Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e

img

STENBOL – Rojnamevan- nivîskar Mûsa Ozûgûrlû ku berê Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê bû, destnîşan kir ku eger Tirkiye têkeve navenda bajêr a Efrînê wê windahiya sivîlan zêde bibe. Ozûgûrlû bi lêv kir ku pênaseya “Şerê Efrînê” nîşaneya vê yekê ye û got: “Li gor agahiyên ku em ji çavkaniyên herêmî werdigirin, YPG di liberxwedayînê de bi biryar e. Yanî pêvajoyeke wisa hêsan ne li benda TSK û OSO’yê ne.” 

Rojnamevan-nivîskar Mûsa Ozûgûrlû ku di navbera salên 2012-2016’an de Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê bû, êrîşên li ser Efrînê ku 58 roj in didomin û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlementoya Ewropayê (PE) nirxandin. 
 
Ozûgûrlû ji bo biryara agirbestê ya NY’yê got:  “Metna agirbestê ya NY’yê di asasê xwe de ji bo hemû Sûriyeyê ye. Yanî bi awayekî Efrînê jî dihebîne. Divê israra NY’yê di vê çarçoveyê de esas bê girtin. Çend roj berê PE’yê jî biryarek da. Divê em di vê çarçoveyê de van herdu biryaran wekî berteka civaka navnetewî bibînin. Gelo ev sinyal e ku dê ji niha û pê ve gav bên avêtin? Wê operasyona Tirkiyeyê û wekî li hemberî Tirkiyeyê be yan tenê wê qîma xwe bi van daxuyaniyan bînin? Dû re wê ev yek aşkere bibe.”  
 
Ozûgûrlû diyar kir ku belkî ji bo Efrînê biryareke taybet ji aliyê NY’yê neyê dayîn û got: “Lê dema mirov bi awayekî giştî lê binêre jixwe NY tewrê xwe nîşan da. Ji niha û pê ve em ê bibînin ka Tirkiye çawa tev digere. Piştî biryara PE’yê Erdogan got ‘Hûn li îşê xwe binerin. Dema me operasyon qedand em ê derkevin.’ Ev daxuyanî nîşan dide ku neyta Tirkiyeyê ew e ku li dijî bertekên civaka navnetewî derkeve. Wê di pêş de diyar bibe ka ev bangawazî vediguherin çewisandinan, bi awayekî berbiçav vediguherin mueyîdeyekê. A diyarker ev e, wisa dixuyê. Belkî ji bo niha bandoreke wê ya zêde tune be, lê em ê di pêş de encamên wê yên berbiçav bibînin.” 
 
‘YA DIYARKER TEWRÊ YPG’Ê YE’ 
 
Ozûgûrlû got: “Di dema ketina Tirkiye û OSO ya navenda Efrînê de, tekane tişta ku diyarker be wê tewrê YPG’ê be. Wê bi awayekî bibiryar li dij derkeve an wê bi awayekî lihevkirinê tev bigere yan jî wê ji bo herdu aliyan veguhere pevçûneke xwînbar? Ya ku dê vê yekê diyar bike, niha tewrê YPG’ê ye. Tirkiye bi biryar e ku têkevê. Astengiya li pêşiya Tirkiyeyê hebûna sivîlan e. Ev nayê wateya ku dê sivîl nemirin. Lê çi dibe bila bibe bombebaraneke ku bi awayekî aşkere bê kirin wê bibe sedema mirina sivîlan.” 
 
‘YÊ DIPARÊZE BIAVANTAJTIR E’ 
 
Ozûgûrlû diyar kir ku eger li Efrînê hêzeke zêde ya leşkerî hebe, ne mimkun e ku Tirkiye bikaribe têkeve wir û got: “Çimkî pîvaneke leşkerî heye. Kesê diparêze tim biavantajtir e. Lê em nizanin dê ka Sûriye, Rûsya heta kengî destûra bombebarana Tirkiyeyê bide. Belkî piştî demekê şûn de dema bertek zêde bibin bombebaran çê nebin û wê demê wê Tirkiye di operasyona bejahiyî de bi tu awayî nikaribe pêş ve biçe. An jî wê heta demeke dirêj nikaribe têkevê. Îjar li vir tekane tişta diyarker ew e ku wê YPG li ber xwe bide yan na. Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirtine YPG birbiryar e ku li ber xwe bide, wê berxwedan hebe. Yanî pêvajoyeke wisa hêsan ne li benda TSK û OSO’yê ne.”
 
Ozûgûrlû destnîşan kir ku eger TSK û OSO têkevin Efrînê wê mirina sivîlan zêdetir bibe. 
 
Her wiha Ozûgûrlû pênaseya “Şerê Efrînê” ya Erdogan jî nirxand û got: “Em dikarin bibêjin ku Erdogan pênaseyeke rast bi kar aniye. Ev yek ji hêlekê ve nîşan dide ku ka dewlet bi awayekî aşkere çi dike. Yanî nîşaneya ku mesele ber bi rewşeke hîn tundtir ve diçe. Belkî ev jî îşareta ku wê êrîşên hîn dijwar pêk bên be.” 
 
MA / Yasin Kobulan
 

Sernavên din

19/03/2018
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand