Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin

  • rojane
  • 19:27 31 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li hemberî êrişên li dijî saziyên elewiyan û cemxaneyan yên li Enqereyê didomin. Di daxuyaniyên hevpar ên li gelek bajaran de bang li desthilatê hat kirin: “Tavilê paşperdeya êrişan, rêxistinkerên wan û teşwîqkarê wan eşkere bikin. Yan na hûn ê nikaribin ji şik û gumanan xelas bibin."

 
Di roja ewil a Rojiya Muharremê de li Enqereyê duh bi awayekî hevwext êrişî Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şah-î Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Tirkmenan hatibû kirin. Li gelek bajaran bertek nîşanî van êrişan hatin dayîn.
 
ÎZMÎR
 
Rêxistinên elewiyan ên li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Em ê teslîmî tarîtiyê nebin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Rizgarî bi tenê nabe, an bi hev re an na" hatin berzkirin.
 
Rêvebira Navenda Giştî ya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Gulbahar Kaplan daxuyanî xwend. Kaplan got: “Bila baş bizanibin ku hûn ê nikaribin me ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dûr bixin. Ji ber ku em serî li ber zext, zordarî û her cure polîtîkayên tahdeyê danaynin. Em li dijî şerxwazî ​​û her cure zimanê şer di nava refên aştî û biratiyê de ne. Em elewî di dîrokê de li dijî her cure planên provokatoran û tevî hemû êrîşan jî heman çavî li 72 neteweyan dinêrin. Em li dijî polîtîkayên alozî û tahdekar in û em ê her tim li dijîw an bin." 
 
Kaplan diyar kir ku wan bi awayekî vekirî hikûmet hişyar kiriye û wiha bang kir: “Em careke din hikûmetê hişyar dikin; nêzîkatiyên we yên ku cemxaneyan nas nakin û statûyeke makeqanûnî nade wan, elewiyan bi her cure polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmirovî re rû bi rû dihêle û wan biçûk dixe, zemîna van êrişan amade dikin. Tavilê paşperdeya êrişan, rêxistinkerên wan û teşwîqkarê wan eşkere bikin. Yan na hûn ê nikaribin ji şik û gumanan xelas bibin." 
 
EDENE
 
Platforma Elewiyan a Edeneyê jî li Parka Heykellî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan da. Li ser navê platformê Sevîm Alkan daxuyanî xwend. Alkan diyar kir ku beriya hilbijartina giştî ya 2023'an desthilat zemînê ji bo hêzên ku dixwazin xwe bispêrin alozî û pevçûnan amade dike. Alkan anî ziman ku erka her kesî û bi taybet hêzên demokrasiyê ye ku nehêlin ev êriş bigihin encameke mezintir û bang li gel kir ku saziyên xwe û cemxaneyan biparêzin û li hemberî provokasyonan hişyar bin.
 
Weqfa Çanda Anadolûyê ya Hacî Bektaş Velî li Cemxaneya Ceyhanê daxuyanî da. Serokê weqfê Bahadir Odabaşi di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di Muharremê de provakotor cardin li ser kar in û destnîşan kir ku ew ê serî li ber zext, tundî û zordariyê netewînin.
 
AMED
 
Komeleya Cemxane û Çandê ya Pir Sultan Abdal a Şaxa Amedê,  bertek nîşanî êrişên ku li Enqerê dijî Cemxaneya Ana Fatma, Şah-i Merdan, Komeleya Gundê  Gokçebel û Weqfa Elewî û Bektaşî ya Tirkmenan dan û tekildarî mijarê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê, Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
Serokê komeleyê Aydin Atli daxuyanî xwend. Atli bi lêv kir ku armanca êrişan tevlîhevî û şer e. Atli balkişand ser gotinên rayedarên dewletê û wiha bertek nîşan da: "Bi şermezarkirinê çareser nabe. Ji bo her aliyên vê êrişê derkeve holê têkoşina me wê bidome."
 
Meral Daniş Beştaş jî derheqê mijarê de destnîşan kir ku bi binçavkirina kesekî ser vê bûyerê nayê girtin û ew jî vê yekê qebûl nakin. Beştaş axaftina xwe wiha domand: “Tenê provakatorekî ew êriş nekiriye. Desthilatdariya ku cemxaneyan wekî îbadetxane nabîne jî berpirsyar e. Mafê her kesî wekhev e. Em HDP hevjiyaniyê diparêzin û partiya hemû netew û baweriyan in û ji bo vê yeke jî têdikoşin.”
 
DERSIM
 
Li Dêrsimê bi pêşengiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) li Kolana Hunerê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ku bi sedan kes tev lê bûn, pankarta li ser "Dest nede cemxaneya me" nivîsandî hilgirtin. Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû daxuyanî da.
 
Cemxaneya Xozatê jî têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê were zanîn ku hûn bi kuştina canên me an jî bi êrişa li ser pîroziyên me hûn nikarin me biqedînin û hûn ê nikaribin jî. Ji ber ku me ji Kerbelayê heta niha li hemberî neheqiyê ne serî netewandiye ne jî bêdeng mane. Êrişa li ser cemxaneyên me li ser navê demokrasî û rêveberiya welêt rezîlî ye."
 
ENQERE
 
Li Enqereyê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADF), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAKV), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleyên Çandê yên Eleqiyan(AKD), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li Qada Tûzlûçayirê hatin cem hev. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari, Murat Çepnî, Parlamenterên CHP'ê Levent Gok û Alî Haydar Hakverdî, gelek nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî daxuyaniya bûn. 
 
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "AKP wê hesab bide gelan" hatin berzkirin û pankartên li ser "Em ê li hemberî gefên asîmîlasyon û qetlîamê serî netewînin" û "Em ê nebin elewiyên dewletê" hatin hilgirtin. Li ser navê beşdaran Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan daxuyanî xwend.
 
SEMSÛR
 
Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Şaxa Semsûrê li Qada Demokrasiyê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes, rêveber û endamên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Şaxa Semsûrê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Semsûrê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Semsûrê Zulfîkar Yilmaz daxuyanî daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

05/08/2022
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’