Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne

  • rojane
  • 20:18 23 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê didomînin di hefteya 27'an a nobedê de li ber Edliyeya Stenbolê li hev kom bûn û gotin: “Ên ku deng ji xwe dernaxin şirîkên vî sûcî ne.“ 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di hefteya 27’an de li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Vê hefteyê Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê ya Tîpa F ya Hejmara 3'yan de, Cemîle Çîftçî û Kûmrî Akgul, xwişkên girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa L'Yê de, tev li çalakiyê bûn. 
 
Ji xeynî xizmên girtiyan, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê, parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum û Oya Ersoyê jî piştgiriya çalakiyê kirin. Beriya nobedê gelek polîs, bi wesayîtên binçavkirinê dor li ber edliyeyê girtin. Polîsên dor li xizmên girtiyan girtin, bi hinceta biryara qedexekirina Nobeda Edaletê ji aliyê Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve hatiye qedexekirin mudaxileyî çalakgeran kir û Fînce Akmanê û ji rêxistina HDP’ê ya navçeyê 4 kes binçav kirin. Di dema binçavkirinê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan“ û “Azadî ji girtiyên nexweş re“ hatin berzkirin.  
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanê binçavkirina xizmên girtiyan da û diyar kir ku her hefte bi heman hincetê êrişê dayikan tê kirin û qasekê li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê kir. 
 
‘JI BO ZAROKÊN ME JIYANA XWE JI DEST NEDIN EM LI VIR IN’ 
 
Xizmên girtiyan ber bi edliyeyê ve meşiyan û daxuyanî dan. Fînce Akmanê di çalakiyê de axivî. Akmanê anî ziman ku ew 7 meh in Nobeda Edaletê digirin lê ne dewlet ne jî tu kesî guh nedaye daxwazên wan û wiha got: “Tu televizyoneke tirk me nabîne. Ji me napirsin ku em çi dixwazin. Bi tenê êriş dikin. Em bi tenê dixwazin ku zarokên me bi saxî ji girtîgehan derkevin.“  
 
‘ÊN ÎŞKENCEYÊ LI DAYIKAN ROJ BÊ WÊ BÊN DARIZANDIN’
 
Parlamenter Mûsa Pîroglû jî anî ziman ku polîsên Stenbolê binçavkirina xizmên girtiyan ji xwe re kirine wekî helwesteke giştî û wiha axivî: “Li her derê êrişê dayikan dikin. Duh dayikan serî li Komeleya Mafê Mirovan da ku giliyê polîsan bikin. Her derê dayikan reş û sor bû. Gotin ku bi pehîn û kulman li wan hatiye xistin. Em polîsên kulm li dayikan xistine nas dikin. Ên ku vê îşkenceyê li dayikan dikin wê rojekê bên darizandin. Ji bo girtiyn bi mirinê re rû bi rû mane, em xwe ker nakin. Ên ku xwe ker dikin jî şirîkên vî sûcî ne. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Berpirs desthilat, rêveberiyên girtîgehan, Tiba Edlî û gardiyan in. Ên êrişî dayikan dikin şirîkên vê kuştinê ne.“ 
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî diyar kir ku dayik careke din hatine binçavkirin û got ku tu edalet li Tirkiyeyê nîn e. 
 
‘WÊ HESAB BIDIN’ 
 
Herî dawî Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy axivî û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê her ku diçe serî li rêbazên faşîstî dide û êrişê dibe ser kesên ku ji xwe re wekî dijber dibîne. Desthilata AKP’ê darazê li dijî dijberên xwe wekî darekî bi kar tîne. Mafên bingehîn ên mirovan tên xespkirin. Em ê bi hev re li dijî vê têbikoşin."
 
 

Sernavên din

29/09/2022
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye