KCD: Komkujiya Helepçe li Efrînê dubare dibe

img

AMED – KCD’ê qurbaniyên di komkujiya Efrînê de jiyana xwe dest dan bibîr anî û bibîr xist ku komkujiya Helepçe îro li Efrînê dubare dibe û heke pêşiya êrîşên li Efrînê neyên girtin dê li Efrînê komkujiyek ji ya Helebçe wêdetir pêk bê. 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî komkujiya Helebçe ya di 16’ê adara 1988’an de li ser fermana Serokê Dewleta Iraqê Saadam Huseyîn ve pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: 
 
“Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê. Di ser komkujiya Helepçê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helepçê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.
 
Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ligel ku di ser vê komkujiyê de sîh sal derbas bûne jî hêj ew texîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.
 
‘HER TIM KOMKUJÎ BÛ PARA KURDAN’ 
 
Komkujiya Helepçê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.
 
Di roja me de li Efrînê bi heman armancê li hemberî hebûn û nirxên gelê kurd êrîşên dagirkirin, tunekirin û qirkirinê dane destpêkirin. Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal pêk anîne. Hêzên emperyalist ên navneteweyî, duh li Helepçê îro jî li Efrînê bûne şirîk û hevkarê sûcê şer ên van komkujiyan. 
 
‘BILA EFRÎN NEBE HELEPÇEYEK NÛ’ 
 
Hemû mirovahî zanin û bûne şahidê rastiya ku gelê kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye. Îro berxwedana li Efrînê tê meşandin, nîşanî her kesî daye ku bawerî û girêdana azadiyê di asta herî bilind de dijî. 
 
Berxwedana Efrînê, di dinyayeke ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin de, li ser navê hemû mirovahiyê li hemberî çeteyên mîna DAIŞ’ê têdikoşe û li ber xwe dide. Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 30’emîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helepçê lanet dikin. Ji bo li Efrînê komkujiyeke  nû ya wekî Helepçê pêk neyê, di serî de bang li gelê xwe, hemû civakên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi gelê Efrînê re di nava tevkariyê debin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.
 
Divê civaka navneteweyî nehêle ku Efrîn bibe Helepçeya nû û destûrê nedin vê yekê.” 

Sernavên din

17/03/2018
09:26 WAHA: Jixwe Efrînî bajarê xwe neterikandin
09:25 Kesê ker û lal girtin
09:24 Wê li Edeneyê agirê Newrozê ji bo Efrînê bê vêxistin
09:23 Di ser kuştina taksîvan Ceyhan de 6 meh derbas bûn, tu geşedan rû nedane
09:22 Li Ceyhanê 24 roj in 6 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:21 Şer bandorê li firotina kincên gelêrî jî kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN
07:56 Reşo: Di bombekirina Nexweşxaneya Avrînê de 9 sivîl mirin
16/03/2018
19:29 UNICEF: Li Efrînê zarok tên kuştin, alîkariya lezgîn pêwîst e
19:21 Hevşaredara Şemrexê hat binçavkirin
17:36 Rojnamevan Goktaş hat girtin
16:48 Li Êlih û Sêrtê dê di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
16:36 Dadgehê 10 sal ceza li Aysel Tugluk birî
16:11 Li Farqînê 6 kes binçav kirin
15:46 'Komkujiya Helepçe îro li Efrînê diqewime’
14:59 Di cînayeta Elçî de tu pêşketin çênebûne!
14:48 Komkujiya Roboskê di Tribunala Navdewletî de ye: Wekî li fîlm temaşe bikin
14:47 Xebatên Newrozê yên Bursa berdewam dikin
14:46 Danişîna 11 akademîsyenan taloq bû
14:12 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
14:10 Gelê Mêrdînê vexwendin Newroza Nisêbînê
13:59 DBP: Zarokên wê rojê li Helepçeyê hatin qetilkirin, îro li berxwe didin
13:46 30 sal şûn ve: Ev der ne Helepçe ye, Efrîn e
13:32 Endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran hat binçavkirin
13:27 Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê: Bi vî halî hilbijartin nabe
13:25 Endamê Meclîsa HDP’ê Karabiyik hat girtin
12:29 Leşkeran maşîneya zirxî li welatiyek qeliband
12:29 Ji bo Newroza Wanê destûr hat dayîn
11:47 Pirtûka di girtîgehê de nivîsandî, nadinê
11:47 KCD: Komkujiya Helepçe li Efrînê dubare dibe
11:46 TSK'ê û OSO li Efrînê 20 sivîl kuştin
11:28 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Piştî 26 salan Efrîn
11:24 Endama Meclîsa HDP’ê Berktay: Li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:10 Amediyan bang li Erdoganê bê Amedê kir: Dawî li dagirkeriya Efrînê bînin
10:58 Ozsoy: Li Rojhilata Navîn bê statûyek kurd jênerevîn e
10:51 TEV-DEM: Efrîn tola Helebce û hemû gelên bûne qurbanê faşizman hiltîne
10:21 Dest nedan kujeran, yên tev li merasîmê bûn girtin
10:10 Berxwedana Serdemê
09:52 Li ser deriyên polên dibistanê ‘panoya şer’ çêkirin
09:37 Li Edeneyê operasyon: 47 binçav kirin
09:31 'Kiras û fîstan remza Newrozê ne’
09:30 ‘Dê Newroza îsal bibe azadiya gelan'
09:29 Kedkarên li Îzmîrê ji bo Newrozê amade ne
09:28 'Salên 1938’an dubare dibin, emê li Newrozê qadan tije bikin’
09:27 Jinên Sûra Amedê: Em ê li dijî zilma zaliman li qada Newrozê bin
09:26 'Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan’
09:26 Serokê DGDP’ê Abdûlhakîm Daş: Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe
09:25 Alper Taş: Ketina nav Efrînê wê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin
09:24 Zaroka 5 salî, polîsên ku çek lê kişandin ji bîr nake
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2018'AN
07:37 Helîkoptera leşkerên DYA li Iraqê ket
07:24 DYA: Îdîaya Çavuşoglu ya li ser Minbicê derewand
15/03/2018
17:35 Cenazeyê Umer Elûş gihişt Kobanê
17:23 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 739'emîn hat redkirin
16:51 Dozên Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:31 Qeyûm destûr neda pîrozbahiya Newroza Dêrikê
16:24 Buroya Mafê Mirovan: Aqûbeta 300 gundiyê Efrînê nayê zanîn
16:08 HDP: Hewldana me dê ji bo tekoşînek hevpar be
16:01 Oruk ê li Qereyaziyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
15:57 TSK'ê Efrîn dîsa bombe kir: 3 zarok û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
15:30 Şandeya Elman bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn guhdar kirin
15:12 Tirkiye li Tribunala Navneteweyî tê darizandin: Organîzeya sûc dewlet e
14:59 Dayîka Aştiyê Ormanli hat berdan
14:40 Aktîvîsta mafê jinan Yolsun sipartin axê: Dilê wê li Efrînê bû
14:28 Ala Sûriye daxistin ala Tirkiye bi avahiyên cindirêsê vekirin
14:05 Ahmet Şik tev li Nobeta Edaletê bû: Em teslîmî tariya we nabin
13:07 'Bi sedhezaran gel dê biherikin qadên Newrozê'
12:18 Edamê MSD'ê yê Raqqayê li mala xwe kuştî hat dîtin
12:17 Tirkiye piştgiriya çekên li dijî Efrînê ji Almanya distîne
11:56 TSK'ê Efrîn bombe kir: Sivîlek mir 5 sivîl birîndar bûn
11:48 Li Îzmîrê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:17 20 girtî ji Bandirmayê sewqî Manîsayê kirin
11:16 Kêliyên polîsên Kahil kuşt derketin holê
10:59 Ji 1997’an heta 2015’an peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê: Newroz dîroka azadiyê ye
10:58 Parlamenter Îrmez: Hikumet û polîtîka guherîn, lê berxwedan neguherî
10:19 Sadabat Pakti hêj di dewrê deye: Duh Helepçe îro jî Efrîn
10:05 Dîroknas Aydin bersiv da Bahçelî: Axa Efrînê ya kurdan e
09:41 ‘Turîst nayên welatekî ne ewle û aram’
09:41 Bi sedan wehatiyên Lavrîone êşên TSK'ê şermezar kirin
09:30 Pirtûka ewil a helbestkar Lîva derket
09:30 ‘Dayikên Efrînî hêzê didin me’
09:29 Hunermendan ji bo Newrozê bang li hemû gelan kir
09:28 Polîsan tacizê fihêl kir: Eger naxwazî malbata te li ber bikeve gilî neke
09:27 Hîn jî wênekêşa Volkan bi dîwar ve daliqandiye
09:26 Îthalkirina goşt ne çare ye
09:25 Şahidê Newroza 92’an rojnameger Balikçi: Zextên li ser Newrozê neguherîn
09:24 Bi agirê bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN
08:00 Balafirên şer ên TSK'ê Efrîn bombe kir: 7 sivîl hatin kuştin
14/03/2018
18:02 Ocalan: Li dijî dagirkeriya Efrînê bimeşin Newrozê
17:37 Bangî welatên îslamê kirin: Li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin
17:05 Ji gundan heta bajaran xebatên Newrozê
16:07 DAYAD'î li dijî yek tîpê meşiyan: 6 kes hatin binçavkirin
15:35 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê
15:01 HDP’ê NY ji bo Efrînê hişyar kir: Nehêlin duyemîn Srebrenitsa pêk bê
14:37 Polîsan li Enqereyê mudaxeleyî pîrozbahiya Cejna Tibê kirin
14:07 Jinan ji bo Hêlîn Palandoken edalet xwestin
13:52 Kordînasyona Newroza Stenbolê karkerên înşatan vexwendin Newrozê
13:43 Li Geverê leşkerek bi guman mir
13:37 Akdag ê di teqînê de birîndar bû, hêj di beşa lezgîn deye