Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest

img

AMED – Ji salên 90’î heta salên 2000’an Newroz bi berxwedan û komkujiyan derbas bû. Di salên 2000’an de Newroz girseyî bû û gihîşt milyonan kes. Di pîrozbahiyên Newrozên ji 2000’an şûn ve peyamên polîtîk hatin dayîn û veguherî şahiyên bi beşdariya milyonan. Di van salan de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li Newrozên van salan da. 

Li bajarên Bakurê Kurdistanê di salên 1990’an de li gel hemû zext, êrîş û komkujiyan cejna Newrozê bê navber hat pîrozkirin. Bi destpêka salên 2000’an re pîrozbahiyên Newrozê gihîşt qonaxek din û ji aliyê sed hezaran ve bi girseyî hat pîrozkirin. Girseyên Newrozê ji sed hezaran gihîşt milyonan. Di serî de li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Stenbolê li gelek bajaran bi Newrozê re bûn yek. Girseyên gihît milyonan gelên heremê daxwaza aştî û banga berxwedanê derket pêş. Ji ber herîkina girseyan dewlet neçar ma tavîz bide qedexeyan û destûrên fermî da. Ji 2000’an ve li dehan navendan Newroz veguherî pîrozbahiyên şahiyê û ji bo gelê kurd jî ev bû mîladek. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku peyaman şand û hat xwendin mohra xwe li Newrozên 2000’an dan. 
 
NEWROZA 2000'AN: BI SED HEZARAN GIHÎŞTIN HEV 
 
Bi îlankirina agirbestê ya PKK’ê re qedexe nerm bûn û destûr ji bo Newrozê derket. Li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg û Sêrtê bi sed hezaran kes herikîn qadên Newrozê û beşdarî pîrozbahiyan bûn. Newroza li Amedê bi pêşengiya HADEP’ê li ser riya Erxenî li qada fuarê hat lidarxistin. Ji sed hezarî bêtir welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li Rihayê bi hinceta Newroz qedexeye polîsan mudaxele kir û 20 kesan binçav kir. 
 
NEWROZA 2001'AN: NE ÎNKAR Û NE VEQETANDIN KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Di sala 2001’ê de bi şîara “Ne înkar ne veqetandin, komara demokratîk” ji milyonekê bêtir mirov li bajarên wek Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Colemêrg, Mêrsîn, Ceyhan, Elbîstan, Îskenderûn, Hatay, Osmaniye, Edene, Stenbol, Dîlok û gelek deverên din daxwaza aştiyê anî ziman. Newroz bi hemû coş û rengîniya xwe hat pîrozkirin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da. Di pîrozbahiyan de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derketin pêş û mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê di 22’ê adarê de bi manşeta “Erd û asîman heybet” Newrozê gihand xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2002'AN: MILYONAN DAXWAZA AZADIYÊ DUBARE KIR 
 
Li gel Newroz ne qedexe bû jî di nav pêvajoyek hişk de derbas bû. Newroza 2002’an milyonan anî ba hev. Di vê serdemê de pêvajoya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (YE), dagirkirina Iraqê û girtina HADEP û binçavkirina rêveberên wê di rojevê de bû. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Şirnex û gelek navendên din bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bû. Li Amedê, pîrozbahiya Newrozê di bin dorpêça polîsan de ku ji bajarên derdorê jî anîbûn derbas bû. Li qadê bi sed hezaran aştîxwaz gihîştin hev û daxwaza azadiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û banga aştiyê kirin. 
 
NEWROZ 2003'AN: JI ŞER RE NA
 
Di sala 2003’an de rojnameya Yenîden Ozgur Gundem bi manşeta “Li dijî Dehaq agirê Newrozê” pîrozbahiya Newrozê ji xwînerên xwe re serwîs kir. Li dehan navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da û bê bûyer bi dawî bûn. Di pîrozbahiya Newroza Amedê bi sed hezaran mirov bal kişand ser dagirkirina Iraqê û pirsgirêka kurd û bi dirûşmeya “Ji şer re na” bersiv da rayedaran. Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermend beşdarî Newroza Amedê bûn. 
 
Di Newroza bi heybet a Amedê de hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Koma Agirê Jiyan û Teoman derketin ser dikê û konser dan. 
 
NEWROZA 2004'AN: RENGÊ HILBIJARTINÊ MOHRA XWE LI QADÊN NEWROZÊ DA 
 
Di arîfeya hilbijartina herêmî ya di 28’ê adara 2004’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li bajarên kurdan rengê hilbijartinê jî dan diyarkirin. Li dehan navendan pîrozbahiyên pêk hatin qadên Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Cara ewil li Şirnex û navçeyên wê destûra pîrozkirina Newrozê hat dayîn. Şirnex û navçeyên xwe di sala 1990’î de jig elek bûyer û komkujiyan re şahidiyê kiribû. Li Amedê milyonek kes, li Êlihê 150 hezar, li Stenbolê 100 hezar, li Riha 50 hezaran beşdarî pîrozbahiyan bûn û daxwaza aştiyê derket pêş. 
 
NEWROZA 2005'AN: ALTERNATÎFA NETEW-DEWLETÊ KONFEDERALÎZMA DEMORKATÎK 
 
Di Newroza 2005’an de alternatîfa li dijî netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat îlankirin. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê li gelek navendan bi milyonan mirov li qadên pîrozbahiyan cihê xwe girtin. Di pîrozbahiya Newroza li Mêrsînê provokasyona ala tirk a ji aliyê kontrayan ve pêk hat demek dirêj di rojeva welat de cihê xwe girt. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 20’ê adarê de bi manşeta “Ocalan di Newrozê de projeya demokratîk aşkere dike, Konfederalîzm îro tê îlankirin” derket û di 21’ê adarê de jî bi manşeta “Ev Newroz cuda ye” cihek berfireh da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2006'AN: OCALAN VÎNA ME YA SIYASÎ YE
 
Pîrozbahiyên Newrozê li gel ku li gelek bajaran hat qedexekirin jî, bi milyonan kes carek din hatin cem hev. Jin bi cilên xwe netewî û rengîn beşdarî pîrozbahiyan bûn û bi milyonan kes bi yek dengî got: “Ocalan vîna me siyasî ye.” Di Newroza vîna siyasî ya Ocalan derket pêş, li gelek bajaran jî polîsan mudaxeleyî pîrozbahiyan kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 21’ê Adarê de bi manşeta “Gotin dora Amedê ye” derket û rojek şûn ve jî bi manşeta “Peyama gel a Newrozê” gihîşt destê xwînerê xwe. 
 
 
NEWROZA 2007'AN: TENDURISTIYA OCALAN TENDURISTIYA ME YE 
 
Bi milyonan gel li qadên Newrozê bal kişand ser tecrîd û tenduristî û jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” derket pêş û gel û Ocalan bû yek. Rojnameya Guncel bi manşeta “Newroz pîroz be” rengê Newrozê ragihand. Newroza lig elek bajaran hat pîrozkirin li gorî salên din bi aramî derbas bû. 
 
NEWROAZ 2008'AN: ÊDÎ BES E
 
Li qadên Newrozê bi milyonan kes bi dirûşmeya “Êdî bes e” ji polîtîkayên înkar û îmhayê re got na û xwest Girtîgeha Îmrali bê girtin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan. Gel banga muhatabiya ji çareserkirina pirsgirêka kurd re kir. Newroz li gelek bajaran hat qedexekirin, lê bi deh hezaran kes li dijî qedexeyan derket qadan û di nav berxwedanê de Newroza xwe pîrozkirin. Polîs û leşkeran di serî de êrîşî pîrozbahiya Newroza Wanê, Colemêrgê, Geverê û gelek deverên din kir. Lê gel gav paş de neavêt û tevahiya rojê li ber xwe da. Di êrîşên li Wanê de welatiyên bi navê Ramazan Dal û Zekî Erînç, li Geverê jî Îkbal Yaşar a 20 jiyana xwe ji dest dan. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê di çapemeniya kurd de rojnameya Haftaya Bakiş Gazetesi bi manşeta “Newroza xweseriya demokratîk” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2009'AN: JI OCALAN NIRXANDINA NEWROZÊ 
 
Beriya hilbijartina herêmî ya 2009’an pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê bi rojan beriya hilbijartinê rengê serkeftina hilbijartinê ya li bajarên kurdan diyar kiribû. Di Newroza Amedê de nirxandina Newrozê ya salên 90’î ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sînevziyonên mezin hat guhdarkirin û temaşekirin. Li qada Newroza Amedê ji milyonekê bêtir mirov kom bûn û li vê sînevziyonê temaşe kirin. Peyam û temaşekirin di raya giştî de dengek mezin veda. PKK’ê berê daxuyaniya “Em ê Newrozê bê pirsgirêk pîroz bikin” xwe li qada da hîskirin. Li dehan navendan bêyî pirsgirêkek derkeve holê pîrozbahî pêk hatin. 
 
Rojnameya Gunluk a wê demê bi manşeta “Milyonan kes hilbijartina xwe kir” cih da pîrozbahiyên Newrozê. 
 
NEWROZ 2010'AN: LI 104 NAVENDAN 4 MILYON KES DERKET QADAN 
 
Newroza 2010’an bi şîara “Rêberiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk” li 108 navendan hat pîrozkirin. Li qadên Newrozê ji 4 milyonî zêdetir kes gihîştin hev û muxatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Newroza herî mezin a dîrokê li Amedê hat pîrozkirin. Wek sala berê nirxandina Ocalan a Newrozê hat pêşandan. Piştî pêşandanê ji milyonekî bêtir kes bi deqîqeyan li çepikan dan û tîlîliyan kirin. 
 
Rojnameya Gunluk bi nûçe û manşeta “Erd û asîman bû Newroz” û “Bi milyonan kes got erê” gihîşt ber destên xwînerê xwe. 
 
NEWROZA 2011'AN: AN AZADÎ AN AZADÎ
 
Newroza 2011’an bi şîara “Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî” li 130 navendan hat pîrozkirin. 
 
Agirbesta ji aliyê KCK’ê ve hat îlankirin bê bersiv hat hiştin. Pişt re Ocalan bi riya parêzerên xwe daxuyaniya “Em ê heta Newrozê çavrê bikin” girse û beşdariya Newrozê xurtir û zêdetir kir. Di pîrozbahiyan de bi milyonan kes Ocalan wek çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da û wek modela çareseriyê jî modela “Xweseriya Demokartîk” a Ocalan pêşkêş kirin. 
 
Rojnameya Gunluk jî bi manşetên “Newroz bû jiyan”, “Agirê azadiyê li her deriye” û “Zarokên Kawa azadiyê înşa dikin” cih da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2012'AN: GEL QEDEXEYAN NAS NEKIR 
 
Li ser fermana Wezarîê Karê Derve yê wê demê Îdrîs Naîm Şahîn ê ji FETO biryara girtina wî heye, Newroza 2012’an di serî de li Amed, Êlih, Cizîr, Stenbol û gelek bajaran qedexe kir. Li gel hemû qedexe û astengiyan li Amedê ji milyonekê bêtir mirov ji çar milan ve barîkatên polîsan şikandin û ber bi Parka Newrozê ve dest bi meşê kirin. Li gel ku li gelek deveran polîsan êrîşî girseyê kir jî girse hemû xwe gihand qada Newrozê. 
 
Pîrozbahiya Newroza li Stenbolê jî dê li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê bihata li darxistin. Lê ev der jî li gel hat qedexekirin. Li gelek navçe û semtên Stenbolê di navbera polîs û girseyan de pevçûn qewimîn. Di pevçûna li nêzî qada Newrozê de rêveberê DBP’a Arnavutkoy Haci Zengîn ji ber bombeya gazê li serê wî ket jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Êlihê jî dê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bihata lidarixstin. Lê hemû riyên diçûn qadê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Di saetên serê sibê de gel ji sê milan ve berê xwe da qada Newrozê. Li bendê bû Newrozek bi heybet bihata lidarxistin, lê polîsan bi her aliyî ve êrîşî girseyê kir û heta êvarê pevçûnan dewam kir. Her der bû qada şer. Otobusa ku wekîlên DBP’ê û Hevserokê KCD’ê yê wê demê Ahmet Turk têde bûn, rastî êrîşa polîsan hat û bombeyên gazê avêtin hundirê otobusê. Li vir polîsek êrîşÎ Ahmet Turk kir û Turk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
NEWROZA 2013’AN: JI OCALAN MANÎFESTOYA DÎROKΠ
 
Newroza 2013’an di ‘pêvajoya çareseriya demokratîk’ de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû’ hat pîrozkirin. Girîngtirîn bûyera Newrozê jî manîfestoya Ocalan bû. Di 3’yê çileyê de Ahmet Turk û Ayla Akat, di 23’yê sibatê de jî Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de jî Ocalan ji bo Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê nameyên cuda şandin. 
Piştî ku bersivên nameyan hatin dayîn jî Ocalan got, ‘Ez dixwazim di Newrozê de vê peyamê ez ragihînim.’ Bi vê yekê re jî balkişand ser Newroza 2013’an. Piştî van gotinên Ocalan jî gelê kurd bi coşeke mezin Newroza 2013’an pîroz kir û weke ‘Newrozeke dîrokî’ pênase kir. Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî li Amedê bû. 
 
Li Amedê biqasî 2 milyon kes tev li Newrozê bû û gelê Amedê şahidiya mezintirîn çalakiya girseyî ya di dîroka xwe de kir. Di heman demê de milyonan kesan jî li ber ekranên televîzyonan peyama Ocalan a dîrokî guhdarî kir û bi vê yekê re jî pêvajoyeke nû ya têkoşînê hate ragihandin. 
 
Her çiqas pêvajoya çareseriyê ku demek piştre ji hêla AKP’ê ve hate xerakirin jî, di herkesî de ji bo aşitiyê hêviyeke mezin çêkir. 
 
Çapemeniya hawîz a ku di 21 Adarê de bi sernavên ‘Îro dîrok tê nivîsandin’ girîngiya rojê vedigot, di 22’yê adarê de jî bi manşetên ‘Pêncşema bi xêr’, ‘Çek êdî bêdeng dibin’ û ‘Çek êdî bêdeng bûn, dora aşitiyê ye’ derketin pêşberî xwendekarên xwe. 
 
NEWROZA 2014’AN: OCALAN CAREKE DIN MAFDAR DERKET 
 
Newroza 2014’an jî ku fînala wê li Amedê bû, bi dehan navendan bi tevlêbûna milyonan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li gelek deverên cîhanê bi sedan kes ji bo şahîdiya li Newroza Amedê, hatin Amedê. Bi rojan beriya Newrozê, hemû balafirgeh tejî bûn û di roja Newrozê de jî zêdetirî 3 milyon kes li qadê kom bûn. Di qada Newrozê de cara yekemîn peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen hat weşandin û bi milyonan kesî temaşe kir. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi zimanê kurdî ji hêla serokwekîla BDP’ê ya demê Pervîn Buldan û ya bi zimanê tirkî jî ji hêla parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Peyama Ocalan li qadê bi baldarî hat guhdarkirin. 
 
Ocalan di nameya xwe ya dîrokî de Newroza gelan pîroz dikir û ev hişyarî dikir: “Di dîrokê de hatiye dîtin ku ger ji bo rêvebirina vîneke xurt nebe, pirsgirêkên dîrokî li gorî xwe teşe digirin û bi gelemperî jî bersivên bi xwîn bi xwe re di afirînin. Di pêşiya me de girîngtirîn mijar bersivandina pirsa ‘Gelo em ê bi darbeyên dubare yan dê bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe berdewam bikin?’ e.”
 
Piştî xerakirina ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ji hêla AKP’ê ve ku pêvajoya aşitiyê jî bi dawî kir, hemû hişyariyên Ocalan ên ku di Newrozê de kirin, yek bi yek pêk hatin. 
 
Newroza Amedê ya dîrokî ku ji hêla bi dehan tv’yên dewleta tirk ve bi zindî dihate dayîn, di serî de çapemeniya hawîz, di gelek rojnameyên dewletê de manşetên weke ‘Ocalan: Aşitî dê bidome’, ‘Newroza berdewamkirina çareseriyê’, ‘Di Newrozê de nameya Ocalan hat xwendin: Dema em silha xwe dikin jî na tirsîn’, ‘Peyama bibiryariyê’, ‘Newroza aşitiyê’, ‘Êdî bila pêvajoya muzakereyan dest pê bike’ û ‘Bihara çareseriyê’ hatibûn avetin. 
 
