Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên 53 rojin li ser Efrînê didome. Temellî, anî ziman ku Tirkiye Efrîn dagir kiriye û xwest bi lezgin dawî li dagirkeriya li ser Efrînê bîne. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma meclîsê pêk anî. Hevseroke Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser komkujiyên meha Adarê, êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê, polîtîkayên tifaqa hilbijartinê ya AKP'ê û rewşa aboriya Tirkiye. Temellî, ewil li ser rewşa Efrînê axivî û wiha got: "
Meha Adarê meha komkujiyan e. Ez di vê mehê de ewil hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bibir tînim. Kesên di komkujiyên Gazî, Qamişlo, Halepçe, Beyazitê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim û dê her dem di hafizaya û hişê me de bijîn. Doza der barê Berkîn de hêj bi encam nebûye û kujer nehatine ronîkirin. Heta ku ev îktîdar bi vê hişmeniyê tev bigere em nikarin tiştekî jê hevî bikin. Heta ku ev îktîdar li ser kar bin, dê hêj gelek zarok faîlî nediyar bên kuştin. Dê gelek zarokên me yên din bên kuştin. Hêj Ceylan li me dinere. Heta ku Ceylan li me binere, em hesabê faîl nediyaran bipirsin."  
 
LI EFRÎNÊ ZAROK TÊN KUŞTIN
 
Temellî bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha got: "Li ser Efrînê 53 rojin şer tê meşandin. Sivil tên kuştin. Zarok tên kuştin. Dema em li medya Tirk dinerin şereki sanal heye. Lê li Efrînê zarok û mirov ten kuştin. Niha di TV’yan de dibêjin "Efrîn hat dorpêçkirin. Weki ku li Efrînê mirov najîn wekî bi sed hezaran mirov najîn nûçeyan didin. Propaganda şer dikin. Efrîn di bin dorpêç û dagirkeriyê de ye. Dawî li vê dorpêçê bînin. Hurmenê nîşanî jiyanê bidin. Mirovên li Efrînê dijîn modela jiyana aştiyê ye. Minak e.  Divê em hemû aştîxwaz bên cem hev. Divê em kolan bi kolan bigerin û aştiyê, Efrînê bînin ziman. 
 
LI EFRÎNÊ MECLÎSA GELAN HEYE
 
Hin kes dibêjin em biçin Meclîsê li Efrînê ava bikin. Na ji xwe li wir meclîs heye. Li wir meclisa gelan heye. Meclîsa modela demokratîk heye. Vîna hemû gelan li wê meclîsê xwe nîşan dide. Yên ku wê meclisa gelan tehamul nakin êrîş dikin. Şer pêş dixin. AKP'ya ku bi polîtîkayên şer xwe li îktîdarê dihêle, dixwaze şerekî nû têxe meriyetê. Ji ber ve yekê dixwaze her dem li Tirkiye atmosfera şer ava bike. Îktîdar her dem dibêjin em ne dagirker in. Îsraîl jî ji bo Fîlîstînê heman dişt digot. Lê niha rewşa we û Îsraîlê ji hev ne cudadir e.  Îro Efrîn sibê cihekî din e. Em dibêjin li Efrînê aştî li her derê aştî. Ger ku li Efrinê aştî pêş nekeve li derên din jî aştî pêş nakeve."  
 
DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÎNIN
 
Temellî, anî ziman ku li gorî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê dagirkerî ye û wiha berdewam kir: "Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara agirbestê îlan kiriye jî Efrînê bombe dikin. Çima biryara Agirbestê naxin meriyetê. Ev encama rûyê bazara qirêj e. Niha îtîfaqa qirêj dikin. Rayedarên hikûmetê dibêjin 'Em dê Efrînê dewrî Efrîniyan bikin. Em dipirsin, bi sed hezaran yên li Efrînê dijîn kî ne? Ji OSO an re dibêjin Efrînî. Em OSO baş nas dikin. Ji Efganîstan û Çeçenistanê anîn dixwazin wan li vir bi cih bikin. Hûn li pey OSO diçin ku Efrînê tune bikin. Piştre hûn dibêjin em dê Efrînê dewrî Efrînê bikin. Ji xwe berê jî li Efrînê Efrinî dijîn. Ne tenê Efrînî 400 hezar kesên ji şer reviyane niha li Efrînê dijîn. 53 rojin we Efrîn dagir kiriye. 
 
70 MILYAN DOLAR PERE JI BO ŞER XERÇ DIKIN
 
Di van rojan de di navbera Boeing û Tirkiye de peymana 7 milyar dolar pere peymana çekan hat îmzekirin.  Îktîdara îro îktîdara yekperes te. Li dijî hemû cudahiyan in. Cudahiyên din tehamul nakin. Ji ber ku hemû bûne dîlgirtiyên Qesrê. Ji ber vê yekê mirov nikare tiştekî ji îktîdarê hevî bike. 70 milyar dolar pêşkêşî pîşesaziya çekan dikin. Bi van çekan êrîşî Efrînê dikin. 70 milyar dolar pere ji bo şer xerç dikin. Em li dijî vê xerçkirina çavkaniyan a ji bo şer û kuştinan in. Divê êdî ev îktîdar bes li gotinên Erdogan guhdar bike." 
 
FIROTINA FABRÎQEYÊN ŞEKIR ZERARÊ DIDE GEL 
 
Temellî, polîtîkayên îktîdarê yên aboriyê jî rexne kir û wiha got: "Aborî têk diçe. Ji ber vêyekê we fabrîqeşên şekir firotin. Firotina fabrîqeyên şekir li dijî berjewendiyên gel in. Çiqas zerar bike jî gel zerar nake. Li ser navê zerarê fabrîqe firotin û mutahît ji baca 400 hezar tl xelas kirin. Ev fabrîqe 15 salan zerar bike jî disa nabe wekî berdêla  400 hezar tl baca ku hatiye muafkirin." 
 
JI NIHA DE HILBIJARTIN WINDA KIRIN
 
Temellî, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'e û wiha bi dawî kir: "Di 16'ê Nîsanê de mînareyê hilbijartinê çêkirin. Bi hîle û xurdeyan hilbijartin bi dest xistin. Niha jî kilifê mînareyê şevê din li meclîsê bi zorê ava kirin. Ji ber ku têk çûne tifaqê ava dikin. Em ne li dijî tifaqan in. Lê du cureyên tifaqê hen in. Yek jê tifaqa qirêj e. Ji bo berjewendiya îktidarê ye. Ji bo xwe li îktidarê bihêlin tifaqê ava dikin û li gorî xwe krasan ji hilbijartinê re ava dikin. Tu aliyê rewa yê veê hilbijartinê tune. Dibêjin em hilbijartina pêşwext çê nakin. Ji ber ku ji niha de hilbijartin winda kirine. Divê em li dijî vê tifaqa qirêj ya îktidarê tifaqa gelan ava bikin. Difaqa demokratîk ava bikin. Divê em li dijî tifaqa wan a şer tifaqa aştiyê û tifaqa gelan ava bikin. Divê em hemû kesên li dijî şer destê xwe bidin hev û bibin yek." 
 
BANGA NEWROZÊ
 
Temellî, bang li her kesî kir ku bi coşek mezin tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û wiha got: “Werin em bi hevre ji bo pîrozbahiya Newrozê dakevin qadan. Divê jin, zarok, kedkar, elewî, misliman, ermenî, hemû kes yên bûme mexdûrê pergalê li qadên Newrozê bibin yek. Em hemû kesî dawetî Newrozê dikin. Newroz berxwedan e. Li dijî faşizmê raperîn e." 

Sernavên din

14/03/2018
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine