Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê

img

WAN – Yek ji dîmên êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê jî ya Newroza 2008’an a Wanê ye. Polîsan bi çavsorî êrîşî pîrozbahiyê kir û bi copan û daran êrîş birin ser jinên kincên gelêrî yên rengîn li xwe kiribûn. Îşkenceya li dijî beşdarvanên Newrozê tevahiya bajêr rakir serhildanê. Serokê rêxistina DTP’ê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê Newrozê kir. 

Newroz di dîroka gelê kurd de cihekî girîng digire û dema behsa Newrozê tê kirin berxwedan tê bîra gelê kurd. Her çiqas di salên 1990’an de Newroz qedexe kirin û komkujî li ser gelê kurd pêk anîn jî, lê ji wan salan ve heta roja me ya îro girseyên Newrozê gihîşt milyonan. 
 
Niha jî em ê behsa dîmenek berxwedana Newrozê bikin. Ev dîmen ê pîrozbahiya Newroza 2008’an a Newroza Wanê ye. Di Newroza 2008’an de bi hezaran kes li nokteyên cuda ên Wanê kom bûn ku biçin cihê pîrozbahiya Newrozê. Lê bi sedan polîs li navenda sûkê ango li ber avahiya DTP'ê bi çavsorî êrîşî pîrozbahiya Newrozê kir û jin jî di nav de bi sedan kes li ser hev kom kir û bi copan, bombeyên gazê û daran tundiyê li ser wan pêk anî. Di êrîşan de Ramazan Dag û Zekî Erînç jî jiyana xwe ji dest dan. Ew dîmen di bîra gel de cih girtine û ji bîra kesî neçûne. 
 
LI DIJÎ BIRYARA WALÎ RESTA DTP’Ê
 
Dê Newroz bi pêşengiya rêxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a wê demê de bihata pîrozkirin. Lê ji ber ku Newroz di 21’ê adarê de nehat pîrozkirin Walîtiya Wanê qedexe kiribû. 
 
Li gel vê biryarê jî û hemû hevdîtinên hatin kirin jî negihîşt encamê. Rêvebera DTP’ê jî biryar girt ku dê di 22’ê adarê de li Kolana Cumhuriyetê Newroz pîroz bike. 
 
HEMÛ BAJÊR VEGUHERÎ QADA AGIRÊ NEWROZÊ 
 
Serê sibeha 22’ê adarê ji hemû taxên bajêr jin, ciwan, kal û pîr bi hezaran kes ber bi Kolana Cumhuriyetê ve dest bi meşe kir. Her ku çû girseya gel gihîşt deh hezaran. Walîtî û Miduriyeta Polîsan bi rêveberiya DTP’ê re hevdîtin kir û xwest girse belav bibe. Di kêliya li avahiya Walîtiyê de hevdîtin dewam dikir, polîsan êrîşî ser girseya li ber avahiya DTP’ê kom bûbû kir. Li ser vê yekê heyeta DTP’ê dawî li hevdîtinê anî û hat ber avahiya partiya xwe. Rêveberiya DTP’ê li vir peyama “Her kolanê Wanê qada Newrozê ye” da û bi vê peyamê re agir hat vêxistin û dest bi gerandina govendê kirin. Li ser vê yekê, polîsan cara duyem êrîşî girseyê kir. 
 
ÎŞKENCEYÊ GEL RAKIR SERHILDANÊ 
 
Di vê êrîşa duyemîn de bi dehan polîsa bi cop û daran êrîş bir ser jinên li hev kom bûbûn. Polîsan bi saetan îşkence li jinan û gel kirin. 
 
Vê îşkenceya li jinan hat kirin tevahiya bajêr rakir serhildanê. Li ser agahî bihîstina îşkence û êrîşan, hemû kolanên bajêr veguherin agirê Newrozê. Di êrîşa li ber avahiya DTP’ê de welatiyê bi navê Zekî Erînç jiyana xwe ji dest da û 130 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran Ramazan Dag jî hefteyek şûn ve li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
50 HEZAR KES BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZE BÛN 
 
Xwepêşandana Newrozê di 22 û 23’ê adarê de dewam kir. Di 24’ê adarê de 50 hezar kesî beşdarî merasîma cenazeyê Zekî Erînç bû. Piştî merasîmê bi deh hezaran ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Bi êrîşa polîsan re carek din bajêr veguherî qada xwepêşandanan. Tevahiya rojê pevçûnan dewam kir û bi dehan welatî birîndar bûn.
 
'ME ÇIKIR JÎ WALÎ DESTÛR NEDA’ 
 
Serokê DTP’a Wanê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê Newrozê kir. Dogar bibîr xist ku heta 2008’an destûr dan hemû pîrozbahiyên Newrozê û wê salê ji ber ku di 21’ê Adarê de dê bihata pîrozkirin walîtiyê destûr neda û li gel hemû hewldanên wan jî Newroz qedexe kirin. 
 
'BI DEH HEZARAN KES BER BI QADÊ VE DIMEŞIYA’ 
 
Dogar wiha behsa pîrozbahiyê wê Newrozê kir: “Çi dibû bila bibûya me ye wê rojê Newrozê pîroz bikira. Li gel Newroz qedexe kirin jî bi deh hezaran welatî ber bi avahiya partiya me ve dest meşe kir. Em bûn şahidê wê meşe. Beriya pîrozbahiyê bi deh hezaran welatî li hev kom bûn. Ji bo tu rageşî dernekeve û newroz bi aramî bê pîrozkirin, bi emniyet û walî re hevdîtin kir. Me got em ê li ber avahiya partiya xwe agir vêxin û newrozê pîroz bikin. Lê destûr nedan. Midûrê Polîsan ê wê demê got ‘Heke hûn agir vêxin, slogan û gotinek berz bikin, em ê mudaxeleyî we bikin.’ Dema van hevdîtinên me dewam dikirin, polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Mudaxeleyek giran kirin. Bi awayekî dij mirovane êrîş birin ser jina û girseyê. Bêmerhamet êrîşî jinan kirin. Bi deqîqeyan jin di bin îşkenceya polîsan de man. Bi kurtasî mirov dikare bêje îşkenceya komî li ser jinan û gel kirin.” 
 
‘LI SER HILBIJARTINÊ HESABI KIRIBÛN’ 
 
Dogar got ku ew bixwe jî ji ber xwepêşandanan  de di nav gelek kesan de hat binçavkirin û girtin û demek di girtîgehê de ma. Dogar anî ziman ku wê demê şaredariya AKP’ê têkçû bû, hemû bajêr xistibû nava çirava deynan û wiha got: “AKP’iyan digot ‘Heke em destûrê nedin Newrozê, dê gel bertek nîşan bide û dê camên hemû dikanan û şaredariyê bên şikandin. Em ê jî ji berteka vê xesarê hilbijartinê qezenc bikin.’ AKP’iyan hûnandinek wiha ji xwe re çêkiribûn û wiha nêzî Newrozê dibûn. Êrîşa û qedexekirina li dijî Newrozê li ser hesabên hilbijartinê hatibûn kirin. Lê me wê hesabê wan vala derxist. Gelê me wê hesaba wan wisa vala derxist, êdî gotinên bigotina nema. Jixwe di hilbijartina 2009’an de jî rastî têkçûna dîrokî hatin.” 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

19/03/2018
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand