'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'

img

EFRÎN – Derket holê ku 5 roj berê li navçeya Kirikhanê ya Hatayê Nûnerên Feyleqa Duyemîn (2.Tugay) a girêdayî OSO, MÎT û AKP’ê civîn li dar xistine û li ser parvekirina Efrînê niqaş kirine. 

Şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê di roja 54'an de berdewam dike. Heta niha li dijî êrîşên TSK'ê û komên girêdayî OSO, YPG/YPJ û QSD’ê tevî gel berxwedanek mezin nîşan da. Gel hêj Efrîn terk nekiriye ûli ber xwe dide. Di êrîşên TSK û OSO yên bi balafir, helîkoptêr, top û obusan de zarok û jin heyî zêdeyî 234 sivîl hatin kuştin, 668 sivîl birîndar bûn. Ji 365 gundên Efrînê zêdetirê 130 gund û navçeya Şêrewa jî di nav de di qontrola YPG/YPJ’ê de ye û sivîl hêj jî ji van gundan derneketine, dewleta tirk bi armanca sereke ya guherandina demografiya Efrînê de bombebaranên balafiran, top û obusan a li ser sivîlan berdewam dike. 
 
LI KIRIKHANÊ CIVÎNA AKP, MÎT Û OSO'YÊ 
 
Çavkaniyek cihê baweriyê, diyar kir ku rêveberekê ji Feyleqa Duyemîn (2.Tugay) a girêdayê Artêşa Azad (OSO) ji wî re ragihandiye ku wan li navçeya Kirikhan a Hatayê 5 roj berê civînek berfireh lidarxistin e.  Çavkanî ragihand ku di civînê de berpirsiyar û fermandarên feyleqên (Tugay) girêdayên OSO, berpirsiyarekê MÎT’ê yê xwe bi navê Ebû El Furqan daye naskirin, 3 rêveberên giştî yên AKP’ê, rêveberên saziyên girêdayên hikumeta AKP’ê yên li Kilîs û Hatayê amade bûne.  
 
Çavkanî, diyarkir ku di civîna zêdetirê 3 seatan dom kir de li ser pêşketin û êrîşên Odeya Operasyona Şaxê Zeytûnê ya li ser Efrînê û piştî ev êrîş temam bibin rewşa birêvebirina sivîl, dabeşkirina herêman û parvekirina kar û xebatên bên kirin û li ser rewşa derxistina sivîlan a ji Efrînê de nîqaş hatine kirin.  
 
DIXWAZIN PANÎK Û TIRSÊ LI SER GEL PÊŞ BIXIN
 
Çavkanî, destnîşan kir ku di civînê de li ser rewşa sivîlan jî nîqaş û plansazî hatiye danîn û ev tişt got: “Divê ji bo nerazîbûn û bertek li dijî eskerî û rêveberiya Kantona Efrînê çêbikin, divê topbaran, obus û bombebarana balafiran a li ser sivîlan berdewam bike û di nava gel de panîk û tirsê bidin avakirin.  Li aliyê din jî ji bo di rayagiştî û dîplomasiyê de bidin bikaranîn, baweriya sivîlan a derbarê xwe de bidin qezanckirin û pêwîst bike hinek kesan bila vegerin gundên xwe. Mînak em dikarin êrîşa leşkerî ya di cebheya rojhilatê bakur ê bajarê Efrînê (Cebheya Qîbar û Qara Tepe) rawestînin. Lê riya di navbêra bajarê Efrînê û navçeya Şêrewa, Kantona Şehba û heremên li ser Rejîmê bigirin. Di heman demî de di alê cebheya rojavayê başûr (Xezewiyê û Basûtê) û eniya Şêrewa bigihijîn hev. Pêşiya hinek sivîlan bigirin û wan ji bo vegerin gundên di herêma Cindirês û Raco yên di bin qontrola TSK’ê û OSO de bi cih bibin îkna bikin. Lê divê hejmara wan pir ne zêde be, ji ber ku dê koçberên Sûriyî yên di qampên li Hatay, Kilîs û heremên din bi cih bikin. Ev yek ji bo meşrutiyetê di rayagiştî û dîplomasiyê de ava bikin pir girîng e.” 
 
Çavkanî ragihand ku di civînê de beşa duyemîn a heman planî de koçberên Sûriyeyî yên berê di qampên AFAD ên Hatay, Kilîs û her wekê din de li herêma Efrînê bên bicih kirin jî hatiye aşkere kirin û wiha got: “Beşa yekemîn ji bo di pêvajoya şer de wê pêk were û beşa duyemîn jî; koçberên Sûriyeyî yên di qampên AFAD’ê yên li Hatay, Kilîs, Dîlok û heremên din de malbatên ji berê ve hatibûn amadekirin, hêdî hêdî wan li gundewar û navçeyên hatine dagirkirin bi cih bikin. Ji bo zêde bal neyê kişandin jî yek bi yek malbatan derbixin û qampan vala bikin.”
 
PLANA PARVEKIRINÊ 
 
Çavkanî destnîşan kir ku di civînê de ji bo sivîlên ku piştî êrîşa (Operasyon) ser Efrînê dawî bibe kesên di gund û navçeyan de bimînin, li gor lîsteya ji berê ve hatiye amadekirin dê bê tevgerandin. Çavkanî, ev tişt gotin: “Di civînê de lîsteyekê ku navê kesan ên li kîjan heremî dimîne, çi karî dike, di rêveberiya saziyên di kantonê de çi kar û xebatî dimeşînin, kî/ê alîgirê Tirkiye, kê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, kî/ê bêalî ye ku ji berê ve hatibû amadekirin hatiye xwendin. Yên alîgirên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê heta demekî ji wan re dengê xwe nekin, lê piştre operasyona girtina wan bê kirin.  Her wiha nîqaş hat kirin ku ji bo feyde ji rol û misyona muxalifên Rêveberiya Xweser bên girtin û ji bo valatiya di rêveberiya bajêr de çêbibe tije bikin dê van kesên muxalif bikar bînin. Bi taybet hin rêveberên ENKS’ê yên ji aliyê dewleta tirk ve tên bawerkirin. Ji bo partiyên kurdî yên di Efrînê de jî dê rêveberên van partiyan ên nêzî Rêveberiya Xweser biguherînin û di cihê wan de endamên van partiyan ên muxalif bikin rêveber.” 
 
Çavkanî ragihand ku di civînê de hatiye nîqaşkirin ku piştî êrîşê (operasyonê) kordînekirina leşkerî û ewlekariyê raste rast dê di destê taybetî MÎT û saziyên ewlekariyê yên dewleta tirk de be. Çavkanî, anî ziman ku sedema vê wek e hesasiyeta rewşê û demografiya etnikî hatiye binavkirin û got “Piştî ev hat sererastkirin dê di hêla xizmetguzariyê û rêveberiyê dewrê rêveberiyên saziyên li Reyhanli, Kirikhan, Kilîs û Dîlokê bên kirin. An go kîjan herêma hatiye dagirkirin nêzî kîjan navçe û bajarî be dê dewrê wan bajaran ve bên girêdayîn.”  
 
EFRÎNÊ DI BIN DORPÊÇÊ DE BIHÊLIN
 
Çavkanî, diyar kir ku berpirsiyarê Feyleqa Duyemîn (2.Tugay) jê re ragihandiye ku piştre berpirsiyarê MÎT’ê yê xwe bi navê Ebû El Furqan daye naskirin jî derbarê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” dê kengê dawî bibe de axiviye û ev agahiyan daye: “Ebû El Furqan di civînê de agahdariyê derbarê rewşa giştî de kir. Rêveberiya dewleta Fransa, Amerîka û hin welatên Yekîtiya Ewropa zexta li ser me dikin ku ji bo vê operasyonî wek heyî dawî bikin. Yanî tenê bajarê Efrînê bihêlin. Niha nîqaş didomin, ji ber ku pir dosya yên dîplomasî yên di navbêra Tirkiyeyê û Amerîka yên nehatine çareserkirin an jî di asqiyê de mane.  Yanî em ê vê plana xwe ya tirs û panîkê bixin nava gelê Efrînê berdewam bikin heta dawiya meha Nîsanê bidomîn in.” 
 
Çavkanî, anî ziman ku berpirsiyarê MÎT’ê Ebû El Furqan plana xwe ya bi Îranê re jî aşkere kiriye û wiha got: “Îran heta niha li dijî operasyona dagirkirinê disekinî, lê bi riya Rûsya ew jî hatiye noturkirin (bêdengkirin). Bêdengiya wê jî li beranberê êrîş li ser sînorên heremên ku alîgirên wan ên Şîa (şii) neyên kirin. Zext li ser Esed bên kirin ku hêzên xwe li ser cebheya başurê Efrînê vekişîne û hêza Hizbûlah bê bicihkirin. “ 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

14/03/2018
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine