HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin

img
MÊRSÎN - Endamên HDP'î yên Meclisa Şaredariya Akdenîzê ya AKP'î ku beriya civîna li ser deynan hatibûn binçavkirin û piştî qebûlkirina pêşniyaznameyê hatibûn berdan diyar kirin ku ew "dîl" hatine girtin û gotin, ew ê kesên ku îmze danîne bin biryara navborî gilî bikin. 
 
Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ya AKP'î di 29'ê Tîrmehê de bi pêşnûmeyên "Ji bo karbidestiya 50 milyon TL deyn bikeve destê şaredar", "Ji bo karbidestiya firotin û kirêkirina malên şaredariyê" û "Ji bo Parka Yilmaz Guney bibe wargeha xwendekaran" bi awayekî awarte civiya. Beriya civîna navborî bi rojekê, di 28’ê Tîrmehê de endamên Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Kûş, Nûran Arslan, Mehmet Bîtkîn, Alî Tanriverdî û Nevzat Baran hatin binçavkirin. Piştî endamên HDP'î beriya civînê bi rojekê hatin binçavkirin, piraniya Meclîsê di dest AKP'ê de ma. Ji ber binçavkirina endamên HDP'î endamên HDP'ê yê mayî û endamên CHP û EMEP'ê jî tev li civînê nebûn. Tenê endamên AKP'î tev li civînê bûn û di civînê de her sê pêşnûme jî hatin qebûlkirin. Piştî qebûlkirina pêşnûmeyan her 5 endamên HDP'î jî hatin berdan. Ji 16 kesên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" hatin girtin.
 
XALÊN KU HDP'Ê EW RED KIRIBÛN HATIN QEBÛLKIRIN
 
Bedrîye Kûş ku piştî binçavkirinê hat berdan û di heman demê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê ye, diyar kir ku her 3 xalên navborî berê hatibûn rojevê lê wan ew red kiribûn. Kûş anî ziman ku piştî vê rojeva meclîsê heta meha Tebaxê hatiye taloqkirin, lê beriya wê ew hatine binçavkirin û operasyona li dijî wan wekî "komployeke plankirî" bi nav kir. Kûş bilêv kir ku ev rewş nehiqûqî ye û got, şaredarî 3 sal û nîv e xizmetê ji gel re nake û beriya hilbijartinê bi salekê armanca israra wan a ji bo karbidestiya deyn ne ji bo xizmeta gel e. 
 
'OPERASYONA DÎLGIRTINÊ'
 
Kuş wiha got: "Ger budçeya şaredariyê ji bo reklamên xwe xerc nekiribûna û bi pere ji bo xizmeta gel xerc bikirana dê pêdivî bi vî deynî nemana. Meclîs roja ewil kom nebû. Biryara endamên meclîsê bû. Di roja duyemîn de bi endamên şaredariyê yên heyî re hat girtin. Ev ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye, em ê dest jê bernedin. Tu hêleke hiqûqî ya tiştên anîn serê me tune ye. Dîlgirtin bû. Tiştên em pê sûcdar kirin îdianî ku em wan qebûl nakin."
 
'PROVAKASYON
 
Kûş destnîşan kir ku Şaredar Mûstafa Gultak di civînên meclîsî de her tim hewl dide wan provoke bike û got, mijarên tu eleqeya wan bi rojeva meclîsê tune ne dibin rojev. Kuş got: "Hewl didin endamên meclîsê proveke bikin. Di rojeva dawî ya meclîsê de jî rayeya 'Şaredariya Xwişk û Bira' a bi Şaredariya Amedê û Şaredariya Dîlokê hat xwestin. Ji ber ku me Şaredariya Dîlokê bi vîna gel hatiye bijartin me ew qebûl kir. Lê Şaredariya Amedê ji ber ku bi qeyûm hatiye xespkirin me ew red kir. Ji ber vê Gultak ji hilbijêrên HDP'ê û wekîlên wan re got 'hûn terorîst in'." 
 
'EM Ê GILÎ BIKIN'
 
Kûş anî ziman ku li hemberî firotina milkên şaredariyê helwesteke zelal nîşan dane û got, li Meclîsê timî gef li wan tê xwarin û ji ber vê dê giliyê kesên wisa dikin bikin. Kûş got: “Li Şaredariya Akdenîzê rejîma yekzilamî didome. Ev rejîm dozger û dadgeran jî di xwe de navendî dike. Binçavkirina me ji bo ku di rojeva parlementoyê de piraniyek pêk neyê û ew rojev bi piraniya dengan bên qebûlkirin bû. Her çi qas ev rojev bi piraniya parlementoyê hatibe derbaskirin jî tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Em ê di çarçoveya qanûnî de gilî bikin. Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin." 
 
Endamê Meclîsê yê HDP'î Alî Tanriverdî jî diyar kir ku Gultak biryarên keyfî girtine û ev biryar bi awayekî derqanûnî di meclîsê re derbas kirine û got, ew her tim bi erênî nêzî projeyên ku bi kêrî gel tên dibin, lê li dijî karbidestiya 50 mîlyon TL deyn in. Tanriverdî wiha domand: "Gotin em ê xizmetê ji taxan re bikin, lê 4 sal in xizmet nayê kirin. Çi qas qadên rantê hebin Gultak hewl dide hemûyan bîne cem hev û wan di civîna awarte de bide qebûlkirin. Ev dijî mewzûatê ye, tu hikmeke qanûnî ay van biryaran tune ye. Çima 5 kes hatin binçavkirin; ê wan 16 endamên wan hene, em û mûxalefet û yên serbixwe em 21 kes in. Gava 5 kes bên binçavkirin hejmar dibin wekhev. Lê vê carê dengê şaredar wekî du dengan tê qebûlkirin. Operasyonek pir bihesab hat kirin. Ev rêbaz bi binçavkirina 5 kesan hat sepandin. Her kes bi armanca rasteqîn a binçavkirinê dizane. Derve û hundir ferq nake, têkoşîna me wê bi biryardarî bidome. Em ê heta dawiyê betaliya biryarên hatine girtin eşkere bikin."
 
'ŞAREDAR XWEST, DOZGER BINÇAV KIR'
 
Hevserokê HDP'ê yêMêrsînê Hoşyar Sariyildiz ku di heman demê de parêzerê dosyayê ye jî diyar kir ku endamên meclîsê ji ber li dijî biryarên di civînên meclîsê de derketine hatine binçavkirin. Sariyildiz da zanîn ku lêpirsîn ne hiqûqî siyasî ye û got, berî naveroka dosyeyê bê eşkerekirin polîsan ew daye çapemeniyê. Sariyildiz got: "Em hîn bûn ku di operasyona danê sibê de 21 kes hatine binçavkirin. Me fêhm kir ku ji 21 kesên di dosyayê de hatin binçavkirin tu eleqeya wan bi hev re nîn e. Ev yek lêpirsîneke berhevkirî ye. Kesên hatine binçavkirin ji keêsn berê ji Sûriyeyê, ji Kobanê hatine pêk tên. Tê de dayikên bi zarok, dayikeke pitika xwe ya 2-3 mehî şîr dide, parvekirinên tîktok û facebookê tê de hene. Ev jî nîşan dide ku ev dosyeyeke kokteyl e. Şaredar xwest, dozger ew binçav kirin. Piştî di meclîsa şaredariyêd e şaredar biryara xwe da qebûlkirin ên di binçavan de jî hatin berdan." 
 
‘MÎNAKA TAHIR ELÇÎ'
 
Sariyildiz detsnîşan kir ku qanûn bûye amûra desthilatê û dadgehên serbixwe wekî polîsên desthilatê hereket dikin. Sariyildiz got: "Li meclîsê pirsa 'PKK rêxistinaeketerorê ye?' tê nîqaşkirin. Ev yek nîşan dide ku endamên AKP'î wan wekî hedef nîşan didin." Sariyildiz bilêv kir ku pirsên tu eleqeya wan bi rojeva meclîsê re tune ne mînaka bêhiqûqîtiyê ne û got: “Berê jî mînaka Tahîr Elçî hebû. Ji ber ku ji bo pirseke bi heman rengî ya rojnamevanekî got 'na' bû hedef. Derbarê wî de doz hatine vekirin. Li Amed bi êrişeke kriyar diyar hat qetilkirin. Em armanca van hedefan dizanin. Ji bo betalkirina vê pêkanîna sûcê antîdemokratîk, em ê dozê vekin. Em ê giliyê hemû kesên ku îmzeya wan di dosyeya hevalên hatin binçavkirin de hene bikin." 
 
MA / Mûkadder Akyol

Sernavên din

05/08/2022
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’