Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin

  • rojane
  • 10:44 31 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 102 parlementerên Fransî diyar kirin ku şerxwaziya Erdogan gefê li aramiya Rojhilata Navîn û ewlehiya Ewropayê dixwe û xwestin qada hewayî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê girtin.

Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deklarasyonek amade kirin. Senator û parlementerên Fransî diyar kirin ku piştî şerê Rûsya li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, Serokkomarê Tirk Erdogan,  ji rojeva dagirtî ya cîhanê û bêdengiya çapemeniya navneteweyî sûdê werdigire û plan dike êrişî kurdên li li rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bike.
 
Parlamenterên Fransî ragihandin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, tevî şert û mercên xerab ên şer, gelên kurd, ereb, asûrî-kildanî, ermenî û hemû gelên din bi hev re dijîn û gotin: “Ew hewl didin sîstemeke demokratîk, femînîst û ekolojîk birêxistin bikin. Ew ji bo avakirina aştiyê bi gelan re bi diyalogeke mayînde têdikoşin.”
 
'DIVÊ WELATÊN ROJAVA LI BER SÛCÊN ŞER BÊDENG NEBIN'
 
Parlamenterên Fransî êrişên Tirkiyeyê yên sala 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xistin û gotin, “Divê welatên rojava êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa Tirk negirin.”
 
Parlamenteran bi bîr xistin ku têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî DAIŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayek erênî hat nirxandin û ev bang li dewletên rojavayî bi taybet rêveberiya Parîsê kirin:
 
“Ev rewş me hemûyan eleqedar dike, ne hinekan û divê em nehêlin artêşa Erdogan careke din êrîşî hevalbendên me yên Kurd bike. Em ji bîr nekin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên cîhadîst hatin destgîrkirin. Ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya Erdogan a li dijî Bakurê Sûriyeyê erêkirin, tê wateya bêîstiqrariya herêmê û xeteriyeke cidî li ser ewlehiya Ewropayê dê çêke.”
 
'DIVÊ STATUYA RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN’
 
Di deklerasyonê de her wiha hat diyar kirin ku pêwîstî bi misogerkirina ewlehiya saziyên kurd û aktivîstên kurd ên li Ewropayê dijîn bê kirin û wiha dewam kir: “Em weke parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên cuda yên li Fransayê, polîtîkaya şer a Erdogan şermezar dikin û bang li serok û rayedarên Ewropayê dikin ku xwedî helwest bin.”
 
Ji bo qada hewayî ya bakurê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin û kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekitiya Ewropayê û Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya li herêmê, xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de bê naskirin.

Sernavên din

05/08/2022
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’