NEWROZA 2015’AN: ROJA DERBASBÛNA DEMOKRASIYÊ YE
 
Di pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku zêdetirî li sed navendan agirê Newrozê pê ket, navnîşana dawî dîsa Amed bû. Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye mora xwe li pîrozbahiyan xist. Di pîrorozbahiya li Parka Newrozê ya Amedê de zêdetirî 2 milyon mirov ku sefîrên DYA, Îngilistan, Fransa Avustralya jî di nav de yên 25 welatan amade bûn. Li gel vê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat, parlamenter  jî din av de 437 mêvan amade bûn. Her wiha hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî di nava mêvanan de bû. Di pîrozbahiyê de peyama serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî hate xwendin.
 
Li gel baranê jî zêdetirî 2 milyon mirov heta nameya Ocalan nehat xwendin, ji qadê veneqetiyan.
 
Di nameya Ocalan ku bi kurdî û tirkî hat xwendin de KCK vedixwend lidarxistina kongreyê û ev peyam dida: “Êdî roj ew roje ku em dawiyê li vê dîroka bi êş û wêranker bînin û li gorî rabûrduya xwe derbasî aştî, biratî û demokrasiyê bibin. Li gorî hewcehiya zanyar û baweriya xwe; mecbûriyeta me ew e ku li şûna netewe dewleta şerok, têkbirî, hilweşêr a ku nijatperestiyê diafirîne, bi siyaseta demokratîk vê derbas bikin û bi nasnameyên demokratîk em dikarin biçin hevpariyekê. Ji bo vê yekê jî ez bang dikim ku di nav netewe dewletan de bi rêbazê hevpariya demokratîk bi pêşxistina siyaseta demokratîk û dîsa di navbera netewe dewletan de mala demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”
 
NEWROZA 2016’AN:  NEWROZA XWERÊVEBERIYAN
 
Piştî bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve, yekemîn Newroz bû ku dihat pîrozkirin. Ji ber vê jî li gel astengiyan jî bi milyonan kes ji bo pîrozkirina Newroza 2016’an herikîn Parka Newrozê ya Amedê. Li gel lêgerîneke zêde û asetengiyên ku derketin pêş di 5 cihê lêgerînê de nêzî 2 milyon mirov bi cil û rengê xwe yên kesk, sor û zer qada Newrozê veguherandin qada berxwedanê. Newroza ku ji aliyê KCD’ê ve hat organîzekirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” dike gelek poster û afîş ji aliyê polîsan ve hatin berhevkirin. Careke din nameya Ocalan a di Newroza Amedê, ya berê de hatibû xwendin hat xwendin. Her wiha ji derveyî welat jî gelek rojnameger, siyasetmedar, aktîvîst û hunermend tev li Newrozê bibûn.
 
Ji ber di heman demê de li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopî û Şirnexê berxwedana xwerêveberiyan pêk dihat bi milyonan beşdarên Newrozê ji bo berxwedêran silav şandin.
 
NEWROZA 2017’AN: KEMAL KURKUT HAT ÎNFAZKIRIN
 
Beriya Newrozê ji ber şerê ku di 2017’an de hêj zêde hatibû gûrkirin, çapemeniya hawiz û desthilatdariya AKP’ê antî propaganda dikirin û digotin ‘dê kes beşdarî Newrozê nebe’ xwestin tevlêbûn kêm be. Lê belê dijberî van gotinan zêdetirî milyonek mirov herikî Parka Newrozê ya Amedê. Newroza ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat organîzekirin li gel 35 navendan agirê yekemîn li Nêsêbînê pê xist.
Newroza Amedê ya ku bi sedhezaran kes tevlê bû polîsan li ber çavên çapemeniyê ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê Beşa Muzîkê bû û ji Meletiyê hatibû qetil kirin. 
Ji ber Newroz beriya referanduma 16’ê nîsanê bû, beşdaran sekna xwe jî nîşandan. Bi sedhezaran flamayên ku bi kurdî û tirkî li ser “NA” dinivîsî li ba dikirin.
 
MA / Selman Keleş
 

Sernavên din

14/03/2018
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine