê di 2 rojên dawî de nêzî 50 welatî hatin kuştin. Piştî bombebarana li ser bajar zêde bû, gelê Efrînê bajar vara  kir. Piştî êrîş zêde bûn û Efrîn vala bû, Partiyên siyasî yên kurdan û rêxistinên demokratîk ên li Amedê ji bo helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Efrînê bînin ziman li Otela Demîr a Amedê kom bûn. Di civînê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Îmam Taşçier, Nimetullah Erdogmuş, Nûnerên DBP, DDKD'ê Tevgera Azadî ESP, OSP, EMEP û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Partî û rêxistinan piştî civîn bi dawî bû encamnameya civînê bi raya giştî re parve kirin. 
 
Encama civînê wiha ye: 
 
"Em ev partî û saziyên sivîl ên li binê vê nivisî îmzeya me heye ji bo erîşê  dagirkerîya  arteşâ devlata Tirk û hevparên wê çeteyên OSO gihane nava bajarê Efrinê em bi fikarin ku wê komkojiyek û jenosîdek mezin bikin. Ji bo vê yekê em hemû sazî û rêxistınên navdewletî yên berpirsiyar divê tişta ji wan bê bikin. Êrîşa leşkerî ya li hemberî Efrîn di roja 58’emîn de ye. Di encama bombebarana hewayî û bejayî de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di encama bombebaranan de gelek bajarok û gundên Efrînê wêran bûn. Efrîn Şeristanîyek kevin e û bajarek kurdî ye. Bi dorpêçkirina Efrînê re av û ceryan hatin qutkirin û Efrîn. Bi kontrolkirina rê, av û ceyranê re bi rojane gelê Efrînê tî û birçî ma. Pirsgirêkên tendûristî û jiyanî di asteke xetereyê de ye.
 
Di encama bombebarankirina navçe, bajarok û gundên Efrînê, gelek kes cih û warên xwe terk kirin û koçberî navenda Efrînê û piştre koçî herêmên din bûn. Efrîn bombe kirin. Ji hewa û erdê ve bombe kirin. Bi dehan sivîl hatin kuştin. Ji bo komkujiyên mezin çênebin bajar vala bû. 
 
Efrîn bi tenê serê xwe ne Efrîn e. Efrîn di pêvajoya ku çeteyên DAIŞ’ê seranserê Rojhilata Navîn kirin dojeh û gola xwînê de, ji koçberan re malovanî kir. Nanê xwe, ava xwe, hewa xwe û hemû nirxên xwe bi wan re parve kir. Bû cihekî ku hemû ziman, bawerî û çandên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn û di nava aştî û biratiyê de jiyaneke hevpar ava bikin.
 
Niha dixwazin vî cihê ku aştî, biratî û jiyana hevpar lê pêş ket li biyaniyan parve bikin. Ji ber vê yekê Efrîn bi tena serê xwe ne Efrîn e. Efrîn sembol e. Efrîn ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye şaristaniyeke jinûve hêşin dibe û bajarekî ku şewq dide gelên Rojhilata Navîn ên di nava biratî û jiyana bi hev re dijîn.
Efrîn ji bo pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştiyane, wekhevî û adîlane çareser bike bûye bajarekî aştiyê ya ku şewq dide her derê.
 
DIXWAZIN EFRÎNÊ BIKIN WARÊ BIYANIYAN
 
Ji ber vê yekê dixwazin Efrînê ji holê rakin, xwediyên wê bêwar bihêlin û ji kesên derve anîne re li wir bi cîh bikin û bikin “warê”  wan. Di şexsê Efrînê de hewl didin pêşiya statubûna kurdan a li ser welatê wê bigirin û dixwazin hemû destkeftiyên kurdan ji holê rakin. Divê di serî de gelên kurd û tirk, hemû civaka navneteweyî li hemberî ev trajediya mirovî ya tê jiyîn bêdeng nemînin. Bendengî û xwedîderneketina Efrînê tê wateya ku çavên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê ku bûne bela serê gelan re bigirin.
 
ÇIMA GELÊ JIYANA HEVPAR Û DEMOKRATÎK DIXWAZIN BIBIN GEF? 
 
Bi taybetî gelê Efrînê, bi giştî gelê Rojava û hêzên wê yên leşkerî û siyasî tu gef li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê nexwarine. Çima yên ku li Sûriyeke demokratîk hemû gel,  bawerî û çand di nava wekhev, adîlane û demokratîk de jiyaneke hevpar dixwazin ji welatan û gelan bibin gef xetere.
Ev daxwaz heta sê sal berê jî wekî daxwazên ji bo Tirkiye ji pirsgirêkên dijî xelas bibe û bibe welatekî bi aram, rehetî, biratî û aştiyê yên di rojeva hikûmeta AKP’ê bûn. Ji ber vê yekê hemû beşên civakê piştgirî dabûn hevdîtin û muzakereyên ji bo çareseriyê hatibûn destpêkirin.
 
ÇARESERÎ RÊ Û RÊBAZÊN DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ YE
 
Tecrûbeya di aliyê saziyên leşkerî û siyasî ya 40 salan a ku êş û berdêlên giranbûha hatine dayîn û hemû dînamîkên civakê, rêxistinên civaka sivîl baş zanin ku rastiya tekane ew e ku rê û rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya li ser esasê demokratîk û aştiyê ye. Dibe ku bêhtir êş bên kişandin, bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, bêhtir berdêlên giranbûha yên nû bên dayîn; lê belê ev rastî tu caran naguhere. Êdî derketiye holê ku pirsgirêka kurd bi van rêbazan nayê çareserkirin. Ev rê û rêbaz dihêle ku Tirkiye hemû hêza xwe bi şer û pevçûnê biqedîne û qels bike. Ji vê pêvtir tu encameke cudatir bi dest naxe.
 
NE POLÎTÎKAYÊ DIJMINANTIYÊ, POLÎTÎKAYÊN DOSTANIYÊ DÊ BI TIRKIYE BIDIN QEZENÇKIRIN
 
Ji ber vê yekê ne polîtîkayên ku kurdan wekî dijmin dibîne, polîtîkayên kurdan wekî dost û bira dibîne wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Tişta esasî ya ku Tirkiyeyê hem li herêmê û hem jî li dinyayê bihêz bike, ne ku li Tirkiyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê dijminan ji xwe re çêbike. Divê li şûna vê yekê ji xwe re wekî tifaqa bihêz bibîne û li gorî vê yekê nêzîk bibe. Ev rastî di encama zanîstiya jiyana hezar salan piştrast bûye. Di pêvajoya ku şerê ji 2011’an de li Sûriyeyê diqewime de dawî li zilma DAIŞ’ê tê û li Sûriyeyê sîstemeke nû ya demokratîk tê avakirin de êrîşa li hemberî Efrînê careke din dest bi pêvajoya şer kirin. Divê civaka navneteweyî û koalîsyona navneteweyî ya li Sûriyeyê  ye vê yekê rast binirxîne û bixwîne.
 
Tirkiye, biryara agirbesta mehekê ya Neteweyên Yekbûyî, biryara Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne, pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bike û bagewaziyên DYE, Konseya Ewropayê, sazî û dezgehên navneteweyî û rewşenbîran di ber çavan de derbas nekir. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan tevgera li hemberî Efrînê wekî fethê anî ziman û divê aliyên ku ev biryar wergirtin û bengawazî kirin vê yekê rast bibînin. Divê Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û saziyên navneteweyî li pişt biryarên xwe bisekinin.
 
Ev pêvajoya ku li Efrinê tê meşandin xuya dike wê bi xwere ti çareseriyê nîne, Ji bo vê yekê Neteweyên Yekbuyî, Konseya Avrupa, perlementoya Avrupa, hêzên navnetewî yê koalîsyna Sûrî, Rusya, dewletê Îslamî û tevahiya hemû sazîyê navdewletî gerek bi lezginî û bi awayekî şînber ser bisekîn ku li Efrinê komkuji, jenosid û pêşiya trajedîyek mezin bê seknandin. 
 
Wextê ku mirov pêvajoya li Efrînê derketiye holê dinêre dibîne ku dê trajediyeke mezin a mirovî derkeve holê. Ew biryar û bangewaziyên demdemî yên hatine kirin wê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê ne, Rusya, welatên îslamî, hemû civakên navneteweyî bi lez û bez têkeve nava hewldanê û bi gavên şênber pêşiya trajediya li Efrînê were jiyîn bigire.
 
EM GELÊ XWE VEDIXWÎNIN QADAN
 
Civaka navneteweyî hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê exlaqî de di şexsê Efrînê de berpirsarî û peywira wê li hemberî gelê Rojava heye. Bi hezaran keç û lawên kurdan ên ku bi gîranî QSD avakirine ji bo dawî li zilma DAIŞ’a ku bûye bela serê hemû civakên navneteweyî û bi teqandina bombeyan û komkujiyan Ewropa kiriye dojeh bîne şehîd dane. Bi dayîna berdêla giranbuha  civaka navneteweyî jî çeteyên terorê yên DAIŞ’ê azad kirin. Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî hewceye di şexsê Efrînê de berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê kurd aniha bi cîh bîne û ketiye ser milê wê.
 
NEWROZ ji bo gelê me roja vejînê ye û ji nûva jiyan e. Bi rihê berxwedana NEWROZÊ bi berxedana gelê Efrinêre em hemu gelê xwe vedixunîn qadan.

Sernavên din

19/03/2018
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand