Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin

img

STENBOL – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bîranên xwe yên Newrozên ji salên 90’î û heta niha vegotin. Dayikên Aştiyê got: “Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin.” 

Tenê çend roj ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê re man. Endamên Dayikên Aştiyê ya Stenbolê destnîşan kirin ku ew ê ji bo Efrînê li qadên Newrozê bin. Dayika aştiyê Sakîne Guven ku ji sala 1991’ê ve tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe got: “Di sala 1991’ê zehmet bûna jî gel diçû. Her çend zor bû jî, heyecaneke mezin hebû û me wesayît tije dikirin û em diçûn qadên Newrozê. Her çend Newroz qedexe bûna jî em diçûn. Polîsan bi awayekî tund mudaxile dikir. Heta gelek caran me xwe di ser dîwarên goristanên Topkapiyê re davêt. Carekê dayikeke extiyar li cem min bû. Li cem goristanê polîsan mudaxileyî me kir. Polîsan bi guhê wê dayikê girt û kişandin. Zêde kişandin. Ji ber wê paşê dayik ker bû. Lê belê tevî hemû îşkenceyan jî gel qad nediterikandin. Her sal tevî hemû mudaxileyan jî me berê xwe dida qadên Newrozê.” 
 
Guven bang li hemû derdorên aştîxwaz kir û got: “Eger aştiyê dixwazin, divê li hemberî van çewisandinan berê xwe bidin qada Newrozê û doza aştiyê bikin. Bila werin em li qadên Newrozê dest bidin destê hev û ji şer re bêjin na. Divê ji bo azadiya Efrînê gel berê xwe bide qadên Newrozê.” 
 
‘EM BIBIN DENGÊ EFRÎNÊ’ 
 
Dayika Aştiyê Rabîa Aslan ku ji ber çewisandinên dewletê di sala 1988’an de koçî Edeneyê kirin û paşê koçî stenbolê kirin got: “Di sala 1990’î de li Edeneyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûm. Coşeke mezin hebû. Coşeke mezin hebû. Wê demê destûr dabûn, lê belê gel bi coşeke mezin pêşwaziya biharê kiribû. Piştî daxwazên xwe yên ji bo azadiyê anîn ziman polîsan mudaxile kir. Wê çaxê gelek kes birîndar bûn. Lê belê gel heman coşê dîsa tev li pîrozbahiya sala çûyîn bû.” Aslan bang li herkesî kir û got: “Ji bo dengê ji bo aştiyê yên kurdan bigihê cîhanê, divê herkes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe. Em di Newrozê de bibin dengê Efrînê. Em dibêjin êdî bes e, bila êdî xwîn neherike. Em naxwazin li Efrînê zarokên me bimirin. Ev cîhan ya herkesî ye. Yên li Efrîn û Rojavayê xizmên me ne. Li hemberî xizmên me şer nekin. Divê êdî dayikên leşker û polîsan jî ji vî şerî re bêjin na.” 
 
 
Dayika Aştiyê Naciye Şahîn ku di sala 1992’yan de tevî zarokên xwe koçî Stenbolê kir got: “Wan salan xwazî bila destûr bidanan, xwazî bila nedanan me kincên xwe li xwe dikir û berê xwe dida qada Newrozê. Eger em neçûnan, em heta Newroza din li ber diketin. Ji ber vê Newroz ne roja rûniştina li malê ye. Roja daketina qadan e. Di Newrozê de gel doza mafên xwe dikin. Ji ber vê divê îsal jî tu kes li malê rûnenê, biherike qada Newrozê. Divê em îsal ji her salî bêtir qadên Newrozê tije bikin. Çimkî êrîş li Efrînê tên kirin. Ji bo em Efrînê em biherikên qadên Newrozê. Dilê me li Efrînê ye. Eger dayikên li Efrînê bibînin ku em daketina qadên Newrozê wê moralê wan baş bibe. Em şerê li Efrînê jî şermezar dikin.” 
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz ku ji ber polîtîkayên çewisandinê yên dewletê di sala 1986’an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir, anî ziman ku cara ewil ew di sala 1991’ê de tev li pîrozbahiya Newrozê bûye. Gokguz got: “Wê çaxê me li eywana sporê kiribû. Me di sala 1992’yan de jî li qadê kiribû. Wê çaxê êrîşî me kirin. Hevjînê min Bûrhan birîndar bû û hat binçavkirin. Paşê hat girtin û 3 mehan di girtîgehê de ma. Newroz ji bo me serîrekirina li hemberî zilma ku li dijî kurdan pêk tê. Çimkî dema ewil em hatibûn vir ji me re digotin ‘kurdên pîs î heram’. Gelek caran em nikaribûn bi tena serê xwe derkevin derve. Lê di Newrozan de hemû kurd dibûn yek û digotin ‘em hene’. Ji ber vê coş û heyecaneke mezin hebû. Em îsal jî hemû kesî bi ruhê Efrînê vedixwînin qadên Newrozê. Çimkî ji bo Efrînê Newroza îsal pir girîng e.” 
 
‘DIVÊ HERKES BI RUHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ TEV LI NEWROZÊ BIBE’ 
 
Dayika Aştiyê Ezîne Dal jî ji ber sedemên aborî di sala 2007’an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir got: “Heta 37 sal berê jî me nizanibû Newroz çî ye. Lê me di 21’ê Adarê de digot ‘Bedî’ heye. Me ji zarokan re digot pûş û pelaxan kom bikin û agir pêxin. Paşê latîk hatin şewitandin. Dû re Newroz hat pîrozkirin û me wateya wê rojê fêm kir. Me li qadên Newrozê Newroz pîroz kir. Êdî herkes bi kincên xwe yên gelêrî berê xwe dida qadên Newrozê.” Dal destnîşan kir ku divê herkes bi ruhê berxwedana Efrînê tev li Newrozê bibe û got: “Wê Newroza îsal aştiyê pêk bîne û şerê li Efrînê rawestîne.” Dal diyar kir ku li Efrînê zarok tên qetilkirin û got: “Li wir xwîn wekî avê diherike. Li Efrînê tekane armanca wan qetilkirina kurda ye. Ji kurdan re dibêjin ‘An hûn ê bibin kole an jî hûn ê bimirin.’ Lê êdî kurd koletiyê qebûl nakin û li ber xwe didin. Bila herkes baş bizanibe. Îro bi milyonan kurd hene û naqedin.” 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

19/03/2018
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand